Rewşenbîrên Fransî: Em bibin dengê aştiyê yê Kurdistanê

Li Fransayê zêdeyî 120 rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, sporvan, hunermend û hilbijartî, ji bo bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re banga tevlîbûna li konferansa 13ê kanûna paşîn a Marsîlyayê kirin.

Li Fransayê zêdeyî 120 rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, sporvan, hunermend û hilbijartî, ji bo bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re banga tevlîbûna li konferansa 13ê kanûna paşîn a Marsîlyayê kirin.

Belavoka Kolektîfa ‘Em bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re’ ku 121 kesayetên entelektuel û hunermend mohra xwe danîn binî, li rojnameya Lîberatîonê hate weşandin.

Di belavokê de hate gotin, “Di nava xemsariyeke giştî de hikumeta Tirk hilweşînê li gelê Kurd ferz dike. Kolektîfa ‘Em bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re’ 13yê kanûna paşîn li Marsîlyayê ji bo lidarxistina konferansekê bangê dike.”

Di nava kesayetên ku mohra xwe danîne binê belavokê Annie Ernaux, Edgar Morin, Ariane Ascaride, Patrick Chamoiseau, Joseph Andras, Gérard Chaliand, Ernest Pignon Ernest, Sepideh Farsi, Patrick Baudouin, Françoise Cotta, Rony Brauman, Didier Fassin, Valérie Manteau, Jean Ziegler, Robert Guédiguian, Gilbert Mitterrand, Alice Mogwe, Olivier Weber, û Elie Guillou jî hene.

Di belavokê de wiha hate gotin: “13yê kanûna paşîn 2024’an ji bo xurtkirina dengê bangên aştiyê yên ji Tirkiyeyê têne kirin, em ê li Marsîlyayê li hev kom bibin. Çend roj berê 78 rojnamevan, hunermend, rewşenbîr û aktîvîstên mafên mirovan ên Kurd û Tirk ji bo balê bikişînin ser pêwîstiya lezgîn a ji çareseriyeke aştiyane bangek weşandin.

Di demeke welê de ku rewşa li Kurdistanê aloz bûye û banga beriya vê (Em ê nebin şirîkê vî sûcî, sala 2016) weke propaganda terorê ji aliyê hikumeta Tirk ve hate pênasekirin û zilm li xwediyê bangê hate kirin, em wêrekiya ku niha hatiye nîşandan silav dikin. Nêta me heye ku dengê wan ragihînin, biparêzin û bilind bikin.

EM NEHÊLIN KU KOMKUJIYEK A DIN BINIXUMÎNE

Li ser zemîneke welê ku polîtîkayên mîlîtarîst û her cûre hovîtî negirîng bûye, em dibin şahid ku li Rojhilata Navîn bûyerên tundiyê zêde dibin. Piştî paqijiya etnîkî ya nifûsa Ermen a li Qerebaxê ku li pêş civaka navneteweyî hate kirin, tundiya hêzên mîlîtarîst serbest hate berdan û em bi rengekî bêçare li qetilkirina gelên Îsraîl û Fîlîstînê temaşe dikin.

Hêlînên tundiya giran a ku li Rojhilata Navîn belav bûye ne ji hev ne jî ji cîhanê îzole ne. Ketine nava toreke mîlîtarîzmê ya global û bêhevî xelekên zincîrî yên îdeolojiyên neteweperest in ku dişibin hev. Em nehêlin ku xelek mezin bibe û ji nû ve bê girtin. Divê em destûrê nedin ku komkujiyek yeka din binixumîne. Ji bo şikandina tundî û nefretê, bêyî dereng bikevin divê em her tiştî bikin. Beriya ku hovîtî li hovîtiyê zêde bibe, li gel dengên din ên ji bo banga aştî û agirbestê yên li Îsraîl-Fîlîstînê, ji bo gelê Kurd jî neyê jibîrkirin em dengê xwe bilind dikin.

KURD HER ROJ QURBANIYÊN XWE DIJMÊRE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AANES) ragihand ku di navbera 5-9’ê Cotmehê de artêşa Tirk 580 êrîşên hewayî û bejahî bir ser van herêman, bi dehan sivîl qetil kir, xisar da avahiyên îdarî, dibistan û binesaziya herêmê ku elektrîk û av didan bi milyonan mirovî.

AANES bang li hevkarên xwe yên li Sûriyeyê, saziyên Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dike ku li dijî çalakiyên Tirkiyeyê sekneke xurt nîşan bidin. Kurd her roj qurbaniyên xwe dijmêrin.

BI RÊYA TECRÎDÊ HÊRSA KURDAN BI ZANEBÛN TÊ SORKIRIN

Di vê navberê de parlamenterên jin, şaredar jî di nav de bi deh hezaran muxalîfên siyasî ku piraniya wan Kurd  û jin in, ji aliyê rejîma Tirk a otorîter ve ji bo tepisandina dengê wan ê aştiyê girtî têne hiştin. Hikumeta Tirk lîderê tevgera Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên aştiyê yên salên 2013 û 2015’an de bi rola sereke rabû, zêdeyî 30 m eh in tecrîd dike û bi vî rengî bi zanebûn hêrsa Kurdan sor dike.

Divê em nîşaneyên gumanbar ên şerekî nû ku rîsk heye ji kontrolê derkeve li ber çavan bê girtin û di 13’ê Çileyê de li hev kom bibin. Ji bo pêşî li tunekirina gelekî bê girtin, ji bo dengê aştiyê yê ji Tirkiyeyê û çar aliyen cîhanê bilind dibe bi dengekî hîn xurt bidin bihîstin, em ê li hev kom bibin.”

——————-

Ev gotar ji ANFyê hatiye wergirtin. Sernivîs hatiye kurtkirin û navê “çile” wekî “kanûna paşîn” hatiye nivîsandin.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Dersa Kurdî ziman normalîze dike

Li dibistana navîn çar salan ketim dersa Kurdî. Zarok şaş dibûn, ka mamosteyek çawa Kurdî …