Li Slovakyayê Robert Fico bi ser ket

A.Rahman Çelîk

Hilbijartina parlamentoyê ya Slovakyayê li  bû sebeba serkeftina siyaseta dûrî tifaqa Rojava.

Li gorî encaman, SMER-SD ku partiya serokwezîrê berê Robert Fico ye, bû hêza siyasî ya yekem

Welatên Rojhilatê Ewrûpayê bi siyaseta xwe ya serdest gav bi gav ji Yekitiya Ewrûpayê dûr dikevin.

Slovakya bi dûv Hûngaryayê welatê duyemîn e ku di aloziya Rusya-Ukraynayê de naxwaze bi ya NATO-Yekitiya Ewrûpayê bike.

Hilbijartina parlamentoyê ya li vî welatî bû sebeba serkeftina siyaseta dûrî tifaqa Rojava.

Li gorî encaman, SMER ku partiya serokwezîrê berê Robert Fico ye, bû hêza siyasî ya yekemîn.

Tevî vê jî, partiya Robert Fico di parlamentoyê de piraniyê bi dest nexist.

Robert Fico bi alîgiriya xwe ya ji bo Rûsyayê tê zanîn û ji bo avakirina hukumetê pêdiviya wî bi koalîsyonê heye.

Progresívne Slovensko (PS) ya dilxwazê Rojava di berebaziya polîtîk de bû partiya duyemîn.

Robert Fico. Sê caran hat ser kar. Di hilbiijartina dawî de dîsa bi ser ket. /Foto: Wikipedia

Ev partî di anketên beriya hilbijartinan de yekemîn derdiket.

Naxwaze alikariya Ukraynayê bike 

Robert Fico di kampanyaya hilbijartinê de soz dabû wê piştevaniya  leşkerî ya ji bo Ûkraynayê bide sekinandin.

Slovakya  ligel Yekîtiya Ewrûpayê êndamê NATO’yê ye.

Her du alî di aloziya Rûsya-Ukraynayê de bi eşkereyî destekê didin Ukraynayê.

Lewma ji niha ve diyare, polîtîkaya rêvebiriya Slovakyayê wê Yekitiya û NATO’yê aciz bike.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir. Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya …