Li Polonyayê mixalefet bi ser ket

Hilbijartina Polonyayê derî li îhtimala guherîneke polîtîk vekir.

Partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) 35 ji % dengan girt lê piraniya di parlamentoyê de winda kir.

Hilbijartina Polonyayê derî li îhtimala guherîneke polîtîk vekir.

Mixalefeta sereke ya di bin Partiya Sivîl de tevlî hilbijartinan bû, nêzîkî 31 ji % dengan girt.

Partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) 35 ji % dengan girt lê piraniya di parlamentoyê de winda kir.

Ev partiya ku 8 sal in li ser kar e 194 kursiyan bi dest xist.

Donald Tusk. Lîderê Platforma Sîvîl derfeta avakirina hukumetê bi dest xist. /Foto: Wikipedia

157 kursî bûn para Partiya Sivîl a di bin rêberiya Donald Dusk de.

Bi vê encamê, îhtimala serokwezîrtiya Dusk hat rojevê.

Tevlî kursiyên partiya Riya Sêyemîn (65), partiya Çep (26) û partiya bi navê Konfederasyonê (18) mixalefet li parlamentoyê bû xwediyê piraniyê.

Hilbijartina giştî ya Polonyayê ji aliyê tevlîbûneke zêde balê kişand ser xwe.

75 ji % hilbijaran roja hilbijartinê çûn ser sindoqan.

Beşdariya herî zêde 1989’an de piştî hilweşîna rejîma Sovyetê bi rêjeya 63 ji % pêk hatibû.

Duda Polonyayê ji YE’yê dûr xist 

Di dema vê partiya rastgir-neteweperest de êrişên li dijî mafên jinê hatibûn kirin, li hemberê kêmarên zimanî û zayendî polîtîkayeke katolîk-muhafazakar hatibû şopandin.

Partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) welêt ji pîvanên demokratîk ên Yekitiya Ewrûpayê dûr xistibû.

Vê partiya di bin serokwezîrtiya Andrzej Duda de dadgeh jî tê de saziyên dewletê xistibû bin kontrola xwe.

Encamên hilbijartina giştî ya Polonyayê. Herêmên li rojava ku nêzîkî Almanya û Çekyayê ne dengên xwe dan mixalefetê. Hilbijêrên li rojhilat û bi giranî partiya li ser kar PiS’ê tercîh kirin. /Harîte: Wikipedia

Di dema vê partiya rastgir-neteweperest de êrişên li dijî mafên jinê hatibûn kirin, li hemberê kêmarên zimanî û zayendî polîtîkayeke katolîk-muhafazakar hatibû şopandin.

Herwiha, hukumeta Duda medyaya fermî ya Polonyayê jî ji bo armancên xwe bi kar anîbû.

Polonya dawiya dawî li nava welêt hiqûqa xwe serdestê hiqûqa Ewrûpayê kiribû.

Yekitiya Ewrûpayê reaksiyoneke tund nîşan dabû cezayên giran ên li dijî Polonyayê anîbû rojevê.

Fotoyê sereke: Wyborcza.pl

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …