Ewrûpa ji bo Xezayê banga agirbestê kir

Yekitiya Ewrûpayê di meseleya Xezayê de  ji bo “pêdiviyên însanî” banga agirbestê kir.

Biryara dawî ya 27 welatên Yekitiya Ewrûpayê di civîna du rojan a li Brukselê hat girtin.

Yekitiya Ewrûpayê di şerê Îsraîl-Hamasê de helwesta xwe diyar kir.

Lîderên Ewrûpî ji bo “pêdiviyên însanî” banga agirbestê kirin.

Biryara dawî ya 27 welatên Yekitiya Ewrûpayê (YE) di civîna du rojan a li Brukselê hat girtin.

Nûnerên Ewrûpî ji bo zimanê daxuyaniyê zelal bibe, bi saetan gotûbêj kirin.

Îspanyaya niha serokatiya Komîsyona Ewrûpayê dike, pozîsyona xwe ji bo banga agirbestê bi kar anî.

Ev jî bandorê li zimanê daxuyaniyê kir ku 27 lîder di dawiya dawiyê de wê qebûl kirin .

Di destpêka aloziyê de Almanya, Fransa û Îtalya bi daxuyaniyekê bê şert û merc destekê dabûn Îsraîlê.

Paşê, Fransa û Îtalya vê sekna xwe ta tund nerm kiribûn lê Almanya ji gotina xwe venegeriyabû.

Leyen destekê dide Îsraîlê

Şefê dîplomasiya YE’yê Josep Borrel û serokê Konseya Ewrûpayê Charles Michel jî bi perspektîfa hiqûqa navneteweyî nêzîkî meseleyê bûbûn.

Lêbelê serokê Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen ji xeta fermî ya YE’yê dûr ketibû û ligel Îsraîlê cî girtibû.

Ev jî bûbû sebeb partiya MERA25 ya li Almanyayê ji bo îstifaya Leyen kampanyayeke online bide destpêkirin.

Foto: Ala Yekitiya Ewrûpayê 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …