Îsal 29,000 bûn welatiyên Belçîkayê

Hejmara kesên dibin welatiyên Belçîkayê zêde dibe.

Di şeş mehên ewil ên sala 2023’an de 29,000 biyanî bûn welatiyên Belçîkayê.

Ev agahî ji aliyê saziya îstatîktîka welêt Statbel ve hate ragihandin.

Saziyê diyar dike, rêjeya kesên bûne welatî, ji şeş mehên ewil ên 2022’an 12 ji %zêdetir e.

Li gorî Statbelê, di Hezîrana îsal de 5,287 kes bûne welatiyên Belçîkayê.

Piraniya kesên bûne welatî ji Marok, Romanya, Sûriye, Afganistan û Îtalyayê ne.

Par, 47,761 kesên ne Belçîkî serî li mafê welatîbûnê dane.

Ev jî nîşan dide,  di 20 salan de cara pêşî hejmara kesên bûne welatiyên Belçîkayê ji 45,000’î derbas kiriye.

Di 2001’an de ji 62,000’î zêdetir kes bûbûn welatiyên Belçîkayê.

Ev yek ji ber qanûneke nû ku prosedûrên welatîbûnê hêsan kiribû, pêk hatibû.

Infowelat

Fotoyê bergê: Pasaport û ala Belçîkayê. /Jêder: Statbel

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …