Luxembûrg 45,000 Tirkiye 1,000 euro

Bi lêkolînekê derket holê, di meseleya dahata malê de Ewrûpa ji aliyê cografîk ji hev vediqete.

Welatên Nordîk ên li bakurê Ewrûpayê xwedî dahata malê ya herî zêde ne.

Hemû welatên di warê dahata malê de li paş mane, li başûr û rojhilatê Ewrûpayê kom bûne.

Li cîhanê ji sê welatan du yên herî zengîn li parzemîna Ewrûpayê ne.

Lê digel vê jî, piraniya welatên Ewrûpayê ji edalata aboriyê hîn dûr in.

Bi taybetî, bêedelatiya di warê dahata malê de li Ewrûpayê zêde dibe.

Lêkolîna Legatum Prosperity Index a 2023’an vê meseleyê girt bin fokûsa xwe.

Bi lêkolînê derket holê, di meseleya dahata malê de Ewrûpa ji aliyê cografîk ji hev vediqete.

Welatên Nordîk ên li bakurê Ewrûpayê xwedî dahata malê ya herî zêde ne.

Welatên li rojavayê Ewrûpayê di heman mijarê de welatên bakur dişopînin.

Hemû welatên di warê dahata malê de li paş mane, li başûr û rojhilatê Ewrûpayê kom bûne.

Li Ewrûpayê serê di warê dahata serê her mirovî de Luxembûrg li pêşiya hemû welatan e.

Dahata serê her mirovî

Mirovekî li Luxembûrgê salane 45,310 euro qezenc dike.

Dahata serê malê ya Tirkiyeyê di carekê de 27 ji % daketiye û bûye 1,000 euro.

Mirovekî li Luxembûrgê salane 45,310 euro qezenc dike.

Ev hejmar li Swîsreyê 44,753 euro, li Islandê 39,918 euro û li Norwêcê 39,206 euro ye.

Almanya û Fransa û çend welatên din ên zengîn di dahata serê mirovî de di bin her sê welatan de cî digirin.

Ji bilî endamên Yekitiya Ewrûpayê, lêkolîn balê dikişîne welatên namzet ên yekitiyê jî.

Welatên namzet ku dahata wan a malbatê di bin 3,000 euroyî de Albanya, Tirkiye û Makedonyaya Bakur e.

Di nava wan welatan de rewşa herî xirab a Tirkiyeyê ye.

Dahata serê malê ya Tirkiyeyê di carekê de 27 ji % daketiye û bûye 1,000 euro.

Infowelat

————-

Foto: Harîteya dahata malê ya welatên Ewrûpayê. /Eurostat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive

Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye. Tolosa bajarekî li parêzgeha …