PE Konferansa Kurd li dar xist

18. Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewrûpayê ye di 6 û 7ê kanûnê de hat lidarxistin, bi dawî bû.

Beşdarên ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê di konferansê de li ser aliyên cuda yên meseleya kurd gotûbêjan kirin.

Meseleya self-determînasyonê di rojeva bernameyê de cî negirt û pisporên vê mijarê ji bo konferansê nehatin vexwendin.

18. Konferansa Kurd a Parlamentoya Ewrûpayê ya di 6 û 7ê kanûnê de hat lidarxistin, bi dawî bû.

Pêşkêşiya konferansê ji aliyê EUTCC (Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewrûpayê) ve hat kirin.

Beşdarên ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê di konferansê de li ser aliyên cuda yên meseleya kurd gotûbêjan kirin.

Konferans bi axaftina destpêkê ya seroka EUTCC Kariane Westrheimê dest pê kir.

Akademîsyena ji Zanîngeha Bergenê Westrheim balê kişand ser êrişên dewleta tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê û ji bo pêşîgirtinê banga hişyariyê kir.

Westerheim beşeke mezin a axaftina xwe ji daxwaza aştiyê ya lîderê PKKê Abdullah Ocalan re veqetand.

Akademîsyena Norwêcî got, herdem di hişê Ocalan de aştî hebûye û destekê da kampanyaya ji bo rizgariya Ocalan.

Herwiha Westerheim ji bo aştiyê îşaretê bi pêdiviya navbeynkariya aliyekî sêyemîn kir.

Papadimoulis û serxwebûna Kurdistanê

Papadimoulis got, ew ê destekê bide doza neteweyî û serxwebûna Kurdistanê.

Wekîlê koma Kesk a Ewrûpayê yê Cîgirê Parlamentoya Ewrûpayê Dimitri Papadimoulis jî di heman rûniştinê de axaftinekê kir.

Dimitrios Papadimoulis destekê da serxwebûna Kurdistanê

Papadimoulis got, “meseleya kurd û rexneyên li dijî dewleta tirk di rojeva Parlamentoya Ewrûpayê de ye lêbelê ev yek ne xema Komîsyona Ewrûpa û Konseya Ewrûpayê ye.

Siyasetvanê yûnan banga serbestiya PKK’ê li Ewrûpayê kir û ji bo çareseriyê mînaka Bakurê Îrlandayê kir.

Papadimoulis di axaftina xwe de careke din piştgiriya xwe ya bi kurdan re îfade kir û da zanîn, ew ê destekê bide doza neteweyî û serxwebûna Kurdistanê.

Abdullah: Bêdeng nemînin

Hevseroka PYD’ê ji bo vê jî rexneyeke tund li sîstema cîhanê kir û got, “Hêzên navneteweyî jî hevparê şerê dewleta Tirk a li Kurdistanê ne.”

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, bi pêşkêşiya bi sernivîsa “Rojhilata Navîn a di navbera Statuko û Veguherîna Demokratîk de: Astengî û perspektîf” de kir.

Asya Abdullah, da zanîn ku şerê heyî li dijî gelan e û got, “Bi koçberkirina bi darê zorê û polîtîkayên qirkirinê dixwazin demografiyê biguherînin. Rewşa îro gelek xeternake û her ku diçe xeterî mezin dibe.”

Abdullah got, çekên ku ji dewleta Tirk re tên firotin îro hem li dijî gerîla û hem jî li dijî Rojava tên bikaranîn.

Hevseroka PYD’ê ji bo vê jî rexneyeke tund li sîstema cîhanê kir û got, “Hêzên navneteweyî jî hevparê şerê dewleta Tirk a li Kurdistanê ne.”

Asya Abdullah vê bangê li cîhanê kir:

“Li dijî qirkirina li ser gelê Kurd û gelên herêmê helwesteke xurt nîşan bidin.”

Villumsen: Ewrûpa teslîmê Erdogan bûye

“Ewrûpa mifteyên xwe radestî Erdogan kiriye. Ev yek bi peymaneke gelekî qirêj a li ser penaberan kirin.”

Endamê Partiya Çep a Danîmarkayê yê wekîlê Parlementoya Ewrûpayê Nikolaj Villumsen bi peyamake şand konferansê rexneyên giran li polîtîkaya Yekitiya Ewrûpayê kir.

Villumsen di peyama xwe de van gotinan kir:

“Ewrûpa mifteyên xwe radestî Erdogan kiriye. Ev yek bi peymaneke gelekî qirêj a li ser penaberan kirin. Eger Ewrûpa dixwaze di demokrasiyê de dersekê bide, divê beriya her tiştî vê bi xwe pêk bîne. Eger YE’yê bixwesta, dikarîbû zextê li Erdogan bikira.”

Kieser: Nazî Kemalîzmê şopandin

Kieser: Naziyên li Almanyayê hatin ser kar modela dewleta Tirk ij xwe re mînak girtin.

Di bernameyê de yek ji pêşkêşiyeke herî balkêş ji aliyê akademîsyenê Zanîngeha Zurichê Hans-Lukas Kieser ve kirin.

Hans-Lukas Kieser. Akademîsyenê Swîsrî pêşkêşiyeke balkêş kir./Foto: Ottomanhistorypodcast.com

Kieser di pêşkêşiya xwe ya li ser Peymana Lozanê de vê tesbîtê kir:

“Bi Peymana Lozanê projeya Anatoliya plûral avêtin ser sergo û profîleke navendîparêz û netewperest ê Tirkiyeyê derket pêş.”

Kieser diyar kir, Naziyên li Almanyayê hatin ser kar modela dewleta Tirk ij xwe re mînak girtin û heman vê Almanyayê meşandin.

Kurd û “netewperestiya etnîk”

Sûnca di axaftina xwe ya bi îngilîzî de pênaseya “ethnic nationalism” (netewperestiya etnîk) a ji bo meseleya kurdan red kir.

Akademîsyen Jan Yasîn Sûnca jî yek ji axaftineke balkêş ê di bernameyê de kir.

Sûnca di axaftina xwe ya bi îngilîzî de pênaseya “ethnic nationalism” (netewperestiya etnîk) a ji bo meseleya kurdan red kir.

Akadenîsyenê kurd Sûnca got, pênaseyeke bi vî rengî meseleya kurd ji konteksta wê ya rastîn dûr dixîne û wê wê terorîze dike.

Di rojên konferansê de gelek pêşkêşiyên din û girêdanên zindî pêk hatin.

Di axaftinan de pêdiviya rizgariya Abdullah Ocalan, mafên jinê, parastina ekolojiyê û rexneyên li dijî polîtîkayên dewleta tirk û Yekitiya Ewrûpayê derketin pêş.

Self-determînasyon ne di rojevê de bû

Yek ji pisporên mijara self-determînasyonê ji bo konferansê nehatin vexwendin.

Tevî ku bername ji aliyê Medyaya Kurd ve wekî “konferansa kurd” hat pênasekirin jî, meseleya self-determînasyonê di rojevê de cî negirt.

Yek ji pisporên mijara self-determînasyonê ji bo konferansê nehatin vexwendin.

Nûner û wekîlên Katalan, Bask, Skotland û yên miletên ku herdem statuya polîtîk an serxwebûn di rojeva wan de ye tevlî konferansê nebûn.

Infowelat

Fotoyê sereke:  Medyaya Sosyal

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …