Yekitiya Ewrûpayê ji Rûsyayê LNG dikire

Yekitiya Ewrûpayê li gorî beriya şerê Ukraynayê 40 ji % zêdetir Gaza Hatiye Ronkirin (LNG) ji Rûsyayê dikire.

Welatên YE’yê ji bo vê, 5.3 milyar Euro pere transferê Rûsyayê kirine.

3 endamên YE’yê (Îspanya, Belçîka û Fransa) di nava 5 welatan de ne ku herî zêde LNG ji Rûsyayê dikirin.

Ewrûpa digel ambargoya li hember Rûsyayê, bazirganiya enerjiyê ya bi vî welatî re didomîne.

Global Witness bi daxuyaniyekê nîşan da, Yekitiya Ewrûpayê li gorî beriya şerê Ukraynayê 40 ji % zêdetir Gaza Hatiye Ronkirin (LNG) ji Rûsyayê dikire.

Rêxistina şopandina hawîrdorê Global Witness diyar kir, YE îsal di navbera Çile û Tîrmehê de 21.6 milyon metre kup LNG ji Rûsyayê kiriye.

Welatên YE’yê ji bo vê, 5.3 milyar Euro pere transferê Rûsyayê kirine.

3 endamên YE’yê (Îspanya, Belçîka û Fransa) di nava 5 welatan de ne ku herî zêde LNG ji Rûsyayê dikirin.

Ev her sê welatên li ber deryayê, xwedî tesîsên transferkrina tankerên LNG’ê ne.

Ji bilî van welatan, Hollanda, Yûnanistan, Fînland, Îtalya û Swêd jî LNG’ya Rûsyayê dikirin.

Bi giştî, Yekitiya Ewrûpayê 52 ji % hemû LNG’ya Rûsyayê kiriye.

Ambargoya li hember Rûsyayê

Rêvebiriya Yekitiyê û hin welatên Ewrûpayê ji ber krîzê berê xwe dabûn enerjiya nukleerû ya bayê.

Hin welatên din jî bi Yekitiya Welatên Ereb û Qeterê re peymanên ji bo kirîna LNG’ê mor kiribûn.

Ji dema destpêka şerê Ukraynayê ve YE ambargo danîbû ser komir û petrola Rûsyayê.

Lêbelê qedexeya Brukselê ya li dijî petrolê bi tenê li hemberê petrol û gaza Rûsyayê hatibû ragihandin.

Ev jî destûrê dabû, Rûsya bi riya xetên petrolê yên bejahiyê gaza xwe bifiroşe Ewrûpayê.

Xên ji vê, Ewrûpa bazirganiya xwe ya LNG’ê ya bi Rûsyayê re berdewam kiribû.

Krîza enerjiyê ya Ewrûpayê

Yekitiya Ewrûpayê, ji ber ambargoyên li hember Rûsyayê rastî krîzeke enerjiyê hatibû.

Rotaya bazirganiya LNG’ê ya di navbera Rêsya û welatên Ewrûpayê de. /Harîte: Hing North News

Rêvebiriya Yekitiyê û hin welatên Ewrûpayê ji ber krîzê berê xwe dabûn enerjiya nukleerê û ya bayê.

Hin welatên din jî bi Yekitiya Welatên Ereb û Qeterê re peymanên ji bo kirîna LNG’ê mor kiribûn.

Niha Yekitiya Ewrûpayê ji bilî Rûsyayê, ji Amerîka, Qeter, Yekitiya Mîrektiya Ereb, Cezayîr, Norwêc û Nîjeryayê LNG dikire.

Infowelat

Foto: Tankereke LNG barkirî. /Jêder: Marine Digital 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …