Gaveke ber bi temsîlkirina Samiyên Skandînavyayê ve

Yekitiya Ewrûpayê dixwaze têkiliyên xwe yên bi gelê Sami re pêş de bibe.

Bruksel ji bo vê li Norwêc, Swêd û Fînlandê projeyekê dimeşîne.

Armanca projeyê hevnasîna baştir a herdu aliyan e.

Yekitiya Ewrûpayê dixwaze têkiliyên xwe yên bi gelê Sami re pêş de bibe.

Bruksel ji bo vê, projeyekê ku tê de cî dide nûnerên Samiyan amade kir.

Hêvî ev e, projeya bi navê “Filling the EU-Sápmi knowledge gaps” her du aliyan nêzîkî hev bike.

Ev projeya ku Kurdiya wê “Bidawîkirina kêmasiyên hevnasîna YE-Sapmi” ye, li Norwêc, Swêd û Fînlandê dest pê kir.

Butçeya vê xebata nû bi qasî milyonekî Euro ye ku piraniya wê ji aliyê van her sê welatan tên peydekirin.

Armanca esas a projeyê danasîna Yekitiya Ewrûpayê ya bi gelê Sami re ye.

Herwiha, di çarçoveya projeyê de agahiyên derbarê pêdiviyên Samiyan de jî ji Yekitiya Ewrûpayê re wê bên amadekirin.

Aliyên projeyê dixwazin bi riya meşandina wê, hevkariya di navbera Yekitiya Ewrûpa û Samiyan de bê xurtkirin.

Nûnerên Sami di wê hêviyê de ne, wê bi vê xebatê pêşiya temsîlbûna Samiyan ya di asta Yekitiya Ewrûpayê de bê vekirin.

Kî ne Sami?

Hejmara Samiyan a tevahî niha kêm bûye û di binê 100,000’î de ye.

Norwêc bi 65,000’î xwedî hebûna herî mezin a Samiyan e.

Sami gelê herî mezin ê otokton ê Ewrûpayê ye ku hebûna wê ya dîrokî diçe heta 12,000 sal berê.

Hejmara Samiyan a tevahî niha kêm bûye û di binê 100,000’î de ye.

Norwêc bi 65,000’î xwedî hebûna herî mezin a Samiyan e.

Li Swêdê 20,000, li Fînlandê 8,000 û li Rûsyayê 2,000 Sami dijîn.

Welatê Samiyan di nava sînorên 4 dewletan de ye. /Harîte: Medyaya Sosyal

Sapmi navê welatê Samiyan e û li ser vî welatê seranserê bakurê Skandînavyayê digire nava xwe.

Li ser vî erdê berfireh ê ji qeşa û daristanan pêk tê, 9 zimanên Sami tên axaftin.

Infowelat

Fotoyê bergê: Du zarokên Sami. /Jêder: Reddit

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …