Jîna Emînî Xelata Sakharov wergirt

Xelata Sakharov a Parlamentoya Ewrûpayê ya 2023’an bû para Jîna Mehsa Emînî û tevgera Jin Jiyan Azadî.

Xelata Sakharov a Azadiya Ramanê de her sal ji aliyê Parlamenyoya Ewrûpayê ve tê dayîn.

Xelat cara ewil di 1988’an de  ji bo kes û rêxistinên mafên mirovan diparastin hat dayîn.

Xelata Sakharov a Parlamentoya Ewrûpayê ya 2023’an bû para Jîna Mehsa Emînî û tevgera Jin Jiyan Azadî.

Xelata îsal ji aliyê seroka Parlamentoya Ewrûpayê Roberta Metsolayê ve hat ragihandin.

Metsola di rûniştina li parlamentoyê ku duh li Strasbourgê hat lidarxistin, axaftinekê kir.

Metsola wiha axivî:

“Di 16’yê Îlonê  de, salekê derbas bû di ser kuştina Jîna Mehsa Emînî ya li Îranê. Parlamentoya Ewrûpayê bi serbilindî ligel kesên wêrek û serhildêr ku li Îranê têkoşîna ji bo wekhevî, rûmet û azadiyê didomînin cî digire. Em van kesên ku di şert mercên girtîgehê de jî Jin Jiyan Azadî zindî dihêlin re ne. Bi riya hilbijartina wan ji bo Xelata Sakharov a Azadî û Ramanê ya 2023’an, vê parlamentoyê têkoşîna wan bibîr tîne û rûmetdarkirina hemû kesên ku ji bo azadiyê berdêl didin didomîne.”

Merasîma xelatdayinê wê di 13’yê 2023’an de wê li Parlamentoya Ewrûpayê bê lidarxistin.

Kî ye Jîna Mehsa Emînî?

Jîna Mehse Emînî jineke Kurd a 22 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Emînî di 13’yê Îlona 2022’an de bi sûcdariya binpêkirina qanûnên Îranê yên ji bo nixumandina jinê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin. Jina Kurd, di navenda polêsan de rastî îşkenceyên giran hatibû û paşê li nexweşxaneyeke Tehranê jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî mirina Emînî, li rojhilatê Kurdistanê serhildaneke civakê dest pê kiribû û paşê serhildan belavî bajarên Îranê bûbûn. Di encama midaxaleya hêzên reîjma Îranê de herî kûm 500 kes hatibûn kuştin, bi hezaran kes birîndar bûbûn û hejmareke zêde kes hatibûn girtin.

Xelata Sakharov

Xelata Sakharov a Azadiya Ramanê de her sal ji aliyê Parlamenyoya Ewrûpayê ve tê dayîn. Xelat cara ewil di 1988’an de  ji bo kes û rêxistinên mafên mirovan diparastin hat dayîn. Xelat xwe dispêre fîzîknas û mixalifê siyasî Andrey Sakharov. Kesên xelat digire, dibe xwediyê 50,000 euro.

Foto: Postera derbarê xelatê de ya ji aliyê koma Sosyalîst û Demokratan a P.Ewrûpayê ve hatiye amadekirin. 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …