Aloziya Polonya-Belarûsê kûrtir dibe

Polonya biryar da 10,000 leşkerên din bişîne ser sînorên xwe yên bi vî welatî re.

Bi vê biryarê, tansiyona li ser sînorê her du welatan derbasî asteke din bû.

Aloziya di navbera Polonya û Belarûsê de bi daxuyanî û tevgerên leşkerî yên her du welatan berdewam dike.

Polonya biryar da 10,000 leşkerên din bişîne ser sînorên xwe yên bi vî welatî re.

Wezareta Parastinê ya Polonyayê ragihand, 4,000 ji van leşkeran wê destekê bidin Parazvanên Sînor.

Li gorî daxuyaniyê, leşkerên mayî jî wê ji bo rewşên awarte li ser sînor bên girtin.

Bi vê biryarê, tansiyona li ser sînorê her du welatan derbasî asteke din bû.

Çendekî berê jî Polonyayê tedbîrên li ser sînorê bi Belarûsê zêdetir kiribûn û hejmareke leşkeran şandibû ser sînor.

Paşxaneya aloziyê

Çend roj berê Polonya dabû xuyakirin, hin endamên Wagnerê nêzîkî sînorên wê dest bi tevgerê kirine.

Piştî vê jî hukumeta Warşovayê îdîa kiribû, helîkopterên leşkerî yên Belarûsê seheya wê ya hewayî îhlal kirine.

Aloziya dawî ya Polonya-Belarûsê bi bicîbûna çekdarên koma Wagnerê ya li Belarûsê dest kiribû.

Çend roj berê Polonya dabû xuyakirin, hin endamên Wagnerê nêzîkî sînorên wê dest bi tevgerê kirine.

Dirêjahiya sînorên Polonya-Belarusê bi qasî 400 km ye. Polonya diyar dike, komeke endamên Wagnerê li Grodno ya li aliyê Belarusê bi cî bûne. 

Piştî vê jî hukumeta Warşovayê îdîa kiribû, helîkopterên leşkerî yên Belarûsê seheya wê ya hewayî îhlal kirine.

Belarûs îhlalkirina sînor red kiribû û dabû zanîn, Polonya ji bo hebûna xwe ya leşkerî ya li ser sînor zêde bike hincetan diafirîne.

Hêjayî gotinê ye, Belarûsê destûr dabû Rûsya ji erdên wê êriş bibe ser Ukraynayê.

Ev yek jî tevlî endamên din ên NATO’yê, navbera Polonya û Belarûsê hîn zêdetir xera kiribû.

Infowelat

———————–

Foto: Komeke endamên artêşa Polonyayê. /Çavkanî: Notesfrompoland

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …