Ji bo zimanên Îspanyayê rojeke dîrokî

Îspanya ji bo Katalanî, Baskî û Galîsî bibin zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê (YE) serîlêdanê kir.

Daxwaza Îspanyayê wê di civîna Konseya Ewrûpayê ya di 19’yê Îlonê de ku wê li Brukselê bê lidarxistin, bê gotûbêjkirin.

Îro di dîroka zimanên li Îspanyayê tên axaftin rojeke dîrokî bû.

Îspanya ji bo Katalanî, Baskî û Galîsî bibin zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê (YE) serîlêdanê kir.

Nûnerê Îspanyayê yê Yekitiya Ewrûpayê Marcos Alonso bi nameyekê daxwaza hukumeta xwe pêşkêşî sekreteriya Konseya Ewrûpayê kir.

Nameya fermî ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares ve hate îmzekirin.

Di nameyê de ji Konseya Ewrûpayê hate daxwazkirin Katalanî, Baskî û Galîsî wekî zimanê fermî qebûl bike.

Daxwaza Îspanyayê wê di civîna Konseya Ewrûpayê ya di 19’yê Îlonê de ku wê li Brukselê bê lidarxistin, bê gotûbêjkirin.

Meseleya fermîbûna her sê zimanan di asta Yekitiya Ewrûpayê de, di 2005’an de di dema hukumeta Luis Zapatero de hatibû rojevê.

Lêbelê Zapatero digel sozên hatibû dayîn, daxwazeke wiha ji Konseya Ewrûpayê nekiribû.

Paşê heman mijar di dema proseya diyalogê ya di navbera hukumetên Îspanyol-Katalan de hatibû rojevê.

Dawiya dawî, mijar bûbû hêmaneke mayinde ya rojeva piştî hilbijartina giştî ya Îspanyayê ya Tîrmeha 2023’an.

Pedro Sanchez. Lîderê PSOE’yê soza ji bo Katalanî, Galîsî û Baskî li Yekitiya Ewrûpayê bibin fermî pêk anî. /Foto: Malpera hukumeta Îspanyayê.

Partiya serokwezîr Pedro Sanchez PSOE ji bo careke din hukumetê ava bike, pêdiviyê bi desteka wekîlên Katalan dîtîbû.

Lewma jî Sanchez ji bo vê destekê ji partiya Junts a Katalan bigire, soza fermîbûna Katalanî di Yekitiya Ewrûpayê de dabû.

 YE û fermîbûna zimanan 

Digel Katalanî, Baskî û Galîsî li Yekitiya Ewrûpatê ne fermîbin jî, saziyên yekitiyê di têkiliyên xwe yên bi axeveran re her sê zimanan bi kar tînin.

Yekitiya Ewrûpayê zimanên fermî yên li welatên endam wekî zimanên xebatê yê saziyên xwe qebûl dike.

Niha 24 ziman li saziyên Yekitiya Ewrûpayê bi awayekî fermî tên bikaranîn.

Di nava van de zimanê Îrlandî (Galîkî) jî heye ku bi tenê ji aliyê 40 an 50 hezar kesan ve tê bikaranîn.

Nameya fermî ya Îspanyayê ya ji bi fermîbûna Katalanî, Baskî û Galîsî.

Katalanî li Îspanyayê ji aliyê 9 milyon kesan ve tê bikaranîn û piştî Îspanyolî zimanê herî mezin ê Îspanyayê tê qebûlkirin.

Galîsî ji aliyê 2.5 milyon kesan û Baskî ji aliyê 750,000 kesan ve tê axaftin.

Digel her sê ziman li Yekitiya Ewrûpatê ne fermîbin jî, saziyên yekitiyê di têkiliyên xwe yên bi axeveran re her sê zimanan bi kar tînin.

Herwiha peyman û hin dokumanên Yekitiya Ewrûpayê bi her sê zimanan jî tê wergerandin.

Mesrefa wergera ji bo vî karî ji aliyê Îspanyayê ve tê dayîn.

Infowelat

——————–

Fotoyê bergê: Civîneke Konseya Ewrûpayê. /Çavkanî: Yekitiya Ewrûpayê

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …