Fransa û wekheviya zimanan

Li Parisê, saziyên hêzdar ên wekî Wezareta Perwerdeyê, Konseya Makeqanûnê, Konseya Dewletê hîn jî zimanên herêmî ji bo yekitiya neteweyî û fêrbûna fransî wekî xetere qebûl dikin. Em hêvî bikin rastiyên heyî wê rojekê ew kesan bikin xwedî fikreke maqûl da ku maqûl bifikirin.

Ji aliyê pedagojiyê ve perwerdeya îmersiyonê metoda herî baş e ji bo “hilberîna” axêveran di nava civakeke ku niha bi tevahî fransîaxêv e.

Fransa bi 20 zimanên xwe yên herêmî herdem welatekî pirzimanî bûye. Lê hukumetên wê tu car dilxwaz nebûye vê cihêrengiyê bi tevahî qebûl bike. Di hevpeyvîneke xwe ya bi GlobalVoicesê re, pisporê zimên û çalakger Michel Feltin-Palas sebeba li paş vê dudiliya Fransayê îzeh dike.

Feltin-Palas sebebên tirsa cihêrengiya ziman a di saziyên dewleta fransî de eşkere kir, bi taybetî jî ya di qada hiqûqî û perwerdeyê de:

Coxrafyaya zimanên fransî û zimanên din ên li vî welatî.

Fransa welatekî wisa ye ku mimkûn bû nehatana avakirin. Bi rastî jî tu sebeb tune ye mirovekî ji Alsasê wekî hin kesên din ên ji Welatê Baskê, Korsîka û Auvergneyê di carekê de xwe di nava sînorên dewletekê de bibîne. Hêza navendî ya Fransayê herdem bi fikar e ku ev hemû çandên cuda dawiya dawî wê cihêxwaziyê teşwîq bikin. Di encama vê de zimanekî hate ferzkirin: Fransî. Çandên herêmî lawaz kirin û ew daxistin asta folklorê. Herwiha wan li dibistanan qedexe kirin. Wekî ku dîrokzanê fransî Olivier Grenouilleau jî di pirtûka xwe ya “Nos petites patries” (welatên me yên biçûk) de dinivîse: “Yekparêzî alaveke mikemele ji bo rêvebirina welatekî wekî Fransa mezin û cihêreng.

Demeke dirêj, ferzkirina fransî li herêmên ku nedihat axaftin wekî ferzkirina “şaristaniyê” dihat qebûlkirin. Ji vî alî ve mirov dikare paraleliya bi kolonyalîzmê re bibîne. Jules Ferry (Serokwezîrê Fransayê û paşê jî bû Wezîrê Perwerdeyê) di 25ê Tîrmeha 1885’an de di Parlamentoya Fransayê de digot “divê mirov bi eşkereyî bêje nîjadên jor li ser nîjadên jêr xwedî mafê tehekûmê ne (…) ji ber ku wezîfeyeke wan heye. Wezîfeya sîvîlîzekirina nîjadên jêr.” Lewma jî ne şaş e ku mirov bêje heman dîtin niha li Fransayê serdest e ku Parisa bûye sembola “şaristaniyê”, karê  rizgarkirina çînên jêr ji “patois” (zarava, zimanê ne Standard  -wergêr) a wan a weset, bi riya perwerdeyê digire ser xwe.

Demeke dirêj, ferzkirina fransî li herêmên ku nedihat axaftin wekî ferzkirina “şaristaniyê” dihat qebûlkirin. Ji vî alî ve mirov dikare paraleliya bi kolonyalîzmê re bibîne.

Gelek ji van 20 zimanan hem devkî hem jî nivîskî gihîştine asta kevneşopiya edebî –lê digel vê jî ev edebiyat di qada perwerdeyê de heta di qada çandê de cî nagire. Feltin Palas vê yekî wiha îzeh dike:

Îzeha vê wekî ya pirsa berî niha ye. Dewleta fransî bi riya sîstema perwerdeyê heman vîzyonê ferz dike: Fransa xwedî yek çandê, çanda fransî ye. Yên mayî folklor in û lewma jî ne hewceye mirov bala xwe bide wan. Fêrkirina zarokan a ji bo hayjêbûna wan a edebiyatên din, bi vê vîzyonê re ne li hev e. Weşangerekî pirtûkên dibistanan curet dike bibêje, yek ji troubadourê (helbestvanên bi oksîtanî dinivîsin)  Bernat de Ventadour li “başûrê Fransayê” nivîsî ye”! Frederic Mistral ji bo berhema xwe ya bi provençalî (yek ji zaravayê zimanê oksîtanî) di 1904’an de xelata Nobelê wergirt. Lêbelê di dibistanê de qala vê nayê kirin.

Gelek ji “zimanên herêmî” xwedî zaravayên cuda ne û wekî mînaka oksîtanî, hin ji wan xwedî ortografiyeke xwerû ne. Feltin-Palas dîtinên xwe yên derbarê vê nîqaşa aktuel de wiha dibêje:

“Werin em zimanê herêmî biparêz in” pirtûka dawî ya  rojnameger Michel Feltin-Palas e. 

Bersiva vê kompleks e. Hin taybetiyên hevpar hene ku provençalî, gaskonî, auvergnantî, languedocî, lîmouzînî û vivaro-alpinê (her şeş zaravayên sereke yên oksîtanî wiha tên pênasekirin) bi hev ve girêdidin. Li aliyekî din, taybetî jî hene. Di vê konteksê de hin kes bala xwe didin tiştên ew bi hev re girêdidin. Lê hinek jî bala xwe didin tiştên ew ji hev vediqetînin. Li vir du komên sereke hene: A yekemîn “rastnivîsa klasîk e” û balê dikişîne ser sedsala zêrîn a zimanê oksîtanî yê ji aliyê troubadouran ve hatiye bikaranîn. Ev, xwe dispêrê rastnivîsa wê demê û lewma jî xwedî prestîj e. Lê belê kompleks e, ji ber ku ji Serdema Navîn û vir ve bilêvkirin diguhere. Axêverên aniha ku hay ji vê tune ne nikarin bi rihetî zimanê xwe nasbibin û kesên bî zimanî nizanibin wê şaş bilêv dikin. Duyemîn, “rastnivîsa Mistral” e û di demên dawî de derketiye holê. Avantaja wê ya sereke ev e, axêverên fransî ew bi hêsanî telafûz dikin. Dezavantaja wê jî ev e, ew nêzîkî fransî ye. Ez bi xwe tercîh nakim di vê nîqaşê de aliyekî bigirim, digel ku ez qebûl dikim her du alî jî mafdar in. Fikra min ev e, kesên parastina her yek ji van cureyên ziman kîjan argumanan bi kar bînin jî di esasê xwe de li heman alîyê cî digirin û divê li hemberê kesên dixwazin ew ji holê rakin bibin yek.

Zimanê baskî îstîsna ye: Bi rastî jî ew tekane zimanê herêmî ya li Fransayê ye ku hejmara axêverên wê zêde dibin.

Ji ber girîngiya binavkirinê, bi ya we ji bo pênaseya “zimanên herêmî” ya dewleta fransî terîma herî guncaw kîjan e?

Li gorî qenaeta min, ez ê qala zimanên “dîrokî”, “xwecî”, “kêmar” an “kêm tên bikaranîn” bikim. Lêbelê pisporên înternetê yên ez bi wan re li ser mijarê axivîm zelal in: Li ser motorên lêgerînê tu kes van terîman bi kar nayne. Lewma jî dema ez wan di gotaran de bi kar tînim, ez bi tenê bala kesên hay ji van terîman hene dikişînim. Pir hurmet dikim ji bo wan lê armanca min ev bû min bala beşa mezin a civakê bikişanda. Lewma divê min tercîhekê bikira. Bikaranîna terîmên min li jor behsa wan kir, ji aliyê zimanzaniyê ve rast bûn lê ew dem jî wê kêm kes nivîsên min bixwendana. An jî min ê terîma “zimanên herêmî” bi  kar bianiya û fikrên xwe belavî gelek derdoran bikira. Ji ber ku ez bi bandora dîtinên xwe eleqeder dibim, min ji bo riya duyemîn biryarê da. Ez îdîaya rastbûnê nakim lê dîtina min a niha wiha ye.

Hûn serfiraziya euskara ango zimanê baskî, dema bi zimanên din ên herêmî re danberhev dikin, vê yekê çawa îzeh dikin?

Zimanê baskî îstîsna ye: Bi rastî jî ew tekane zimanê herêmî ya li Fransayê ye ku hejmara axêverên wê zêde dibin. Ev yek bi riya perwerdeya bi pîvanga berfireh a bi zimanê baskî pêk tê ku dibe sebeb têra xwe axêver çêbibin û bi vî awayî jî dewsa kesên pîr tije bikin. Ev serfirazî ji ber çalakbûna civaka sivîl a baskî pêk tê. Pêşketina ziman xwe dispêre sê faktorên sereke: hejmara axêveran, besatiya (qebîliyet) zimanî û motîvasyona her axêverî. Faktora dawî pir girîng e. Li vir aliyekî pratîkî heye: Mirovekî meylekî zêdetir dide ji bo zimanekî fêr bibe, eger ew bikaribe bi vî zimanî xwendina xwe temam bike û karekî bibîne (Sebeb ev e çima li Fransayê gelek kes fêrî îngilîzî dibin). Û faktora nasnameyê: Ev yek bi hesta kevnbûna koka miletê ve eleqeder e yan aîdbûna ax û çandekê ye.  Li aliyê Îspanyayê (herêma baskî lê tê axaftin) ev faktor tev bi hev re hene. Li aliyê Fransayê faktora nasnameyê derdikeve pêş lê ya pratîkî zêdetir girîng e.

Bi ya we “perwerdeya îmersiyonê” ku bi saya wê zarok di salên ewil de perwerdeya hemû dersan bi zimanê xwe yên herêmî dibin, dawiya dawî ji aliyê dewletê ve wekî tekane riya teşwîqkirina van zimanan tê qebûlkirin? 

Bersiva vê pirsê ne hêsan e. Ji aliyê pedagojiyê ve, ev, metoda herî baş e ji bo “hilberîna” axêveran di nava civakeke ku niha bi tevahî fransîaxêv e.  Di heman demê de tê zanîn, xwendekarên di nava vê pergala perwerdeyê de di warê fransî de jî ne xwedî dezavantaj in. Berovajiya vê, raporeke Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê ya derbarê Diwan de (dibistanên îmersiyonê yên bi brezhoneg an bretonî ku zimanekî kelt e) nîşan dide, xwendekarên di van dibistanan de di warê fransî de ji xwendekarên pergala dibistanên fermî serfiraztir in! Lewma dibistanên îmersiyonê amûrê baş in ji bo bihevrebûna perwerdeya serfiraz û cihêrengiya çandî. Mixabin, mirov divê bi îdeolojiyê re têkoşînê bike… li Parisê, saziyên hêzdar ên wekî Wezareta Perwerdeyê, Konseya Makeqanûnê, Konseya Dewletê hîn jî zimanên herêmî ji bo yekitiya neteweyî û fêrbûna fransî wekî xetere qebûl dikin. Em hêvî bikin rastiyên heyî wê rojekê ew kesan bikin xwedî fikreke maqûl da ku maqûl bifikirin

Kî ye Feltin Palas?

Feltin-Palas rojnamevan e ku di heftenameya fransî L’Express de dinivîse. Di wir de newslettereke li ser cihêrengiya ziman a Fransayê diweşîne. Ew di heman demê de nivîskarê çend pirtûkan e ku li ser mijarê wan ziman e. Yek ji wan “Sauvons les langues régionales” e (Werin em zimanên herêmî biparêzin) ku di 2022’an de hatiye weşandin. Di vê pirtûkê de ew, sebebên dîrokî û polîtîk ên hukumeta fransî beyan dike da ku naskirina zimanên bi fermî “zimanên herêmî” tên pênasekirin bi sînor bike, analîz dike. Pirtûk, li ser 20 zimanên ku niha li Fransayê bi awayekî dîrokî tên axaftin disekine.

————————

Filip Noubel

Heypeyvîn: Filip Noubel

Filip Noubel yek ji edîtorê Global Voicesê ye.

Ev hevpeyvîn cara ewil di Global Voicesê de hatiye weşandin. Sernivîsa orjînal a hevpeyvînê “Tirsa saziyên Fransayê ji pirzimaniyê: Hevpeyvîneke bi aktîvîstê ziman Michel Feltin-Palas re” ye. 

Wergera ji îngilîzî: Necat Ayaz

Fotoyê rûpela ewil: V Mouchel/Bep/Ouest France 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …