Baska li Fransayê dike dibe xwediyê saziya xwe

 

 

 

Gelê Baskê yên li aliyê Fransayê dijîn dikin ku bibin xwediyê yekemîn saziyên xwe yên neteweyî. Waliyê (prefect) Pyrénées-Atlantiques a li başûrêrojavayê Fransayê pêşniyaz kir ku yekitiya şaredariyên baskî bê damezrandin. Eger şaredarî vê pêşniyazê qebûl bikin wê di 2017’an de saziya ji bo yekitiyê dest bi xebata xwe bike.

Saziya ku wê şaredariyên baskî di bin banê xwe de kom bike di dîroka Fransayê de gava yekemîn e ya ber bi naskirina fermî ya Welatê Bask ê Bakur de. Saziya bi navê Saziya Fermî ya Hevkariya Nav-Şaredariyan ji aliyê waliyê Pyréneés Atlantiques Pierre-André Durand  hat pêşniyazkirin. Durand pêşniyaz kir ku li vê wîlayetê neh komşaredariyên bi vî rengî bên damezrandin ku yek ji van komşaredariya ji bo herêma Baskê ye.

Beriya saziya komşeradariyan bê damezrandin divê şaredariyên baskî vê pêşniyazê qebûl bikin. Bi armanca fêrbûna nêrînên wan wê di buhara 2016’an de her meclîsên şaredariyên li Welatê Bask ê Bakur kom bibin û biryarê bigirin. Tê ragihandin ku ji bilî çend şaredariyan, piraniya şaredariyên baskî ligel vê pêşniyazê ne û di dengdayinên di 2016’an de wê damezrandina saziyê qebûl bikin.

Di çarçoveya damezrandina komşaredariyan de hêzên dikevin destê saziya nû ev in: Pêşketina aboriyê, polîkaya bajarvaniyê û kontrola avê. Lê hiqûqa fransewî destûrê dide ku hêzên di warê çand, hawîrdor, ziman û hevkariya bi herêmên cîran ên li wî aliyê sînor jî bê transferkirin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …