Swêd xizmeta ji bo dewletê ferz dike

Li Swêdê  xebata ji bo alîkariya lezgîn a xizmetên belediyeyan bê ferzkirin.

Ev jî tê vê wateyê, kesên naxwazin xizmetên leşkeriyê bikin wê heta demekê ji bo xizmetên aîlkariya lezgîn a belediyeyan xebatê bikin.

Swêd sîstema xebata ji bo xizmetên alîkariya lezgîn li ser welatiyan ferz dike.

Hukumeta Swêdê bi vê biryarê hewl dide kapasîteya xwe ya parastinê xurtir bike.

Ev jî piştî biryara tevlîbûna NATO’yê bû yek ji gaveke din a hukumetê ya di riya polîtîkaya nû ya ewlekariyê de.

Serokwezîrê Swêdê Kristersson biryara nû di daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê ya bi wezîrên Parastinê û berpirsê xizmetên sivîl re li dar xist.

Krissterson got, ew ê xebata ji bo alîkariya lezgîn a xizmetên belediyeyan bê ferzkirin.

Ev jî tê vê wateyê, kesên naxwazin xizmetên leşkeriyê bikin wê heta demekê ji bo xizmetên aîlkariya lezgîn a belediyeya nxebatê bikin.

Lîderê Swêdê îdîa kir, ji ber şerê Ukraynayê û krîza heyî de biryareke wiha pêwîst e.

Berî niha jî hukumeta Swêdê biryar dabû, hejmara leşkerên xwe heta sala 2030’an bi qasî 10,000 zêde bike.

Guherîna polîtîkaya bêalîbûnê

Berî niha jî hukumeta Swêdê biryar dabû, hejmara leşkerên xwe heta sala 2030’an bi qasî 10,000 zêde bike.

Swêd havîna borî dawî li polîtîkaya xwe ya bêalîbûna 200 salan anîbû û biryara tevlîbûna NATO’yê dabû.

Di tîrmeha 2021’an de jî hukumete Magdalena Andersson a Swêdê bi NATO’yê re protokola tevlîbûnê îmze kiribû.

Lê digel bê protokolê jî, ji ber mixalefeta Tirkiyeyê û Hûngaryayê Swêd nikare bibe endamê rêxistina leşkerî.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …