Fransa tedbîrên ji bo parastina zimanên kêmar red kir

Parlamentoya Fransayê pêşniyazqanûneke din a ji bo berfirehkirina mafên zimanên hatine kêmarkirin red kir. Bi tenê 27 parlamenter beşdarê dengdayina ku di 14’yê Çileyê de hate lidarxistin bûn û ji wan 14 parlamenter li dijî Pêşniyazqanûnê dengên xwe bi kar anîn.

 

Pêşniyazanûn ji aliyê parlamenterê breton Paul Molac ve hat amadekirin û tê de naskirina derfeta îmersiyona zimanên kêmar di dibistanên fermî de û destekirina ziman di qada fermî û medyayê de cî digirt. Pêşniyazqanûn bi taybetî ji Konseya Weşana Radyo û Televîzyonê daxwaz dikir ku dema ji bo weşana bi ziman û çandên hatine kêmarkirin hatiye veqetandin kontrol bike.

Modela îmersiyonê cara pêşî li eyaleta fransîaxêf Quebecê ya li Kanadayê hatiye meşandin. Di vê modelê de  hemû xwendekarên zarok di salên ewilî de bi zimanê herêmê tên perwerdekirin. Hebûna zimanê fermî gav gav di mifredatê de tê zêdekirin.

Sala borî di 28’ê Cotmehê de Parlamentoya Fransayê nîqaşkirina pêşniyazqanûna ji bo erêkirina Şertê Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar red kiribû.

 

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …