Perwerdeya bi bretonî pêş dikeve

Li herêma Bretonyayê ya li Fransa’yê perwerdeya bi zimanê bretonî ji % 4.3 pêş ket. Hejmara zarokên ku diçin dibistanên ku bi bretonî û bi duzimanî perwerde tê kirin zêde bû.  

Hejmara zarokên diçin dibistanên fermî yên duzimanî Div-Yezh’ê gihîşt 6,662’an ku tê wateya ji % 6,5 mezinbûnê û hejmara zarokên diçin dibistanên katolîk ên bi navê Dihun jî gihîşt 4,971’ê ku ev jî tê wateya ji % 3 mezinbûnê. Niha li dibistanên Dihun ku bi bretonî perwerde lê tê kirin 3,705 zarok dixwînin û vê hejmarê jî ji % 2.2 zêde bûye.

Bajarê Brestê ya li Wîlayeta Finistere’yê bi hejmara zarokên ku diçin dibistanên ku bretonî perwerde lê tê kirin, derdikeve pêş. Li Brestê bi tevahî 57,442 zarok ku piraniya hejmara zarokên di temenê dibistanê de ne pêk tîne, diçin dibistanên bi vî rengî.

Serfiraziya di pêşketina perwerdeyê de bi biryardayina dêbavên li herêmê ya ji bo parastina zimanê bretonî nîşan dide. Herwiha, xebatên Publik ar Brezhoneg (Ofîsa Fermî ya Zimanê Bretonî) û gelek saziyên din di warê pêkhatina vê encamê de diyarker e.

Lê divê bê gotin ku têkoşîna zimanê bretonî hîn bi ser neketiye. Zêdebûna hejmara xwendekaran pêdiviya ji bo zêdetir mamosteyan ku xwedî besatiya di zimanê bretonî de ne, derdixe holê. Kêmbûna van mamosteyan û tunebûna desteka Fransayê ji bo dibistanên ku bi bretonî perwerde lê tê kirin, du astengên mezin in li ser riya vejîna zimanê bretonî.

Çavkanî:

http://www.npld.eu

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …