Nifûsa Çînê kêm dibe

Di 60 salên dawî de cara pêşiyê nifûsa Çînê kêm dibe.

Rêvebiriya Pekinê ragihand, îsal li gorî par nifûs 850,000 kêm bûye.

Nifûsa Çîna ku 1,4 milyar mirov li ser xaka wê dijîn, êdî kêm dibe.

Rêvebiriya Pekinê ragihand, îsal li gorî par nifûs 850,000 kêm bûye.

Ev jî tê vê wateyê, di 60 salên dawî de ev cara pêşiyê ye li Çînê tiştekî wisa pêk tê.

Li gorî Ofîsa Neteweyî ya Îstatîstîkê ya Çînê, par 9.5 milyon kes hatine dinyê.

Lê aliyekî din jî 10.4 milyon welatî mirine.

Cara dawî nifûsa Çînê di sala 1960’an de kêm bûbû.

Ev yek ji ber xelaya ku di encamê polîtîkayên çandiniyê yên Mao Zedung de pêk hatibû.

Paşê, nifûsa Çînê careke din gav bi gav zêde bûbû û dewlet ji bo pêşîgirtina vê ketibû nava hewldanan.

Hukumeta Çînê di salên 1980’an de dest bi meşandina “polîtîkaya yek-zarok” kiribû.

Ev polîtîkaya dîzayna nifûsê ji ber tirsa wê nifûs kêm bibe, di 2016’an de hatibû bidawîkirin.

Pekinê di sala 2016’an de destûra mafên 3 zarokan dabû malbatan.

Hukumeta Çînê di salên 1980’an de dest bi meşandina “polîtîkaya yek-zarok” kiribû.

Ev polîtîkaya dîzayna nifûsê ji ber tirsa wê nifûs kêm bibe, di 2016’an de hatibû bidawîkirin.

Alîkariya ji bo zarokan

Niha li Çînê rêvebiriyên lokal ji bo pêşî li kêmbûna nifûsê bigirin hin însîyatîfan dimeşînin.

Li herêmên Çînê rêjeya zêdebûna nifûsê. 90 ji % nifûsê li rojhilat û başûrêrojhilatê welêt dijîn. Jêder: Wikicommon

Bo nimûne, li bajarê Şenzenê ya li başûrê welêt heta zarok dibe sê salî alîkariya malbata tê kirin.

Li vî bajarî ji bo zarokê ewil 3,000 yuan (444$) tê dayîn.

Dema hejmara zarokan dibe sê, mîqtara pereyan jî dibe hildikişe 10,000 yuanî.

Bajarê Jinanê ji serê vê salê û vir ve 600 yuan alîkarî dide dêbavên dibin xwediyê zarokê duyemîn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …