Fransa divê zimanên herêmî nasbike

 

Wekîlê Bretonyayê yê Parlamentoya Fransa’yê Paul Molac da xuyakirin ku divê Fransa zimanên herêmî nasbike.

Molac diyar kir ku komar ji aliyê etnîk û olî welatiyan wekî hev dibîne lê di warê ziman de newekhevîtî dom dike. Li gorî wekîl, ji sala 1992’an û vir ve vê newekhevîtiyê ji aliyê qanûna bingehîn a Fransayê ve hatiye fermîkirin.

Parlamenterê Breton Molac di 2016’an de jî pêşniyazqanûneke din a ji bo berfirehkirina mafên zimanên hatine kêmarkirin bo Parlamentoyê amade kiribû lê vê pêşniyazqanûnê ji aliyê Parlamentoyê ve hatibû redkirin.

Di Cotmeha 2015’an de jî Senatoya Fransayê erêkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar red kiribû. Di vê dengdayinê de. senatorên rastgir dengên xwe li dijî pêşnûmaqanûnê bi kar anîbûn.

Înfowelat

.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …