Ziman

Kampanyaya perwerdeya bi zimanê dayikê bi dawî bû

Kampanyaya bi daxwaza Perwerdeya bi Zimanê Dayikê û betalkirina “Sonda me (Andimiz)” ku 4’ê Îlonê bi beşdariya saziyên ziman, perwerde û rêxistinên din ên sivîl hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di pêvajoya kampanyayê de li Amed, Wan, Batman, Riha, Sêrt, Dêrsim, Îdir, Qoser, Erxenî, Farqîn, Şirnex, Nisêbîn, Sirûc, Hewag, Bîrecûk, …

Bêtir »

Li Qoserê çalakiya perwerdeya zimanê dayikê

Li navçeya Qoserê ya girêdayî Mêrdînê, bi armanca qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan, daxwazname hatin dayîn. Di çalakiya ku ji aliyê şaxa Qoserê ya KURDÎ-DER’ê hatibû lidarxistin de, bi daxwaza qebûlkirina mafê zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan daxwazname …

Bêtir »

Di dibistanên taybet de perwerdeya bi kurdî wê pêkan be

Hat bihîstin ku gava herî balkêş a di Pakêta Demokratîkbûyinê de ku ji Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan re hatiye pêşkêşkirin, di warê perwerdeya zimanê dayikê de ye. Bi vê pakêtê tê xwestin ku  di dibistanên taybet de pêşiya perwerdeya zimanê dayikê bê vekirin. Pakêta ku pêşkêşî Erdogan hatiye kirin, ji …

Bêtir »

Pirtûkek nû li ser cihêrengiya ziman a li Ewropayê

Li ser cihêrengiya ziman a li Ewropayê pirtûkek bi katalanî hat weşandin. Pirtûka bi navê “Yekitiya Ewropayê: Mozaîkeke Zimanî” ji aliyê profesorê Fîlolojiya Katalanî û Zimanzaniya Giştî ya Zanîngeha Giravên Balearê Jaume Corbera hat nivîsandin. Naveroka pirtûka ku ji 316 rûpelan pêk tê, ji aliyê cografîk ve bi sînorên Yekitiya …

Bêtir »

Puanê Beşa Zimanê Kurdî ji yê Tirkî bilindtir bû

Li zanîngehên Mêrdînê, Mûşê û Çewlikê (Bîngol) ji bo mamostetiya kurdî, Beşa Ziman û Wêjeya/Çanda Kurdî hatibû vekirin. Li van zanîngehan, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî jî heye. Lê, îsal puanê beşa kurdî ji beşa tirkî zêdetir bû. Encama Azmûna Bicîhkirinê ya Lîsansê (LYS) ya 2013 û 2014’an diyar bû. …

Bêtir »

Li Mêrsînê sertîfîqayên kurdî hatin dayîn

Ciwanên ku qursa kurdî ya ji aliyê Navenda Şêwirmendiya Ciwanan a Şaredariya Akdenîzê û Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Mêrsînê hat lidarxistin qedandin, sertîfîqayên xwe wergirtin. Bi merasîmeke ji bo vê mijarê hat li dar xistin de sertîfîqayên 20 ciwanan hatin dayîn. Endamên Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Kenan Şen û Cemîl Elden, …

Bêtir »