Komkujî an post-komkujîya kurdî?

Dîlawer ZERAQ

Heke behs ew kes bin ku qada dîjîtal bi awayekî azadtir û berfirehtir bi kar nayînin, ez dibêjim ew ne di nav çalakîyeke, pêkanîneke komkujîyê de ne; ew, bi wateya peyvê ya “piştî-paş”, di qonaxa postkomkujîyê de ne ku di rastîya xwe de zêde tiştekî ku “bikujin” jî nemaye.

Belkî jî gunehkarkirineke beralîkirî ye an jî tawaneke alîyê xwe nedîtî ye, navê ku li rapirsînê hatiye kirin. Naveroka peyva komkujîyê çendî hişk e ew çend jî di qada dijîtal de hişktir dide der. Heke hebe sedemeke vê hişkîyê, dîsa jî ne ji ber dijîtalbûnê, helbet ji bikarhênerên dijîtal diqewime ku ji bo kurdî timayîyeke nedîtî nîşan didin.

Kurd, di meseleya ziman de, ji hev dabeşbûneke pircureyî didin der. Her yek beşekê, sedemeke wan heye ku çima bi kurdî dinivîsin an jî çima bi kurdî nanivîsin di qada dijîtal de.

Heke behs ew kes bin ku qada dîjîtal bi awayekî azadtir û berfirehtir bi kar nayînin, ez dibêjim ew ne di nav çalakîyeke, pêkanîneke komkujîyê de ne; ew, bi wateya peyvê ya “piştî-paş”, di qonaxa postkomkujîyê de ne ku di rastîya xwe de zêde tiştekî ku “bikujin” jî nemaye.

Ji ber ku qada dîjîtal, her çend ji bo kurdî bervekirî be jî, tu carî bi awayekî çalak û kartêker xizmetî kurdî nekiriye û ez ne li ser wê fikirê me ku bikaribe bike jî. Ji ber ku jîyana rojane û ya li ber çavan, heta ku dor tê ser qada dîjîtal, ji Kurdîbûnê dûr diçe û çi kesê ku bibe rêwîyê vê dûrçûnê, paşê li xwe biwerqile jî, ji bo şûnvegerê bêdilî û bêvînîyê dike.

Zimanê ‘asta duyem’

Ji hêleke din ve jî, hin kesên kurd hene, jixwe ji mêj ve ya xwe, bi taybetî bi tirkî bilî dibin û ev yek ne tenê wekî hînbûyînekê di wan de dide der. Piranîya wan kesan rojnamegerên kurd in û tirkî, wekî zimanekî agahîyê, wekî zimanekî nûçeyan, wekî zimanekî şirovekirinê, wekî zimanekî pêbilîbûnê, wekî zimanekî dilînan, wekî zimanekî evîndarîyê, wekî zimanekî hêrsê û ya herî kartêker, wekî zimanekî zanabûn û polîtîkbûnê, sedema hebûna wan e. Ew kes, bi hişmendiyeke ecêb, bi helwesteke daşikînkar (reductive), tenê di pêwendiyên xwe yên diyarkirî de (bi dê, bav, hin heval, belkî xwişk û bi bira re), kurdî dikin zimanê xwe yê ‘asta duyem.’

Di vî halî de, pir jî ne hêja ye an jî ne kartêker e em rabin rexne li wan bikin. Ji ber ku ne qada dîjîtal be, ew ê di qadên din de jî tu carî rû li kurdî xweş nekin û ew ê li ser xeta xwe ya tirkî biajon.

Ez hêvîdar im, rapirsiyên ji vê û şûn de, bêtir bala xwe bibin ser pirsa, “gelo em dikarin bi çi reng û awayî kurdî bikin zimanê agahiyê û hiş û bîrê da ku ji helwestên modernîst bifilite û bibe bersiv ji agahiya roja îro re” û li bersivên wê bigerin.

——————————–

Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Xwîn herikî li Mistonê

Avreş JIYAN Berbanga sibehê bû. Bayeke havînê ji zozanên bakur veqetiyabû û derdor serûbin dikir. …