Heval Dilbihar: Bi taybetî, divê em hemû kurd di nava xwe de û di nava her qadeke civakî de di çarçoveya pergaleke alternatîf a perwerdeyê û bi riya tevgereke tevahî ya tevgir û hevgir a zimanê kurdî, bi giyanekî herî têkoşer û şoreşger xebatên rêxistinkirin, hişmendî û hîndekariya/perwerdeya bi kurdî û ji bo kurdî bimeşînin;
Di 6ê çirîya pêşîn (cotmeh) de li bajarê Enqereyê ji aliyê Komîsyona Perwerdeyê ya DEM Partiyê ‘Konferansa Polîtîkayên Perwerdeyê’ hat lidarxistin.
Di konferansê de ji aliyê dîrokî û civakî ve pergala perwerdeyê ya li Kurdistan û li Tirkiyeyê, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya perwerdeya azad, demokratîk, zanistî û perwerdeya bi zimanê dayikê û jinûveavakirina pergala perwerdeyê nirxandin hatin kirin.
Di konferansê de mijara herî zêde derketiye pêş mijara perwerdeya bi zimanê dayikê bû.
Yek ji beşdarên konferansê Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar bû. Dilbihar bi cil û bergên kurdewar beşdarî konferansê bû û li ser mijara ‘Têkoşîna Ji Bo Perwerdeya Zimanê Dayikê’ bi zimanê kurdî nirxandinên berfireh kirin û bal kişand ser hovîtiyên li ser zimanê kurdî, girîngî û pêwistiya têkoşîna ji bo zimanê dayikê, bi taybetî jî têkoşîna ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî. Li ser rewşa zimanê kurdî ya dîrokî û rojane, li ser kurdîkujiyê, têkiliya hovîtiyên li ser kurdî û dagirtina Kurdistanê û têkoşîna ji bo rizgarî û azadiya neteweya kurd û kurdî nirxandin kirin.
Dilbihar destnîşan kir ku bi giştî zimanê kurdî, bi taybetî jî statuya zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo kurdan xeteke herî sor û jêneger e ya neteweyî û jiyanî ye; ji bo pêkanîna vê yekê jî divê hemû kurd û hemû derdorên şoreşger, demokrat, azadîxwaz û mirovahîparêz têkoşîna xwe bênavber, di her şert û mercan de û li her derê xurtir û berfirehtir bikin.
Em derbarê mijarê de bi Heval Dilbihar re axivîn. Dilbihar wiha axivî:
“Bi sedan sal in, bi taybetî jî li gel avabûna komara tirk a tirkperest li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên tubehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin, dortengkirin û di nava demê de hewldanên helandin û jiholêrakirina neteweyên ji bilî tirkan û zimanên ji bilî zimanê tirkî tên meşandin. Bi taybetî li ser neteweya kurd û zimanê kurdî hovîtiyeke mezin pêk hatiye û ev yek hê di roja me de jî bi awa û rêbazên nûjenkirî û rojanekirî berdewam dike.
Bêguman me kurdan tu car ev yek qebûl nekir û dê tu car qebûl nekin jî. Em kurd jî dixwazin wek wan neteweyên din di her qada jiyanê de bi welat, nasname, çand, ziman û nirxên xwe yên din ên xwebûnî/neteweyî bijîn. Ji ber vê em bi salan e bênavber têdikoşin.
Daxwazên me kurdan ên di mijara zimanê kurdî de zelal in. Zimanê ingilîzî, elmanî, erebî, farisî, tirkî û zimanên din xwedî kîjan mafan in kurdî jî xwedî heman mafan e.
Em kurd ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû merheleyan de û bi naverokeke li gor rasteqîniya nirxên neteweya xwe yên xwebûnî perwerdeya bi kurdî dixwazin. Em kurd dixwazin li her çar milên Kurdistanê û li her cihê ku kurd lê dijîn zimanê me di makezagonên navxweyî û zagonên navnateweyî de bibe xwedî statu, bibe zimanê fermî. Dixwazin zimanê kurdî û hemû navên kurdî li her derê ku kurdek lê heye û li hemû qadên fermî û qadên jiyanê serbest û azad bên bikaranîn. Pêşîlêgirtina van mafan û kiryarên li dijî kurdî sûcê mirovahiyê ye û di rastiya xwe de hovîtî ye, tevkujî ye, kurdkujî ye.
Belê, em kurd bi salan e li dji vê hovîtî, tevkujî û kurdkujiyê têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Ev têkoşîn hê jî berdewam e. Heta astekê daxwaza mêtingeran a jiholêrakirina zimanê kurdî û neteweya kurd di qirika wan de hişt. Helbet ev qet têrê nake; ji niha û pê ve ya girîng ew e ku ev têkoşîn bi awayekî şênber û tekûz bi ser bikeve û veguhere encamên mayînde mîsoger, veguhere sazkirina pergaleke xwebûnî/neteweyî ya zimanê kurdî. Ji bo vê jî divê têkoşîn ji her milî ve û li her qadê bê xurtkirin û berfirehkirin. Divê têkoşîna bi kurdî û têkoşîna ji bo kurdî li her derê Kurdistanê û li her derê Ewropa, Qefqesya û cîhanê yên ku kurd lê dijîn bi rengekî stratejîk bê bilindkirin û berfirehkirin.
Bi vê ve têkildar, divê em careke din diyar bikin ku çend qadên bingehîn ên têkoşîna ji bo kurdî hene. Têkoşîn û xebatên li dijî mêtingeran, têkoşîn û xebatên navxweyî, têkoşîn û xebatên girseyî/civakî, têkoşîn û xebatên navneteweyî/dîplomatîk.
Berî her tiştî divê hemû tevger, partî, sazî, dezgeh, platform, sendîka, şaredarî, qada rewşenbîr/entelektuel û hemû neteweya kurd zimanê kurdî di nava xwe de bikin xwedî statu, zimanê fermî û zimanê perwerde, têkoşîn, xebat, civîn, têkilî û jiyanê; hemû daxwazên ku dispêrin mêtingeran destpêkê di nava xwe de pêk bînin; stratejî, polîtîka, nexşerê, plansazî, budçe, xebatkar, bername û karnameyên ji bo zimanê kurdî amade bikin, bi raya giştî re parve bikin û pêk bînin.
Divê li dijî hişmendî û polîtîkaya mêtingeran a ‘her dem pişaftin û kurdîkujî, li her derê pişaftin û kurdîkujî’ têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bi giyanê seferberiyê û bi hişmendiya ‘her dem kurdî, li her derê kurdî’ bilindtir û berfirehtir bikin.
Bi taybetî, divê em hemû kurd di nava xwe de û di nava her qadeke civakî de di çarçoveya pergaleke alternatîf a perwerdeyê û bi riya tevgereke tevahî ya tevgir û hevgir a zimanê kurdî, bi giyanekî herî têkoşer û şoreşger xebatên rêxistinkirin, hişmendî û hîndekariya/perwerdeya bi kurdî û ji bo kurdî bimeşînin; li tevahiya Kurdistanê û li her derê cîhanê yê kurdek lê dijî, ji malan bigirin heta kolanan, ji mezrayan bigirin heta gundan, ji taxan bigirin heta kargeh, bazar, partî, sazî, dezgeh, şaredarî, hemû jîngehan, em her derê bikin wargeh, dibistan û zanîngehên kurdî, bikin kurdîgeh û li wan deran bi milyonan zarok, ciwan, pîr, kal û hemû beşên civaka kurd perwerde bikin. Divê baş bê zanîn ku kîjan derdorên kurd vê yekê pêk neyînin, li ser vê bingehê her dem û li her derê têkoşîneke stratejîk nemeşînin herî kêm qasî mêtingeran sûcdar in û hevparên kurdîkujiyê ne; bi taybetî jî qadên polîtîk, rêveberiyên xwecihî/şaredarî, rewşenbîr, zana û hemû derdorên ku xwedî zanebûn, erk, berpirsyarî û peywirên neteweyî, civakî, şoreşgerî, rewşenbîrî, insanî û wijdanî ne.”
———————————————–
Foto: Axaftina Heval Dilbihar a di konferansê de/ANF
Infowelat