Aktîvîstên ziman helwesta dadgehên fransî ya li hember baskî protesto kirin.
Çalakî ji bo protestokirina doza aktîvîstê ziman Gorka Torre hat lidarxistin.
Gorka Torre aktvîstekî zimane ku di dadgeha fransî de bi baskî axivîbû.
Aktîvîstên li bakurê Baskê helwesta dadgehên fransî yên li hemberê zimanê baskî protesto kirin.
Çalakîya duh ji bo protestokirina doza aktîvîstê ziman Gorka Torre hat lidarxistin.
Ciyê çalakîyê dadgeha fransî ya li bajarê Biarritzê (Bayonne) bû.
Çavdêrîgeha Mafên Zimanî ya Baskî Behatokia destekê da çalakvanên ziman.
Gorka Torre aktvîstekî zimane ku di dadgeha fransî de bi baskî axivîbû.
Ji ber axaftina baskî 2,500 euro cezayê pereyan li Torre hatibû birîn.
Dadgehên fransî bi hinceta ku bi zimanê fransî dizanin, mafê axaftina bi zimanê baskî nade welatîyên bakurê Baskê.
Destûra Bingehîn a Fransayê ji bilî zimanê fransî hebûna zimanên din nasnake.
Behatokia dide zanîn, mafê bikaranîna baskî bi awayekî sîstematîk li bakurê Baskê tê binpêkirin.
Herêma bakurê Baskê
Bakurê Baskê herêmeke li başûrêrojavayê Fransayê ye ku berfirehbûna wê bi qasî 3000 km² ye.
Herêm ji erdên Nafarroa Beherea (Basse Navarra), Lapurdi (Labourd) û Zuberoayê (Soule) pêk tê.
Nifûsa vê herêmê li derdora 300,000 ye.
Bakurê Baskê ku ku navê wê yê esil Iparralde de ye, girêdayê departmana Pyrénées-Atlantiques a Fransayê ye.
————————————————
Foto: Çalakîya aktîvîstên ziman a li Biarritzê/X.com
Infowelat