Kolektîfa Lingua Viua ji bo parastina zimanê aranî hişyarî da.
Kolektîfa ziman ji sazîyên herêmî daxwaz kir, destekê bidin bikaranîna civakî ya zimên.
Bernameya 30. a Corsa Aran per sa Lengua li Newala Aranê hat lidarxistin.
Kolektîfa Lingua Viua di bernameyê de ji bo parastina aranî hişyarî da.
Hat ragihandin, bikaranîna civakî ya aranî di rewşeke krîtîk de ye.
Kolektîfa ziman ji sazîyên herêmî daxwaz kir, destekê bidin bikaranîna civakî ya zimên.
Yek ji daxwazên kolektîfê cîbicîkirina Qanûna Ziman a 2010an e.
Lingua Viua ji hukumeta Aranê daxwaz kir, vê qanûnê bi awayekî kêrhatî cîbicî (bimeşîne) bike.
Herwiha, ji Konseya Giştî ya Aranê û ji meclîsên şaredarîyên li herêmê hat daxwaz kirin, di ragihandina xwe ya fermî de zimanê oksîtanî bi kar bînin.
Daxwaza dawî ya Lingua Viua ji civaka Newala Aranê bû.
Lingua Viua bang li civakê kir, xwedî li mafên xwe yên zimanî derkevin û oksîtanî di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin.
Newala Aran û mafên ziman
Newala Aranê herêmeke li bakurêrojavayê Katalonyayê ye ku nifûsa wê 10,000 e.
Aranî tevlî katalanî zimanê fermî yê herêmê ye.
Aranî diyalekteke zimanê oksîtanî ye ku di dîrokê de li herêmeke berfireh hatîye bikaranîn.
Katalonyayê di 1990 an de statuyeke taybet a xweserîyê da vê herêmê.
Di 2010an de hukumeta katalan bi qanûnekê, erkên Newala Aranê û mafên wê yên zimanî berfireh kirin.
Perwerde, çand, turîzm, spor, tendurustî û gelek xizmetên civakî ketin destên Newala Aranê.
Bi heman qanûnê hat qebûlkirin, hemû qanûnên Katalonyayê bi zimanê aranî jî bên weşandin.
———————————————
Foto: Dîmeneke ji bernameya parastina ziman a li Newala Aranê/Jornalet
Infowelat