Hevpeyvîn: Necat AYAZ
Elhuyar di qadên cuda de xebatê dike. Îro êdî departmanteke me ya teknolojîya ziman jî heye ku wergera otomatîk û senteza teknolojîya deng û hin alavên din ên bikaranîn û hebûna baskî ne tenê di qada kar de lê di qadên din jî misoger dike, pêş dixe. Elhuyar di 52 salên xwe de ji bo bersivê bide pêdivîyên di demê de di nava civakê Baskê de derketine holê, departmantên nû ava kirine.
Helene Armentia Artzak û Juanjo Perez Martinez de Lahidalga xebatkarên sazîya Elhuyar in ku di 1972an de li Welatê Baskê hatîye damezrandin. Armanca sereke ya sazîyê xurtkirina têkilîya zanist û zimanê baskî ye. Di vê çarçoveyê de, departmana teknolojîya ziman a gelek xizmet û alavan pêşkêş dike ku hebûn û bikaranîna baskî ya di gelek qadan de zêde dike. Helene Armentia Artzak berpirsa plankirina ziman e û Juanjo Perez Martinez de Lahidalga şêwirmendê plankirina ziman e di El Huyarê de. Necat Ayaz bi armanca balê bikişîne ser serborîya sazîyê ya ji bo tevgera zimanê kurdî, bi her du kesên navborî re hevpeyvînekê kir.
Qasî ku ez dizanim, her sazîyên di warê normalkirina ziman de xebatê dike dikin, di qadekê de pipor in. Lêbelê Elhuyar hem di qada kullîyatê de (corpus) hem jî di plankirina ziman de xebatê dike. Çima hûn xebata di her du qadan de tercîh dikin?
Elhuyar xwedî dîrokeke 52 salan e. Di destpêkê de armanca wê ya sereke standardkirina ziman û amadekirina ferhenga yekgirtî ya baskî bû. Çend sal pişt re, dema dibistanên “ikastolas” li Welatê Baskê dest bi perwerdeyê kirin (bêyî çarçoveyeke hiqûqî) Elhuyar çend kesên dilxwaz ji bo nivîsandina pirtûkên van dibistanan anî cem hev.
Çend sal piştî vê jî, li ser daxwaza şîrketan, Elhuyar dest bi kursên zimanê baskî yên ji bo qada kedê kirin (termînolojî, afirandina dokumanên standard hwd). Lêbelê me di dawîyê de ferq kir ku ev kurs têr nakin. Ji ber ku divê me ji bo zêdekirina bikaranîna baskî ya di şîrketan de bi rêyeke bêtir întegral plan kiriba: hawîrdora ziman tê de tê axaftin, baskîkirina tabelayên derve, ragihandina devkî, qada bazarê (marketing)…
Ji ber van sebeban Elhuyar di qadên cuda de xebatê dike. Îro êdî departmanteke me ya teknolojîya ziman jî heye ku wergera otomatîk û senteza teknolojîya deng û hin alavên din ên bikaranîn û hebûna baskî ne tenê di qada kar de lê di qadên din jî misoger dike, pêş dixe. Elhuyar di 52 salên xwe de ji bo bersivê bide pêdivîyên di demê de di nava civakê Baskê de derketine holê, departmantên nû ava kirine.
Hûn ji departmanta ziman a Hukumeta Baskê an rêxistineke din a di warê normalkirina ziman de xebatê dike alîkarîyê werdigirin? Hûn bi strûktûrên fermî û sivîl re ku hedefa wan normalkirina zimane çawa hevkarîyê dikin?
Em di qada xwe ya pisporîyê de anku di warê plankirina ziman de pirî caran alîkarî wernagirin. Şîrketên bi me re dixebitin (mişterî) girêdayî razemenîya wan a ji bo normalkirina bikaranîna baskî ya di xebata xwe de, dikarin alîkarîya madî werbigirin.
Li alîyekî din, piranîya sazîyên qada gelemperî divê ji bo xwe planên normalkirina baskî amade bikin. Loma, tevî ku em rasterast alîkarîya aborîyê ji hukumetê wernagirin, sazîyên lokal ên wekî me van planan dimeşînin.
Di qadên din de, bi taybetî jî yên ku lêkolîn ji bo wan pêwîst e, Elhuyar ji qadên din zêdetir alîkarîyê ji Hukumeta Baskê werdigire.
Ez texmîn dikim, pergala zimanî ya cihê ya li ser bingeha statuya baskî ya li her herêmî pêk tê karê we dijwartir dike. Hûn çawa vê realîteyê li ber çav digirin di dema amadekirina planên ziman de?
Em piranî ji bo amadekirina her planî gelek faktoran li ber çav digirin. Di nava van de çarçoveya hiqûqî jî heye. Ji bilî vê, em gelek agahîyên çendanî û çawanîyê jî berhev dikin ji bo teşhîseke rast. Û em planên xwe dispêrin van teşhîsan û beşdarîya kesên eleqeder amade dikin.
Ez bi taybetî bi planên zimanî yên ji bo şaredarîyan eleqeder dibim. Hûn dikarin derbarê amadekirin û meşandina planên we yên sektorî yên ji bo aktîfkirina bikaranîna baskî ya li asta şaredarîyan de hinek agahî bidin?
Erê, elbet. Wekî min got, berî her tiştî em hewl didin teşhîseke baş ji bo rewşa baskî ya di qadên cuda de bikin: perwerde, çalakîyên bêhnvedanê (bi taybetî zarok), spor, çand, qada sosyo-ekonomîyê…Û paşê em komeke xebatê ya ji nûnerên ji sektorên cuda yên civaka lokal û welatîyên bi mijarê re eleqeder ava dikin.
Ev kom 3 civînan li dar dixe:
- Civîna 1: Em bi beşdaran re teşhîsên xwe parve dikin. Em dîtinên wan berhev dikin ji bo teşhîsê temam bikin û ji nava wan daneyan yên herî giring destnîşan dikin.
- Civîna 2: Koma xebatê hedefên stratejîk, xetên sereke yên xebatê û çalakîyan terîf dike.
- Civîna 3: Koma xebatê ji bo planê pêş ve bibe li ser strûktûr û organîzasyonê disekine. Di vê civînê de van pirsan tên kirin: Ew ê çawa planê pêş bixin? Wê kî tevlî planê bibe? Wê heman kom bi armanca meşandina planê kordînasyona bi meclîsa bajêr re pêk bîne? Wê kî di nava “koma motor”de cî bigire?
Em ji bo planên zimanî metodolojîya beşdarbûnê bi kar tînin.
Şaredarên kurd di hilbijartinên xwecîhî yên li Kurdistanê de ji bo parastina kurdî di asta şaredarîyan de soza avakirina departmantên ziman dan. Dema em li ber çav bigirin ku ev yek wê bibe gava ewil a rêxistinkirî ya ji bo parastina kurdî, hûn ê ji bo şaredarîyên kurd çi tecrûbeyên xwe yên li Welatê Baskê pêşnîyaz bikin?
Ev pirseke dijwar e…lê ez bûma min ê ji hîndekarîya endamên meclîsê dest pê kiriba. Piştî vê gavê, teknîsyenên ziman wê bikaribin di warê plankirina ziman de bixebitin. Ev yek wê gaveke bi feyde be. Ligel vê, avakirina Komîsyona Zimanê Kurdî ku wê endamên meclîsê û welatîyên eleqeder tevlî bibin wê baş bibe. Komîsyon divê rewşê analîz bike û pêşniyazan bike.
Û berî her tiştî, eger hîn we nekiribe, teşhîseke baş a rewşa zimanê kurdî ya di nava meclîsên şaredarîyê û asta şaredarîyê de wê ji bo destpêkirina xebatê alîkarîyê bike.
Hevpeyvîn ji eslê wê ya îngilizî ku di Infowelat de hatîye weşandin, hatîye wergerandin.
——————————–
Foto: Juanjo Perez Martinez de Lahidalga û Helene Armentia Artzak
Infowelat