Zimankujî, weşangerîya dîjîtal û hevkarên kurd

Necat AYAZ

Youtubea ku derfetên zêrîn ên weşanê pêşkêş dike, bi destên weşangerên kurd de vediguhere qadeke komkujîya kurdî. Bi sedhezaran kes dibin aboneyên kanalên kesên bi tirkî weşanê dikin û bi hezaran kes rojane vîdyoyên weşanên bi tirkî temaşe dikin. Berjewendîyên şexsî û rêxistinî û her cûre populîzm bi rêya şopandina van kanalan tê xelatkirin û kurdî tê qurbankirin.

Zimankujî karesateke dema modern a cîhanê ye ku bi polîtîkayên hêzên serdest pêk tê. Ji bo binencamkirina qirkirina zimanên bindest pêdivî bi hevkarên ji civaka ziman lê tê axaftin heye. Bi saya vê derdorêm, zimanê serdest di nava civaka zimanê serdest de tora rê û rêçikên xwe berfireh dike. Koma hevkar a zimanê serdest diaxive û loma jî dikare di hîyerarşîya civakî-sîyasî de bilind bibe, aktoreke civakê ye ku xizmetê ji asîmîlasyonê re dike. Sîyaset, ol, întelîjansîya qadên sereke ne ku di asîmîlasyona ziman de rolên dîyarker dilîzin.

Di konteksta kurdî de berpirsê asîmîlasyona zimanî ya di nava kurdan de sîyaseta kurd e. Tevî ku kurdî bi lez ber bi xetereya potansîyel ve diçe (zazakî di nava lîsteya zimanên di xetereyê de yê UNESCOyê de ye) sîyaset -çi legal çi îlegal- tirkî wekî zimanê esas bi kar tîne. Alîyekî realîteya kambax a kurdan ku rojane xwe dûbare dike ev e.

Li alîyekî din, welatparêzîyeke ku parastina ziman wekî xebateke sereke dide ber xwe hewl dide vê sîyaseta asîmîlasyonê bêbandor bike. Ji ber ku hebûna amûrên wan ên ragihandinê yên neteweyî (TV, radyo û rojname) tune ne, dîjîtal dibe amûra wan a sereke. Qada dîjîtal bi teknolojîyên xwe yên ragihandinê dibe qadeke stratejîk ji bo tevgera parastina kurdî. Lêbelê hevkarîya bi asîmîlasyona zimanî ya di vê qadê de, potansîyela wê ya ji bo parastina kurdî pûç dike. Bi taybetî, Youtubea ku derfetên zêrîn ji bo kurdî pêşkêş dike, bi destên weşangerên kurd vediguhere qadeke komkujîya kurdî. Bi sedhezaran kes dibin aboneyên kanalên kesên bi tirkî weşanê dikin û bi hezaran kes rojane vîdyoyên weşanên bi tirkî temaşe dikin. Berjewendîyên şexsî û rêxistinî û her cûre populîzm bi rêya şopandina van kanalan tê xelatkirin û kurdî tê qurbankirin.

E-kovara Kurdistan a Infowelat di hejmara tîrmehê de dosyeyekê li ser zimankujîya dîjîtal a bi destên kurdan weşand. Deh aktîvîstên kurdî bi gotaran dîtinên xwe yên li ser mijarê eşkere kirin. Nuqteyên giring ên di gotarên nivîskaran de wiha derketin pêş:

Samî Tan:

“Heke em bi wan re şerekî ramanî û bîrdozî bikin divê em vî şerî ne bi zimanê wan, bi zimanê xwe an jî bi zimanekî cîhanî (bo nimûne îngilîzî, almanî, rûsî hwd) bikin. Em di vê qadê jî nîşanî wan bidin ku pêdîvîya me ne bi wan, ne jî bi zimanê wan heye. Bi vî awayî em dikarin wan mecbûrî naskirina kurdî bikin.”

Dîlawer Zeraq:

“Heke behs ew kes bin ku qada dîjîtal bi awayekî azadtir û berfirehtir bi kar nayînin, ez dibêjim ew ne di nav çalakîyeke, pêkanîneke komkujîyê de ne; ew, bi wateya peyvê ya “piştî-paş”, di qonaxa postkomkujîyê de ne ku di rastîya xwe de zêde tiştekî ku “bikujin” jî nemaye.”

Samî Hêzil

“Derûniya mirovê kolonîzebûyî timî bi hin hêviyên pûç dixape, wekî ez bi zimanê WÎ biaxivim ew ê min fêm bike û bi vî awayî (belkî) dê mafê min qebûl bike/min efû bike/ji min hez bike û hwd. Lê belê rastiya vê têkiliyê ev e, femkirin nîn e û axaftina bi heman zimanî jî vê yekê çareser nake. Derdekî kolonyal ê fêmkirinê, qebûlkirinê, efûkirinê û hezkirinê nîn e.”

Zana Farqînî

“Em ji qedexe û siyasetên red û înkarê behs dikin lê li van mecrayên dijîtal jî, wekî Youtube, twitter, facebook, malper hwd. zimanê serdest bi kar tînin. Bi wî zimanî weşanê dikin. Niyet çi be, encam dibe berdewamiya çerxa asîmîlasyonê, bêhêzbûn û têkçûna kurdî.”

Jîn Aryen

“Bi milyonan kesên ku ji bo xwedî li kurdbûn û nasnameya xwe derkevin têdikoşin, çima bertekên xwe dîsa bi zimanê hêzên dijber didin gelo? Di netewbûyinê de girîngiya ziman çi ye û di çi astê de tê dîtin? Xwedîlêderketinên ‘demkî’ dê çawa veguhere hişmendiyeke neteweyî û stratejîk?”

Îrfan Amîda

“Meseleya vejîna kurdbûnê heye. Berîya niha ew hişê kurdbûnê ya ez qal dikim piçek hebû. Fenomenolojîya kurdbûna sosyolojîk hebû. Me qîma xwe bi kurdbûnê danî. Lê nifşê niha qîma xwe bi kurdbûnê naynin.”

Heval Dilbihar:

“Di weşan, bernamesazkirin û her cureyê xebat, têkilî û danûstandinên di qada dijîtal de (çi bi deng, çi bi dîtbarî, çi bi nivîskî be) li şûna kurdî tercîhkirina bikaranîna zimanê biyanî ya ji aliyê kurdan ve li dijî hebûn û xwebûna kurdan, zimanê kurdî û nirxên kurdîtiya xwebûnî şerm, rûreşî, şîrheramî û bêbextî, neyartî, kujerî û celadiyeke mezin e.”

Cemîl Oguz

“Lê mesela li Başûr Rojnews heye çima beşa wê ya tirkî jî heye? Dîsa li Rojava Hawar News heye çima beşa wê ya tirkî heye?”

Hogir Berbir

“Divê zimanê ragihandinê de yê rewşenbîr û siyasetvan bi kurdî be. Ku vê nekin, karê dikin wê xizmetê ji zimanê kujer re anku ji tirkî re bike.”

Netîce Altûn:

“Wextê ku du hezar kurd nivîskar an jî sîyasetmedarekî bişopînin, tirkek an jî kurdek nîv-tirk dikare meraq bike, ji bo fahm bike li Google-wergerê binihêre û peyamê wergerîne û bi vî avayî kurdî bibe zimanê Kurdê nîv-tirkan û rêzdariyeke zimanê me heq dike bê dayin.”

Nêrînên di dosyeya zimankujîya dîjîtal a di e-kovara Kurdistanê de hatin weşandin daxwazên ji bo zimanparêzîyê yên întelîjensîyeya kurd îfade dike. Ez jî tevlî van nêrînan dibim û bang li aktîvîstên kurdî dikim, ji bo avakirina enîyeke parastina kurdî ya di qada dîjîtal de dest bi xebatê bikin.

Necat Ayaz: Kurdistan weşaneke antî-kolonyalîst e

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe. Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê …