Fransa fermîbûna zimanê kreol betal kir

Dadgeha fransî ya li Martiniqueê (Martînîk) fermîbûna zimanê kreol betal kir.

Xala 2. fransî wekî “zimanê Komarê” pênase dike û derî li fermîbûna zimanên din digire.

Dadgeha fransî ya li Martiniqueê (Martînîk) fermîbûna zimanê kreol betal kir.

Dadgeha Îdarî ya Fort-de-Franceê piştî serîlêdana walîyê fransî ya giravê vê biryarê da.

Zimanê kreol ku li Martiniqueê tê axaftin, di 2023an de bi biryara hikumeta herêmî, ligel fransî bûbû zimanê fermî.

Berî niha, Dadgeha Îdarî ya Bordeauxê bi awayekî demkî fermîbûna kreol betal kiribû.

Dadgehê biryara xwe spartibû xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê.

Xala 2. fransî wekî “zimanê Komarê” pênase dike û derî li fermîbûna zimanên din digire.

Meseleya fermîbûna ziman di salvegera 175. betalkirina koletîyê de ketibû rojeva Martiniqueê.

Martinique û kreol

Martinique giraveke li Deryaya Karayibê ye û bi statuya “kolektîvîteya teritoryal” parêzgeheke Fransayê ye.

80 ji % welatiyên li giravê neviyên koleyên Afrîkî ne û bi zimanê Kreol diaxivin.

Kreol (Kreyòl Matnik) di bin bandora gramer û peyvên fransî û zimanên rojavayê Afrîkayê de pêk hatiye.

Ji salên 1990an û vir ve kreol ligel fransî bûye zimanê perwerdeyê.

Li derdora 4,000 xwendekar perwerdeya kreol dibin.

———————————

Foto: Ala Martiniqueê

Infowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji Brukselê heta Kurdistanê: Helwesta N-VAyê ya li ser otonomî û mafên neteweyî 

Hevpeyvîn: Necat Ayaz  Partîya netewperwer a flaman N-VA ku konfederalîzmê daxwaz dike, li Belçîkayê hat …