Pirtûka bi sernavê ‘Ji bo galîsî’ azadî hat weşandin.
Hebûna galîsî ya di perwerde, edalet, rêveberî, televîzyon, platformên dîjîtal, aborî, tendurustîyê de mijarên vê xebatê ne.
Rewşa sosyolînguîstîk a zimanê galîsî bû mijara pirtûkekê.
Pirtûka bi sernavê ‘Ji bo galîsî azadî: Polîtîka, bikaranîn û meyla ziman li Galîsyayê’ hat weşandin.
Nivîskarên pirtûkê serokê Desteya Normalîzasyona Ziman (MESA) Marces Maceira û cîgira wî Elsa Quintas e.
Hebûna galîsî ya di perwerde, edalet, rêveberî, televîzyon, platformên dîjîtal, aborî, tendurustîyê de mijarên vê xebatê ne.
Bi boneya weşandina pirtûkê li bajarê Lugo yê Galîsyayê bernameyekê hat lidarxistin.
Nivîskarên pirtûkê di bernameyê de derbarê xebata xwe de axivîn.
Elsa Quintas got pirtûk ji xebat û raporên li ser zimanê galîsî pêk tên ku pêşkêşî sazîyên navneteweyî hatine kirin.
Marcos Maceiro jî da zanîn, wan bi armanca bigihîjin perspektîfeke ji bo parastina galîsî pirtûkê amade kirine.
Herdu aktîvîstên ziman paşê di derbarê xebata xwe de ji rojnameya Nosdiarioyê re axivîn.
Maceiro rexne li hukumeta Galîsyayê kir û got, hukumet ji mêj ve ye ji bo meşandina plana ziman ne dilxwaz e.
Elsa Quintas ji rojnameyê re got, “Eger vê planê bihatana meşandin wê gelek problemên zimanê galîsî bihatana çareserkirin.”
Zimanê galîsî
Galîsî (Galego)” zimanekî nêzîkî Portûgalî ye û li Galîsyaya li bakurêrojavaê Îspanyayê tê axaftin.

Zimanê galîsî di sedsala 13. de ji portûgalî veqetîyaye û di nava demê de taybetîyên xwe yên îro wergirtîye.
Li gorî daneyên berê yên Herêma Otonom a Galîsyayê, heta salên dawî 2.2 milyon welatî bi zimanê Galîsî diaxivîn.
Lê di 2021an de hat ragihandin, êdî li Galîsyayê herî zêde îspanyolî tê axaftin.
——————————————–
Foto: Marces Maceira û Elsa Quintas di dema danasîna pirtûka xwe ya li ser zimanê galîsî/Nosdiario
Infowelat