Rewşa aborîyê ya dibistanên zimanê bretonî Diwan nebaş e.
Tora dibistanên Diwan li herêma Bretonya ya li Fransayê perwerdeya duzimanî dikin.
Serokê hikumeta Bretonyayê Loïc Chesnais-Girard ragihand, rêveberî meseleya alîkarîyê xistîye rojeva xwe.
Rewşa aborîyê ya dibistanên zimanê bretonî Diwan nebaş e.
Tora dibistanên Diwan li herêma Bretonya ya li Fransayê perwerdeya duzimanî dikin.
Rêvberîya dibistanan ragihand, ji butçeya wan a salane 500,000 euro kêm bûye.
Ev jî bû sebeb hikumeta Herêma Bretonyayê têkeve nava tevgerê.
Serokê hikumeta herêmî Loïc Chesnais-Girard ragihand, rêveberî meseleya alîkarîyê xistîye rojeva xwe.
Herwiha, Loïc Chesnais-Girard bi bîr anî, divê hikumeta nû ya Fransayê rêzê ji peymana Fransa-Bretonyayê re bigire.
Ev peymana di 2022an de hatibû îmzekirin di derbarê perwerdeya duzimanî de ye.
Li gorî vê peymana, divê heta 2028an li % 50 yê pêşdibistan û dibistanên seretayî perwerde bi duzimanî (fransî-bretonî) bê kirin.
Niha li van dibistanan ji % 20ê perwerdeyê bi du zimanan tê kirin.
Bi heman peymanê, divê hejmara xwendekarên perwerdeya duzimanî bigihîje 30,000î.
Hêjayî gotinê ye, di 5ê îlonê de 20 parlamenterên breton derbarê rewşa perwerdeya li Bretonyayê ji serokê Fransayê Macron re nameyekê şandibûn.
Parlamenteran di nameyê de qala dijwarîyên di vê sektorê de kiribûn û ji Macron daxwaza destekê kiribûn.
Bretonya û zimanê bretonî
Bretonya (Breizh) herêmeke xwedî otonomîya îdarî ya li bakurêrojavayê Fransayê ye.
Nifûsa vê herêmê nêzîkî 5 milyone lê tevî vê jî kesên bi zimanê bretonî diaxivin ji 300,000 kêmtirin.
Temenê axêverên ziman di ser 60î re ne û ev jî wekî xetereyeke li hemberê ziman tê qebûlkirin.
Ji ber vê sebebê UNESCO bretonî wekî zimanekî “bi dijwarî di xetereyê de ye” pênase dike.
——————————————–
Foto: Pêşdibistaneke Diwan/Diwan.bzh
Infowelatf