Komek Rewşenbîrên Kurd destbi hewldana kirin da ku Tevayî Rewşenbîrên Kurd yên li Kurdistanê û Cîhanê li hev bicivînin û bo Kurd û Kurdistanê destpêşxeriyeke rewşenbîrî ava bikin û bi vê armancê jî Konferansekê lidar bixin. Koma Amadekar di derbarê vê Însiyatîfê de belavokek belav kir û bang li hemî rewşenbîrên Kurd …
Bêtir »Dersa zimanê dayikê têra fêrbûnê nake
Xwendekarên ku li Swêdê yek ji zimanên kêmneteweyî yên mîna romanî, samî yan jî fînlendî dixwïnin heftiyê herî zêde saetekê vê dersê dibînin. Radyoya Swêdê rapirsiyek şiyandiye ji hemû şaredariyên Swêdê re û ji bersivan diyar dibe ku zarok ji pêşniyazên têne kirin gelekî kêmtir dersa zimanê dayikê dibînin. …
Bêtir »Barkey: Kurd deriyê aramiya Rojhilata Navîn in
Lêkolînerê dezgeha ramanî ya Emerîkî Wilson Center derbarê rola Kurdan a li Rojhilata Navîn de gotarek nivîsî û ev analîza wî di rojnameya Financial Times de hat weşandin. Lêkolînerê amerîkî Henri Barkey di nivîsa xwe de Kurdan wekî “deriyê aramiya Rojhilata Navîn” bi nav dike û dibêje: “Kurd tu carî …
Bêtir »Encamên hilbijartinên li Rojhilatê Kurdistanê diyar dibin
Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, 7 parlamenter diyar bûn lê 2 namzet derbasî dora dudiyan bûn. Jimartina dengên hilbijartinên giştî yên Îran û Kurdistana Îranê ber bi xilasbûnê ve diçe. Li bajarên eyaleta Kirmaşanê ya Kurdistana Îranê jî jimartina dengan kêm mane û dikin xelas bibin. Li gorî agahiyan, …
Bêtir »Ji sendîkayek Brîtanyayê serdana hevşaredaran
Hevşaredar di serdana duyemîn mezintirîn sendîkaya Brîtanyayê de axivîn û bal kişande ser rîska mirina zarokên Sûrê û got, “Li wê derê nêzî 100-150 kes asê bûne, di nav wan de jin û zarok jî hene. Eleqeya bo Can Dundar û Erdem Gul hate nîşandan em dixwazin bo mirovên ber …
Bêtir »Rewşa hilbijartinan li Rojhilatê Kurdistanê
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dengdana bo hilbijartina nûnerên Civata Şûra ya û Civata Pisporên Rêberî berdewam e. Aliyên siyasî ji bo bidestxistina 290 kursiyên Civata Şûra û 88 kursiyên Civata pisporan hevrikiyê dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê, hejmara kesên ku berê xwe didin navendên dengdanê kêm e, li gor agahiyên …
Bêtir »Parlamenterê HDP’ê: “Ewropa berpirsê komkujiya kurdan e”
Parlementerê Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz li Stasbourgê beşdarî panelekê bû û derbarê êrişên Tirkiyayê yên li dijî gelê kurd de axivî. Bi sedan kurdistanî û dostên wan ev 3 roj in ku li ber avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya …
Bêtir »Şerê li Tirkiyeyê mohra xwe li gotûbêjên Parlamentoya Swêdê xist
Derheqê siyaseta derve ya Swêd de gotûbêja herî girîng ya salê îro hate kirin. Û yek ji pirsên sereke şerê Tirkî yê li hemberî kurdan bû. Îro danezana siyaseta derve ya Swêdê hate xwendin û paşê di parlemanê de ew hate gotûbêj kirin. Danezana hikûmetê ji aliyê Wezîra Derve Margot …
Bêtir »Lewheyên kurdî hatin daliqandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, lewheyên nîşandana cih û aliyan ên rê û rêbarên sereke hatin danîn. Şaredariya Bajarê Mezin heman xebatê li gundan jî dimeşîne û aşkere kir ku ew ê îsal li ser riyeke 500 kîlometir lewheyên destnîşankirina rê û aliyan bidaliqînin. Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya …
Bêtir »‘Tenê bi panel û daxuyaniyan kurdî nakeve nava jiyana civakî
Şair û nivîskarên kurd bi yek dengî û tek rengî dibêjin: Tenê bi panel, daxuyanî û meşan zimanê kurdî nakeve nav jiyana civakî, divê polîtikayên kurdan ên li ser zimanê kurdî jî bêne guherandin. Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li pêş avahiya …
Bêtir »Samî Tan: Divê Zimanê Kurdî Bibe Xwedî Statuyeke Qanûnî
Lazim e rêvebirîyên heremî li gor rengên civakên xwe sîstema perwerdê ava bikin. Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Samî Tan bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ji Dengê Amerîka re peyîvî. Birêz Tan got, ‘Divê zimanê Kurdî li Tirkîyê bibe xwedî statuyeke yasayî’. “Pergala Tirkîyê heta …
Bêtir »Nûnerên PE’yê ji bo Sûrê li Amedê bûn
Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, di serdana parlamenterên Parlamentoya Ewropayê de axivîn û xwestin ji bo sîvîlên li nav Sûrê korîdora mirovîn were vekirin. Hevşaredaran diyar kir ku “rewşeke ku nirxên hiqûqî û mirovîn dide zorê diqewime” û got ku ev rûdan pirsgirêkê girantir û travmatîktir dike. Parlamenterên …
Bêtir »Êrîşa li dijî PEN’a Kurd a li Amedê hat şermezar kirin
Êrîşa li dijî navenda PENa Kurd ya li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat şermezar kirin. Navenda PENa Kurd ku li Sûra Diyarbekirê ye rastî êrîşê hat. Ev nêzî du meh in ku bajarokê Sûrê bi rûxandin û wêrankirinê re rûbirû ye. Bûyer 5-ê Sibatê pêk hat. Di heman demê de …
Bêtir »Li Diyarbekirê kar ji sedî 50 kêm bû
Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) ragihang ku, ji ber şer pevçûnan, li bajêr 10 Hezar kes bêkar man, kar ji sedî 50 kêm bû û bi hezaran şîrket neçarî piçûkbûnê man. Odeya Bazirganiyê, li gel nûnerên saziyên sivîl, ji bo pêşniyariyên çareseriya siyasî, aborî û civakî komxebatek da destpêkirin. …
Bêtir »Hevşaredar bi rayedarên KONGREyê re
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol, li Brûkselê bi rayedarên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) re hevdîtinek pêk anîn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce …
Bêtir »Di Roja Azadiya Szeklerê de banga ji bo çalakiyan
Konseya Neteweyî ya Szeklerê ya bang li gelê xweserîxwaz kir ku di Roja Azadiya Szeklerê de li Romanya û cîhanê xwepêşandan li dar bixe. Konseyê ji aktîvîstên macar daxwaz kir ku di xwepêşandanên di 10’ê Adarê de daxwaza xweseriya herêma Szeklerê bilind bikin. Konseya Neteweyî ya Szeklerê di daxuyaniya xwe …
Bêtir »Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê hat serdana şaredariyê
Serokê Delegasyona Tirkiyeyê a Yekitiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber, ji bo sehkirina rewşa herêmê hate Amedê û serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Firat Anli û Gultan Kişanak kir. Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber, ji bo sehkirina rewşa herêmê, qedexeya ser derketina kuçeyan û pevçûnan hate Amedê …
Bêtir »Baydemir ji Waşîngtonê bang li cîhanê kir: ‘Vê wehşetê bibînin û rawestînin’
Baydemir ji paytext Waşîngtona Amerîkayê beşdarî nûçeyên kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê bû; li ser ekranan bang li cîhanê kir û ji civaka navneteweyî mudaxeleya lezgîn kir. Di destpêka axaftina xwe de Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir bang li neteweperwerên kurd kir ku bi erka xwe ya wijdanî …
Bêtir »Anli: Sedî 90’ê Sûrê hatiye valakirin
Anli da zanîn ku li 10 taxên Sûrê bi texmîna wan nêzî 10 hezar kes dijîn û got ku 60 hezar kes jî ji nav Sûran derketine û li semtên dîtir ên bajarê Amedê li nik xizmên xwe bi cih bûne. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli aşkere kir, …
Bêtir »Parlamentoya Ewropayê komkujiya êzdiyan şermezar kir
Di biryarê de hat destnîşankirin ku “jenosîd sûcên li dijî mirovahiyê ye û sûcên şer li ku derê û kengî pêk tên bila bên, divê bê ceza neminîn”. Parlamentoya Ewropayê di derbarê komkujiya êzdiyan û komên din de biryarekê da. Parlamentoyê bi biryara xwe ya 2529’an a 4’ê Sibatê …
Bêtir »Ji Napoliyê ji Ocalan re hemwelatiya rûmetê
Piştî bajarê Palermo yê Îtalyayê ji bajarê Napolî jî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hemwelatiyê rûmet hat dayîn. Piştî bajarê Palermo yê Îtalyayê ji bajarê Napolî jî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hemwelatiyê rûmetê hat dayîn. Biryara hemwelatiyê rûmet a Ocalan li ser pêşniyara Şaredarê Napolî Luîgî de …
Bêtir »