Barzanî hawara xwe gîhand Biden

Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê bi nameyek xwe ya ji Joe Biden re şand, li defa hawarê xist.

Rojnamevan Amberin Zaman ragihand, name ji aliyê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatiye nivîsandin.

Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê bi nameyek xwe ya ji Joe Biden re şand, li defa hawarê xist.

Rojnamevan Amberin Zaman ragihand, name ji aliyê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatiye nivîsandin.

Li gorî Zaman, Barzanî di nameya xwe de destnîşan kiriye, eger Amerîka midaxale neke Bakurê Kurdistanê dikare hilweşe.

Zaman di nûçeya xwe ya bi Îngilîzî ya di Al-Monitorê de diyar kir, Barzanî di nameyê de wiha nivîsiye:

„Em ji aliyê aboriyê û siyasî ve her ku diçe lawaz dibin. Di dema karê min ê serokwezîriyê de cara ewil ez fikarên kûr dikim ku ji ev kampanyaya nemerdane ya li hemberê me, modela Iraqa Federal ku Amerîkayê di 2003’an de pêşengiya wê kiribû û ji wê demê û şûn ve destekê dabûyê, dikare hilweşe

„Em ji aliyê aboriyê û siyasî ve her ku diçe lawaz dibin. Di dema karê min ê serokwezîriyê de cara ewil ez fikarên kûr dikim ku ji ev kampanyaya nemerdane ya li hemberê me, modela Iraqa Federal ku Amerîkayê di 2003’an de pêşengiya wê kiribû û ji wê demê û şûn ve destekê dabûyê, dikare hilweşe.“

Barzanî bi van gotinan jî qala muzakereyên bi Iraqê re kiriye:

Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê bi hêviya paşerojeke bi ewle pêk were, qebûl kiriye ku tawizên pir mezin bide Bexdayê. Lêbelê ez neçar im ku ji we re bêjim, ew berevajiya vê sekna me gavan davêjin. Niyeta me ya baş a ji bo firotina petrola me ya bi riya hukumeta federal û di berdêla vê de jî bi tenê wergirtina para me ya ji butçeya federal, bi eşkereyî nehatiye qebûlkirin.“

Amberîn Zaman di nûçeya xwe de ragihand, Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê derbarê nameyê de tu agahî nedane.

Krîza Başûrê Kurdistan-Iraqê

Hukumeta Başûr diyar dike, ew her meh 625 milyon dolar mehaneyên xebatkarên xwe dide.

Hewlêr dide zanîn, Iraq di mehên dawî de para divê ji wê re bişanda qut kiriye û ev jî li herêmê bûye sebeba krîzeke giran.

Nakokiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji ber firotina petrolê, dayina para Kurdistanê ji butçeya navendî û ji ber parvekirina hin herêman pêk hatibû.

Hukumeta Başûr diyar dike, ew her meh 625 milyon dolar mehaneyên xebatkarên xwe dide.

Hewlêr dide zanîn, Iraq di mehên dawî de para divê ji wê re bişanda qut kiriye û ev jî li herêmê bûye sebeba krîzeke giran.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Başûrê Kurdistanê ji 2014’an û vir ve petrola xwe di ser Tirkiyeyê re dişand bazarên cîhanê.

Iraq bi mebesta sekinandina vê bazirganiyê, mijarê biribû Saziya Bazirganiyê ya li Parisê.

Sazî, Iraqê mafdar dîtibû û li Tirkiyeyê 1.5 milyar dolar ceza birîbû.

Tirkiye vê tazmînatê nedabû Iraqê û xetên petrolê yên di navbera xwe û Kurdistan û Iraqê de ku rojane 400,000 warîl petrola Başûr û 75,000 warîl petrol Iraqê tê re derbas dibû, qut kiribû.

Infowelat

Kî ye Amberin Zaman?

Amberin Zaman
Amberin Zaman rojnamevaneke naskiriye ku 5 sal in di malpera Al-Monitorê de dinivîse. Nivîsên wê li ser polîtîkayên Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê ne. Ew di heman demê de rojane newlettera Briefly Turkey jî dinivîsîne. Beriya Al-Monitorê wê Zaman di ji bo The Washington Post, The Daily Telegraph, The Los Angeles Timesê jî nivîsî ye û bi Voice of Americayê re xebitî ye. Herwiha wê di navbera 1999-2016’an de nûçegîhana The Economist a Tirkiyeyê bûye. 

Fotoyê bergê: Mesrûr Barzanî. /Jêder: Rudaw

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …