KCK û 100 saliya Komara Tirkiyeyê

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 100. salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê de daxuyaniyekê weşand. Daxuyaniya dirêj, bi naveroka xwe ya xwendina şaş a rastiyên dîrokî û realîteya heyî ya dewleta Tirk, derî li nîqaşan vekir.

Rizgarkirina Komara Tirkiyeyê ji hilweşîneke muhtemel a piştî 100 saliya wê, ne karê siyaseta Kurdan e. Di dewsa mirov li ber deriyê efendiyê xwe li bende demokratîkbûnê û reforman be, bi bernameyeke neteweyî ya ji beşdariya demokratîk re vekirî têkoşînê xurtir bike wê baştir be.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 100. salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê de daxuyaniyekê weşand. Daxuyaniya dirêj, bi naveroka xwe ya xwendina şaş a rastiyên dîrokî û realîteya heyî ya dewleta Tirk, derî li nîqaşan vekir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de vê tespîta nîqaşbar kir:

“Avakirina sedsala nû bi rengekî rast, bi nîqaşeke rast, bi wergirtina dersan ji dîrokê û dubarenekirina şaşitiyên hatine kirin, dibe.”

Milazgir û “Tifaqa Stratejîk”

“Wergirtina dersan ji dîrokê” û “dûbarenekirina şaşitiyên hatine kirin” du gotinên krîtîk in ku hêviya rast a xwendina rastiyên dîrokî di hundirê xwe de dihewîne. Lê paşê, di dema dayina mînakên ji dîrokê de tavilê diyar dibe KCK’ê ji dîrokê derseke rast wernegirtî ye. Bi van gotinan, têkiliyên Kurd û Tirkan “stratejîk” hatin pênasekirin: “Ev têkiliya ku 1071’ê bi Şerê Milazgirê gihîşt asteke stratejîk, di tevahiya dîrokê de bi rengekî erênî bi rê ve çû.”

Ev hevoka bi perspektîfa îdealîzekirina têkiliyên Kurd û Tirkan hatiye nivîsandin, xwedê du probleman e: Yekemîn, bi hevkariya li Milazgirê ya bi Selçûkiyan re, deriyên Kurdistanê û Anatolyayê ji Tirkan re vebû. Li aliyekî din, wekî di daxuniyê de cî digire, têkiliyên Kurd-Tirk di tevahiya dîrokê de erênî nebûn. Ji 1838’an û pê ve, bi reformên xurtkirina sîstema navendî, ji Başûr heta Bakur Kurdistan bûye navenda şer. Dewleta Osmanî bi tedbîrên giran ên leşkerî serhildanên Mîr Mihemed, Ubeydullah û Bedirxan têk bir û hebûna xwe li Kurdistanê xurt kir.

Bi hevkariya li Milazgirê ya bi Selçûkiyan re, deriyên Kurdistanê û Anatolyayê ji Tirkan re vebû. Li aliyekî din, wekî di daxuyaniyê de cî digire, têkiliyên Kurd-Tirk di tevahiya dîrokê de erênî nebûn.

Modernîteya Kapîtalîst û “tifaqa ferz”

Vê xwendina problematîk û jiber a dîrokê, di meseleya Şerê Cîhanê yê 1. de jî xwe dûbare dike.

KCK sebeba xerabûna têkiliyên Kurd-Tirkan bi “modernîteya kapîtalîst” û bi hatina Îngilîstan û Fransayê ya Rojhilata Navîn nîşan da:

“Anatolî û Kurdistan jî di nav de, cografyaya Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hate dagirkirin. Vê rewşê hebûna Tirkan, her wiha xweseriya Kurdan xiste metirsiyê. Şert û mercan careke din li Kurdan û Tirkan ferz dikir ku tifaqa dîrokî pêk bînin.”

Piştî îzeheke dirêj a polîtîkayên dewleta Tirk a li dijî Kurdan, daxuyanî êrişî hebûna netew-dewletan dike û bi van gotinan tespîteke din a nîqaşbar dike:

“Eger li têkiliya gava avabûna komarê bihata dewamkirin, geşedanên li Rojhilata Navîn wê bi awayekê din bûbûna û “Polîtîkaya modernîteya kapîtalîst ku gel bi netewe-dewlet û neteweperestiyê jehrî kirin û her kes bi xwe girê da, nedibû serwer û wê rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn vebibûya.”

Eger netew-dewlet tunebûna wê Împaratoriya Osmanî hebûna xwe bidomandana. Baş e, Demokratîkbûna Rojhilata Navîn di bin împaratoriyeke Asyatîk de mimkûn bû gelo? Bê şik, ji bo mirovekî piçekî ji dîrokê fêm bike bersiva vê pirsê diyar e.

Eger netew-dewlet tunebûna wê Împaratoriya Osmanî hebûna xwe bidomandana. Baş e, Demokratîkbûna Rojhilata Navîn di bin împaratoriyeke Asyatîk de mimkûn bû gelo? Bê şik, ji bo mirovekî piçekî ji dîrokê fêm bike bersiva vê pirsê diyar e.

“Tirk nebin Kurd nabin”

Daxuyanî dibêje “derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê pêngavek bû ku bi armanca qedandina têkiliyên Kurd û Tirkan hat kirin.”  Halbûkî, pêkhatina faşîzma 12’ê Îlona 1980’an a li Tirkiyeyê bi giranî eleqeya xwe bi Şerê Sar heye k udi vê proseyê de Amerîka û Yekitiya Sovyetê her du bi hev re pêşbirka dîzaynkirina hemû cîhanê dimeşandin. Washington bi riya vê derbeyê dorpêça Sovyetê hîn bêtir jidand û hebûna xwe ya li Tirkiyeyê xurtir kir.  Belkî destpêka têkoşîna rizgariya Kurdistanê bikaribe wekî sebebek bê nîşandayîn. Lê ev tu car ne sebebeke esasî ya ji bo biryara derbeyê ye ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye girtin.

Di vê daxuyaniya xwedî qusûrên giran de, tespîta herî zêde dûrî rastiyên dîrokî yên sed salî bi van gotinan tên kirin:

100 sal in dewleta Tirk dixwaze bi asîmîlasyon û zilma polîtîk, leşkerî, aborî û civakî nasnameya Kurdan a etnîk tune bike. Ema Kurd hîn hene û digel hemû berdêlan têkoşînê dimeşînin. Yanî Kurd bê Tirk dibin û Tirk jî bê Kurd dibin.

“Lê jî dîrokê û serdema nêz ve diyar e ku Kurd nebin Tirk nabin, Tirk nebin, Kurd nabin. Qedandina Kurdan, qedandina Tirkan e.”

Divê tavilê bê gotin, 100 sal in dewleta Tirk dixwaze bi asîmîlasyon û zilma polîtîk, aborî û civakî nasnameya Kurdan a etnîk tune bike. Ema Kurd hîn hene û digel hemû berdêlan têkoşînê dimeşînin. Yanî Kurd bê Tirk dibin û Tirk jî bê Kurd dibin.

“DYA, Îsraîl û NATO komploger in”

Di vê metnê de Yek ji sebebê xerabûna têkiliyên Kurd-Tirkan Amerîka, Îsraîl û NATO tê nîşandayîn:

“Ji ber ku komploya navneteweyî yek ji derbeyên herî mezin e ku li têkiliyên dîrokî yên Kurd-Tirkiye hatiye xistine. Komploya navneteweyî armanc kir ku têkiliyên Kurd-Tirk ên ku PKK’ê hewl dida ji nû ve saz bike bi dawî bike û rê nede ku ev pêvajo bi serketî bidawî bibe. Ev rastiya ku DYA, Îsraîl û NATO hêzên sereke bûn ku komplo plan kirin û pêk anîn, vê rastiyê têra xwe derdixe holê.”

Yanî wekî di gelek daxuyaniyên KCK’ê de tê dîtin,  ne dewleta Tirk lê “hêzên derve” berpirsên esasî yên xerabûna “tifaqa bi Tirkan” re ne.

Hêzên derve herçiqas berpirsê parçekirina Kurdistanê bin û di meseleya Kurd de li cem Tirkiyeyê cî girtibin jî ev rewş di jeopolîtîka şemetok a Rojhilata Navîn de diguhere.

Hêzên derve herçiqas berpirsê parçekirina Kurdistanê bin û di meseleya Kurd de li cem Tirkiyeyê cî girtibin jî ev rewş di jeopolîtîka şemetok a Rojhilata Navîn de diguhere. NATO, Amerîka û çend welatên Yekitiya Ewrûpayê endamên Koalîsyona Navneteweyî ne ku şerê li dijî DAIŞ’ê kordîne dike.

Washington hem bi hebûna Amerîkayê ya li Sûriye û Iraqê hem jî bi alîkariya rasterast xizmetê ji parastina Rojavayê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê re dike.

“Demokratîkbûna Tirkiyeyê”

Di dawiya daxuyaniyê de KCK’ê çareseriya xwe ya ji bo problemên Tirkiyeyê îfade dike û daxwaza dilê xwe bi eşkereyî dibêje:

“Niha 100 saliya komarê temam bûye. Dema ku pêvajoya sedsala borî tê nirxandin, bi awayekî vekirî tê dîtin ku li Tirkiyeyê bêyî çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê ne pêkan e. Pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û çandî yên Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê bêyî demokratîkbûna Tirkiyeyê nayên çareserkirin.”

Di nava van gotinên bi armanca rizgarkirina Komara Tirkiyeyê hatine nivîsandin, “çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd” çi ye, cî negirtî ye.

Tê ragihandin, “Kurd çareseriya pirsgirêkên xwe di demokratîkbûna Tirkiyeyê de dibînin” û qala guherîna dewleta Tirk a di “sedsala duyemîn a Komarê” de tê kirin.

KCK di dawiyê de bang li herkesî dike, “pêvajoyeke ji nû ve avakirinê bidin destpêkirin ku têkiliyên Kurd-Tirkan ji nû ve di ber çavan re derbas bike, li ser vê bingehê bi pêkanîna tifaqên demokratîk ên gelan re vê yekê bi ser bixînin.”

Piraniya rêber û rêzanên me di dema damezrandina Komara Tirk de ligel Kemalîstan cî girtin û ji ber vê em hîn berdêlên giran didin. Rêberên KCK’ê vê fêm nakin û piştî ewqas şaşiyên berbiçav ên di demên krîtîk ên ji bo miletê Kurd de pêk hatin, hîn li riyên bihevrebûna bi dewleta Tirk re digerin.

Du şaşiyên dîrokî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de careke din nîşan dide, rêber/rêxistinên Kurd ji dîroka ku sebeba bindestiya me ya îro ye tiştekî fêr nebûne. Hevkariya bi Tirkan re ya li Milazgirê (1071) û ya di proseya berî û piştî Şerê Cîhanê 1. de (1914-1922) du şaşiyên dîrokî yên Kurdan e.

Piraniya rêber û rêzanên me di dema damezrandina Komara Tirk de ligel Kemalîstan cî girtin û ji ber vê em hîn berdêlên giran didin. Rêberên KCK’ê vê fêm nakin û piştî ewqas şaşiyên berbiçav ên di demên krîtîk ên ji bo miletê Kurd de pêk hatin, hîn li riyên bihevrebûna bi dewleta Tirk re digerin.

Rizgarkirina Komara Tirkiyeyê ji hilweşîneke muhtemel a piştî 100 saliya wê, ne karê siyaseta Kurdan e. Di dewsa mirov li ber deriyê efendiyê xwe li bende demokratîkbûnê û reforman be, bi bernameyeke neteweyî ya ji beşdariya demokratîk re vekirî têkoşînê xurtir bike wê baştir be.

Foto: Ala KCK’ê 

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …