Çandiniya genim ewil li başûrêrojavayê Deryaya Kaspînê hatiye kirin.
Hemû erdên Kurdistanê dikeve nava vê herêma ji bo genim berhemdar e.
Lêkolîn nîşan dide, dîroka çandiniya genim li vê herêma berfireh diçe 8,000 sal berê.
Çandiniya genim ewil li başûrêrojavayê Deryaya Kaspînê (Hezar) hatiye kirin.
Ev agahî di encama lêkolîna zanyarên ji Çînê hat bidesxistin.
Lêkolîn, bi gotareke zanistî di kovara Naturê de hat weşandin.
Zanyar bi riya analîza genomên 795 cure genim warê ewil ê genim tespît kirin.
Herêma çandinî lê hatiye kirin welatên li başûrêrojavayê Deryaya Kaspînê ye.
Hemû erdên Kurdistanê dikeve nava vê herêma ji bo genim berhemdar e.
Ermenistan, Azerbaycan û erdên nêzîkî wan jî di nava vê herêmê de cî digirin.
Tevî vê jî, zanyar hîn jî nizanin cara ewil çandiniya genim cara ewil li kîjan devera li vê herêmê dest pê kiriye.
Lêkolîn nîşan dide, dîroka çandiniya genim li vê herêma berfireh diçe 8,000 sal berê.
Çandinî çawa belav bû?
Paşê, di navbera 7,000 û 5,000 salan de çandinî belavî Başûr û Rojhilatê Asyayê û Ewrûpayê bûye.
Paşê, di navbera 7,000 û 5,000 salan de çandinî belavî Başûr û Rojhilatê Asyayê û Ewrûpayê bûye.
Genimê herêmê bi riya rotayên beriyên Asyayê, Çiyayên Hîmalayayê û Korîdora Hexi ya di navbera Çîn û Asyaya Navîn de gihîştiye Çîn û Hîndistanê.
Herçî Ewrûpaye, bi riya rotaya Derya Spî genim gihîştiye vê parzemînê.
Ji heman lêkolînê diyar dibe, ji vir 2,000 sal berê 82 ji % genomên genimê ewil guherî ne.
Ev jî ji ber tercîha mirovahiyê ya ji bo xurekên cihêreng pêk hatiye.
Foto: Dîmenek ji zeviyeke genim. /Wikipedia
Infowelat