Rojava di bin êrişeke giran de ye

Piştî gefên serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Hikmet Fidan Rojava rastî êrişeke giran hat.

Di 24 saetan de zêdeyî 40 deverên li Rojava hatin bombebarankirin.

Rojavayê Kurdistanê di bin êrişeke giran a artêşa Tirkiyeyê de ye.

Dewleta Tirk ji bo êrişê vê carê çalakiya fedayî ya HPG’ê ya li Enqereyê hincet nîşan da.

Piştî gefên serokomarê Tirkiyeyê Tayîn Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Hikmet Fidan, êriş dest pê kir.

Êrişên hewayî yên duh dest pê kirin, îro hîn bêtir giran bûn.

Di 24 saetan de zêdeyî 40 deverên li Rojava hatin bombebarankirin.

Hedefa êrişan wargehên li kantonên Hesekê, Qamişlo û Kobanê bûn.

Di encama  êrişan de 6 endamên Hêzên Ewlekariyê yên Hundirîn û 6 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Berevajiya êrişên di mehên dawî de pêk hatin, vê carê hem balafirên şer hatin bikaranîn hem jî binesaziya Rojava hat hedef girtin.

3 îstasyonên elektrîkê, 4 tesîsên petrolê û 2 îstasyonên av û benzînê rastî êrişî hatin.

Amerîka drona Tirk xist

Amerîkayê di destpêka êrişê de wekî gelek caran pêk hat Tirkiyeyê bi zimanekî nerm hişyar kir.

Ji bilî hişyarkirinê, artêşa Amerîkayê ji bo parastina seheya hewayî ya Rojava tu gavan navêt.

Li Rojava hin deverên rastî bomberana Tirkiyeyê hatin. /Harîte: RIC (Rojava Information Center)

Amerîkayê di destpêka êrişê de wekî gelek caran pêk hat Tirkiyeyê bi zimanekî nerm hişyar kir.

Ji bilî hişyarkirinê, artêşa Amerîkayê ji bo parastina seheya hewayî ya Rojava tu gavan navêt.

Lê digel vê jî, di roja ewil a êrişan de droneke dewleta Tirk ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hat xistin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagon ragihand, drona Tirkiyeyê nêzîkî baregeheke artêşa Amerîkî bûye.

Foto: Dîmenek wargeheke hilweşiyayî ya li Rojava /Medyaya Sosyal 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …