Selahattin Erdem di nivîsa xwe ya dawî ya di Ozgur Polîtîkayê de êrişî bangên ji bo yekitiya neteweyî kir.
Erdem KNK’ê ji bo bangên Kongreya Neteweyî rexne kir û mûxatabdîtina PDK’ê red kir.
Nivîskar van gotinên sosret kirin:
“Aliyê îronîk ev e, PDK’ê digel ewqas tişt kiriye hîn jî dikare xwe wekî ‘tevgera Kurd û rêberê Kurd’ nîşan bide û vê bi hin derdoran bide qebûlkirin.”
Selahattin Erdem di nivîsa xwe ya dawî de êrişî bangên ji bo yekitiya neteweyî kir.
Gotara Erdem a nîqaşbar, di 5’ê Îlonê de di rojnameya Ozgur Politikayê de hate weşandin.
Erdem di destpêka gotarê de ji ber bangên wê yên ji bo “Kongreya Neteweyî” KNK’ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) rexne kir û wiha nivîsî:
“Gelek caran bang tên kirin ‘divê Kongreya Neteweyî bicive’.” Tiştê ecêb ev e, saziya ku navê wê ‘Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê’ ye jî vê bangê dike. Di dewsa ku bangên wiha bike, têra xwe xwedî li mîsyona xwe derkeve û hewl bide wezîfeyên xwe pêk bîne wê piraniya meseleyê bê çareserkirin.”
PDK ne tevgereke Kurd e!
Piştî rexneyên li KNK’ê, Erdem got “bangên ji bo yekitiya neteweyî zirarê dide têkoşîna azadiya Kurdistanê.”
Erdem gotinê anî ser bangên ji bo PDK’ê jî û got, “bangeke wiha PDK’ê û alîgirên wê muxatab dibîne.”
Nivîskar nerazîbûna xwe ya ji bo vê îfade kir û sebeba vê jî êrişên PDK’ê yên li dijî şexsiyet ê rêxistinên Kurd û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk nîşan da.
Paşê Erdem qala kiryarên PDK’ê kir û van gotinên sosret kirin:
“Aliyê îronîk ev e, digel ewqas tişt kiriye hîn jî dikare xwe wekî ‘tevgera Kurd û rêberê Kurd’ nîşan bide û vê bi hin derdoran bide qebûlkirin.”
Erdem bang li herkesî kir ku li hemberê ‘xeta hevkar-xayin’ a PDK’ê helwest nîşan bidin û vê “tekane pîvana rast a welatparêziya Kurd” nîşan da.
Bang li du aliyan nekin!
“Herdem qala ‘du aliyan’ tê kirin. Tê destnîşankirin bangên qaşo ji bo ‘her du aliyan e.’ Eşkereye ku ev rewş ji destekirina PDK’ê xerabtir e.
Paşê Selahattin Erdem gotinên xwe yên nîqaşbar berdewam kir û êrişa li dijî bangên yekitiya neteweyî derxist asteke hîn bilind.
Erdem ev gotinên skandal kirin:
“Herdem qala ‘du aliyan’ tê kirin. Tê destnîşankirin bangên qaşo ji bo ‘her du aliyan e.’ Eşkereye ku ev rewş ji destekirina PDK’ê xerabtir e. Ji ber ku xet û helwesta welatparêziyê şêlû dike. Îxaneta PDK’ê û welatparêziya PKK’ê wekî hev dibîne.”
Derî li aştiya navxweyî girt
Nivîskarê Ozgur Politikayê bi hemleyeke dawî derî li aştiya navxweyî û îhtimala yekitiya neteweyî ya Kurdan girt:
“Wê demê, neteweya demokratîk encex bi yekitiye zihniyet û çandê pêk tê. Gelek zehmete ku Barzaniyê hevkar û welatparêziya Apoyî werin cem hev.”
Erdem bi dûv vê sekna xwe ya li dijî aştî û yekitiya neteweyî, hewl da neteweyê pênase bike û van gotinan kir:
“Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê baş hatiye famkirin ku neteweya ku Stalin pênase dikir dewleteke çawa ye û çawa dibe parçeyeke kapîtalîzma global. Dîsa, ji mînaka Vietnamê û yên wekî wê baş hatiye famkirin. ‘Dewlet-netewe’ û ‘neteweya-demokratîk’ hene. Rêber Apo vê rastiyê bi her aliyên wê bi xurtî îzeh kiriye. Neteweya demokratîk di esasê xwe de yekitiyeke zihniyet û çandê ye.”
Piştî van gotinên jiber, nivîskarê Ozgur Politikayê bi hemleyeke dawî derî li aştiya navxweyî û îhtimala yekitiya neteweyî ya Kurdan girt:
Wê demê, neteweya demokratîk encex bi yekitiye zihniyet û çandê pêk tê. Gelek zehmete ku Barzaniyê hevkar û welatparêziya Apoyî werin cem hev.”
Ocalan û Kongreya Neteweyî
Ocalan bi nameyekê ji Mesût Barzanî û Celal Talabanî daxwaz kiribû Kongreya Neteweyî li dar bixin.
Civîna ewil a di riya kongreyê de di 22’yê Tîrmeha 2013’an li Hewlêrê hate lidarxistin.
39 rêxistin û saziyên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî vê civînê bûn.
Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dûv banga xwe ya aştiyê ya di Newroza 2013’an de pêkanîna Kongreya Neteweyî anîbû rojevê. PKK û siyaseta legal a Kurd, bi daxwaza Ocalan li Amed, Enqere û Ewrûpayê kongreyan li dar xistin.
Paşê, şandeya ji wekîlên HDP’ê Leyla Zana, Sirri Sureya Onder Û Hevseroka KNK’ê Nilufer Koç pêk dihat nameyeke Ocalan birin ji Mesût Barzanî û Celal Talabanî re. Ocalan di nameyê de ji her du lîderan daxwaz kir, Kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Daxwaza Ocalan hate qebûlkirin û proseya pêkanîna Kongreya Neteweyî dest pê kir.
Civîna ewil a di riya kongreyê de di 22’yê Tîrmeha 2013’an li Hewlêrê hate lidarxistin. 39 rêxistin û saziyên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî vê civînê bûn. Di civînê de biryar hate girtin, di 24-26’ê Tebaxê de di bin serokatiya Mesût Barzanî de li Hewlêrê konferansa çar parçe Kurdistanê bê lidarxistin.
Lêbelê konferans bi hincetên meseleyên “teknîkî” û paşê jî ji ber hilbijartinên giştî yên Başûrê Kurdistanê hate taloqkirin. Baweriya giştî ev e, sebeba esasî ya jiholêrabûna proseya yekitiya neteweyî midaxaleyên Tirkiye û Îranê ye. Hin derdor jî didin zanîn, muzakereyên ji bo temsiliyeta Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê sebebeke esasî ya bloqebûna vê proseyê ye.