PKK li dijî NATO’yê şer dike?

Duran Kalkan di axaftina xwe ya dawî de NATO’yê wekî dijminê PKK’ê îlan kir.

Di medyaya sosyal de vê axaftinê rastî rexneyan hat û hat diyarkirin, dijminahiya NATO’yê zirarê dide berjewendiyên gelê Kurd.

Duran Kalkan di axaftina xwe ya dawî de NATO’yê wekî dijminê PKK’ê îlan kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kalkan, vê dîtina xwe ya nîqaşbar di hevpeyvîna bi Medya Haberê de îfade kir.

Kalkan digel pozîsyona xwe ya payebilind a di doza rizgariya Kurdistanê de, di vê bernameyê de jî wekî her car bi Tirkî axivî.

Kalkan di hevpeyvînê de ji pêngava 15 Tebaxê heta rewşa li Şengalê û di derbarê hin mijarên aktuel ên rojeva Tirkiye û Kurdistanê de axivî.

Lêbelê gotinên wî yên di asta skandal ên derbarê dijminahiya PKK-NATO’yê de mora xwe li bernameyê xist.

Bi weşandina bernameyê re gotinên Kalkan di medyaya sosyal de bûn rojev û rastî rexneyan hatin.

Di piraniya parvekirinan de hatin diyarkirin, dijminahiya NATO’yê zirarê dide berjewendiyên gelê Kurd.

“Kurd li dijî hemû NATO’yê şer dikin”

Kalkan: “Kurd li dijî hemû NATO’yê şer dikin. Ji ber ku ji 1985’an û vir ve NATO şer dimeşîne. Meha borî jî fermandariyek ava kirin ku li dijî PKK’ê û Kurdan şer kordîne bike.”

NATO rêxistina leşkerî ya herî mezin a cîhanê ye. Bi tevlîbûna Fînlandê hejmara endamên rêxistinê bû 31. /Grafîk: Evan Centanni

Kalkan di hevpeyvînê de şerê rizgariya Vîetnamê bi Kurdistanê re dan berhev û  got, digel Vîetnam 15 sal li dijî Japon, Fransî û Amerîkiyan şer kiriye, “Kurd bê navber 39 sal in li ber xwe didin.”

Paşê Kalkan gotinê anî ser têkoşîna Kurd  û van gotinan kir:

“Kurd li dijî hemû NATO’yê şer dikin. Ji ber ku ji 1985’an û vir ve NATO şer dimeşîne. Meha borî jî fermandariyek ava kirin ku li dijî PKK’ê û Kurdan şer koordîne bike. Di rastiyê de weke fîîlî ev hêz hebû. 38 sal in ev yek didomiya. Niha ev yek kirin fermî.”

Digel van gotinan jî, PKK heta niha li dijî NATO’yê tu çalakî li dar nexistî ye.

Herwiha, digel desteka wê ya ji bo Tirkiyeyê ku endamekî wê ye, heta niha nehatiye bihîstin hêzeke NATO’yê rasterast tevlî operasyonên leşkerî yên li dijî PKK’ê bûye.

“Paşverûtiya cîhanê” hedefa Kurdan e

Kalkanbi van gotinan têkoşîna li dijî hêzên paşverû yê cîhanê anî rojevê:

“Kurd li dijî paşverûtiya cîhanê li ber xwe didin. Kurd li dijî zihniyet û siyaseta faşîst, qirker û mêtinger li ber xwe didin.”

Duran Kalkan axaftina xwe bi van gotinan domand:

Li ser bingeha şerê gerîla derbeyên giran li rejîma qirker a faşîst xistin. Ev şer li dijî mêtingeriya qirker û faşîst a dewleta Tirk tê kirin, divê neyê gotin ku ev şer tenê li dijî dewletekê tê kirin.

Kalkan bi vê jî nehat serî û bi çend gotinên din, têkoşîna li dijî hêzên cîhanê anî rojevê:

“Kurd li dijî paşverûtiya cîhanê li ber xwe didin. Kurd li dijî zihniyet û siyaseta faşîst, qirker û mêtinger li ber xwe didin. Ev berxwedan her tim heq dike ku were silavkirin.”

NATO Rojava û Başûr diparêze

NATO (Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê) de ku ji aliyê 12 welatên endam ve hatiye damezrandin, rêxistina herî mezin a leşkerî ya cîhanê ye.

Rêxistinê bi endamtiya Fînlandê ya di 2023’an de hejmara endamên xwe derxistiye 31’ê.

Li aliyekî din, NATO hêza sereke ya navneteweyî ye ku alîkariya parastina Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dike.

Hem NATO û hem jî di serî de Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransa endamên Koalîsyona Navneteweyî ne ku şerê li dijî DAIŞ’ê kordîne dike.

Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê ku di 2014’an de hate damezrandin, di pratîkê de xizmetê ji parastina Rojavayê Kurdistanê re dike.

Heman hêza navneteweyî hevkariyê bi Başûrê Kurdistanê re jî dike û ev jî dibe sebeb, herêm hebûna xwe ya li Iraqa di nava aloziya siyasî de bidomîne.

Fotoyê bergê: Ala PKK’ê. 

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …