Rojnivîska Gurbetelli bi Fransî hate çapkirin

Pirtûka bi navê “Min dilê xwe li çiyê neqişand” a Gurbettelli Ersoz li bajarê Lozanê ji aliyê Les Éditions d’en Bas ve hate çapkirin.

Bi mebesta danasîna pirtûkê wê di 29’ê Îlonê de li Lozanê bernameyekê bê lidarxistin.

Rojnivîska Gurbetelli Ersoz li Swîsreyê bi zimanê Fransî hate weşandin.

Pirtûka bi navê “Min dilê xwe li çiyê neqişand”, li bajarê Lozanê ji aliyê “Les Éditions d’En Bas” ve hate çapkirin.

Pirtûka ji aliyê Delal Chamarane ve hate wergerandin, ji 288 rûpelan pêk tê.

Bi mebesta danasîna pirtûkê wê di 29’ê Îlonê de li Lozanê bernameyekê bê lidarxistin.

Edîtorên Les Éditions d’en Bas Pascal Cottin û Jean Richard tevlî midûrê berê yê Musée des Beaux Arts (Muzeya Hunerên Bedew) Bernard Fîbîcher wê beşdarî çalakiyê bibin.

Gurbetellî Ersoz rojnivîska xwe di navbera salên 1995-1997’an de amade kiribû.

Berhem cara ewil bi Tirkî di 1998’an de ji aliyê Weşanên Mezopotamyayê ve hatibû weşandin.

Paşê çapeke din a pirtûkê di 2014’an de li Tirkiyeyê ji aliyê Weşanên Aram ve hatibû kirin.

Kî ye Gurbettelli Ersoz?

Berga rojnivîska Gurbettelli Ersoz. Jina têkoşêr vê berhema xwe li di 1995-1997 an de li çiyayên Kurdistanê amade kiribû. Foto: Les Éditions d’En Bas

Gûrbetellî Ersoz di şerê birakujiyê de di 8’ê Cotmeha 1997’an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû.

Ersoza zarokeke malbata ji Dêrsimê bû, piştî perwerdeya xwe ya li Zanîngeha Çûkûrovayê li heman ciyî wekî asîstana kîmyayê dest bi kar kiribû.

Ersoz paşê bûbû Berpirsa Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê û ji ber karê xwe rastî îşkenceyên giran hatibû.

Jina Kurd a têkoşêr, di 1995’an de tevlî (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan) ARGK’ê bûbû.

Gûrbetellî Ersoz di pevçûneke bi PDK’ê re ya di 8’ê Cotmeha 1997’an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû.

Foto: Gurbettelli Ersoz /Kurdistan-au-feminin.fr

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …