Kurdistan

Nûçe, dosye û wergerên derbarê her çar parçeyên Kurdistanê de.

Rojnameya Heyat: Cezayîreke din li dijî Kurd birêve diçe

Şam hewl dide bi Enqereyê re riyekê veke, bo rêgiriyê li ber Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bakurê Sûriyê bike, da ku dewleta Kurdistana Sûriyê ava nebe. Ev yek jî bi piştevaniya Îran dibe. Herwiha Cezaîr jî amadehiya xwe bo birêvebirina civînên ne aşkere dike, ta digihine darişteneke dawî ji …

Bêtir »

Rejîma Komara Îslamî kon û reşmalên pezdaran li zozanên Kurdistanê wêran dike

 Rejîma dijî gelî ya Komara Îslamî ya Îranê di pîlaneke nû de li dijî gelê Kurd, li çend deverên curbicur ên Kurdistanê, bi pezdar û ajeldarên Kurd ragehandine ku, kes nikare îsal here zozanan, û her kes here, wê tevî lêpirsînê berbirû be, û kon û reşmal û awahiyên wan …

Bêtir »

Silêmanî dixwaze cuda bibe – 15 roj muhlet da hikûmetê!

  Encumena Parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê 15 roj muhlet da Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku pere ji çend projeyên li Silêmaniyê re xerc bike û gef xwar, eger hikûmet bersivek erênî nede, ew dê biryara ‘xweseriyê’ bidin. Encumena Parêzghea Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di civîna heftane ya xwe de …

Bêtir »

Siyasetmedarên belediyeyan piştgiriya HDP dikin

230 siyasetmedarên belediyên swêdî banga azadiya siyasî bo siyasetmedarên HDP li Tirkiyê dikin. Di bangeke xwestina azadiyê ji bo siyasetmedarên HDPê, 230 siyasetmedarên belediyên swêdî, ku li belediyên cuda li Swêdê, û ji partiyên cuda re kar dikin, li bin wê bangê imze kirine. Di wê gaziyê de, siyasetmedarên belediyan …

Bêtir »

Parlamenterên Kurd ji Bexdayê derketin

Ji ber kirîza siyasî û berdewambûna aloziyên di nav Parlamentoya Iraqê de, parlamenterên hemû fraksyonên Kurdistanî Bexda bi cih hiştin û vegeriyan Kurdistanê. Li gor agahiyan, parlamenterên her 4 fraksiyonên Kurdistanî yên Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Nişîtmnaiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê biryara terikandina bajarê Bexdayê dane. …

Bêtir »

Kişanak bo Sûrê li Almanyayê ye

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ji bo Sûrê li Almanyayê hin hevdîtin pêk anîn û bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier, Yekitiya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Sosyalîstên Ewropayê û nûnerên partiyên siyasî re hate cem hev. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, li …

Bêtir »

Herî kêm 203 kes li Cizîrê hatin kuştin

Mazlum-Der piştî qedexeya derketina derve ya li ser cizîrê raportekê amade kir. li gor çavdêriya Mazlum-der’ê, li cizîra şirnexê herî kêm 203 kes hatin kuştin. Heyeta Mazlum-Der a ku ji parêzer, civaknas û derûnînasan pêk hat, sê rojan li cizîr’ê çavdêriyê kirin û li gor wê çavdêriyê raportekê amade kirin. …

Bêtir »

Kurdistan dibe xwedî domaîneke fermî li înternetê

  Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo hevbeşên Internêtê, dawîn qonaxa  domaina bi asta bilinda Kurdistanê bi paşnavê “‌.KRD” radigihîne, ku hemû kes, alî û kompaniya ji bo bikaranîna Internêtê li seranserî cîhanî dikarin pêgeha elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin. Domaina fermî ya Kurdistanê …

Bêtir »

Qerebax: Em jî wek Kurdistanê serxwebûnê dixwazin

Berdevekê Komara Qerebaxê David Babayan got, ew jî weke Herêma Kurdistanê serxwebûnê dixwazin. Berdevkê Komara Qerebaxê David Babayan beşdarî bultena Rûdawê bû û got: “Çawa ku Kurdistan dixwaze ji Iraqê cuda bibe û bibe welateke serbixwe em jî hemen tiştê ji bo welatê xwe dixwazin.” Azerbeycan û Ermenistan du roj …

Bêtir »

Parlementerê HDPê ji bo Sûrê pêşniyarek pêşkêşî hikûmetê kir

Parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan, ji bo jinûveavakirina Sûrê ji cîgirê serokwezîrî daxwaza hevdîtinê ji Cevdet Yilmazî kir û planeke ji 6 madeyan pêk tê pêşniyarî hikûmetê kir. Altan Tan got ku çi tiştê ku welatî nexwaze, ne bi dilê wî be yan jê re negotibe “erê” nabe pêk were …

Bêtir »

Baroya Diyarbekirê ji ber “Îstîmlaqkirinê” li Serokwezîrtiyê doz vekir

Baroya Diyarbekirê ji ber biryara ‘îstîmlakirina bilez’ ya navçeya Sûrê li dijî Serokwezîrtî û Wezareta Bajarvaniyê ya Tirkiyê doz vekir. Baro dibêje, mafê mulkiyeta xelkê tê binpêkirin û tê xwestin ku nifûsa Sûrê biguherin. Civata Wezîran beriya hefteyekê derbarê hin taxên navçeya Sûr ya Diyarbekir û navçeya Silopî ya Şirnexê …

Bêtir »