Nêçirvan Barzanî 100 saliya Komara Tirk pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî pîrozbahiya li Konsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê bû.

Bi riya tevlîbûna bernameyê, Barzanî destekê da parçebûna Kurdistanê ku bi riya avabûna dewleta Tirk pêk hatibû.

Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê bi kiryareke xwe ya din êrişî bingeha netewî ya Kurdan kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî pîrozbahiya li Konsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê bû.

Aliyê herî balkêş ev bû, pîrozbahî ji bo 100 saliya Komara Tirkiyeyê hat lidarxistin.

Bi riya tevlîbûna bernameyê, Barzanî destekê da parçebûna Kurdistanê ku bi riya avabûna dewleta Tirk pêk hatibû.

Şefê hukumeta Başûr, di pîrozbahiyê de bi coşeke mezin ligel Konsolosê Hewlerê Mevlut Yakut pasteya ji bo 100 saliya Tirkiyeyê jê kir.

Di heman rojê de Konsolosê Tirk ê Hewlêrê peyamekê li ser dostaniya bi Nêçirvan Barzanî re weşand.

Konsolosê Tirkiyeyê: “Çarenivîs me bi hev re girê dide. Bi rêya têgihîştina hevbeş û hevkariyê jî em dikarin paşerojeke baştir ji bo hemû aliyan biafirînin.”

Konsolosê Tirk di peyamê de got,”hevxemiya Nêçîrvan Barzanî rengvedana dostatiya kûr e.”

Nûnerê dewleta kolonyalîst di mesaja xwe de qala “çarenivîsa hevpar” a Tirkiye û Başûrê Kurdistanê kir:

“Çarenivîs me bi hev re girê dide. Bi rêya têgihîştina hevbeş û hevkariyê jî em dikarin paşerojeke baştir ji bo hemû aliyan biafirînin.”

Beşdariya Barzanî a ji bo pîrozbahiya dewleta Tirk di medyaya sosyal de rastî reaksiyonên berfireh ên welatparêzên Kurd hat.

Di gelek mesajan de Nêçirvan Barzanî bi îxanetê hat sûcdarkirin.

Pîrozbahiya ji bo Erdogan

Nêçirvan Barzanî, beriya diyarbûna encamên fermî yên hilbijartina serokomariyê Erdogan pîroz kiribû.

Berî niha jî Nêçirvan Barzanî bi têkiliyên xwe yên nêzîk ên bi serokomarê Tirk Erdogan re rastî reaksiyonan hatibû.

Barzanî, beriya diyarbûna encamên fermî yên hilbijartina serokomariyê Erdogan pîroz kiribû.

Pîrozbahî di malpera fermî ya hukumeta Başûr de wiha hatibû cî girtibû:

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 17.05.2023, di peywendiyeke telefoniyê da digel birêz Recep Tayip Erdogan Serokomarê Tirkiyê bi helkefta serkeftina Partiya Dad û Geşepêdanê (Ak Partî) di hilbijartinên Tirkiyê da, bi germî pîrozbahiyê li birêz Erdogan kir û di hilbijartinên gera duyem a serokomariyê de jî hêviya serkeftinê jê ra xwest.

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …