Otonomiya Kurdan di xetereyê de ye

15 ji % rezervên petrola Iraqê li Kerkûkê ne û 75 ji % ê Sûriyeyê li Dêrazorê ne.

Çavkaniyên li Kerkûkê destûrê dide Kurdistan pêdiviyê bi butçeya Bexdayê nebîne ku bi Destûra Bingehîn a 2005’an ji bo wê hatiye terxan kirin.

“Îhtimal heye senaryoya 2017’an a Kerkûkê li Dêrazorê jî bê dûbarekirin û Îran dikare bi riya rejîma Beşar Esad, Amerikiyan neçar bihêle terka herêmê bikin û pişt re herêm dagir bike.”

Navenda Fransî ya Lêkolînên Iraqê (CFRI)  li ser bûyerên dawî yên li Kerkûk û Derazorê gotarekê weşand.

Gotara ji aliyê Fabrice Balanche ve hatiye nivîsandin, bi vê serniva “Ji Kerkûkê heta Dêrazorê: Otonomiya Kurdan di xetereyê de ye” balê kişand ser xwe.

Lêkolîner bi rewşa Kerkûkê dest pê dike û destnîşan dike, Heşdî Şabî bi riya Tirkmenên Şîî û Erebên Sunnî dixwaze dest deyne ser mal û milkên Kurdan ên li vî bajarî.

Li ser aloziya dawî ya Dêrazorê jî Fabrice Balance dibêje, eşîrên Ereb ên li herêmê naxwazin di bin kontrola rêvebiriya Kurdan de bijîn.

Lê belê Balance dide zanîn, heman eşîr naxwazin têkevin bin kontrola rejîma Beşar Esad jî.

Li gorî lêkolîner, eşîrên Sunî yên Ereb bi mebesta petrola herêmê kontrol bikin dixwazin rêvebiriyeke serbixwe ava bikin.

Girîngiya Kerkûk û Dêrazorê

“Petrola Dêrazorê di destê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Bakurêrojhilatê Sûriyeyê de ji bo hevdîtinên bi Şamê re alavake kêrhatî ye. Di heman demê de petrola li herêmê ji bo pêdiviyên enerjiyê yê rêvebiriya xweser jî pêwîst e.”

Di gotarê de girîngiya Kerkûk û Dêrazorê wiha tê îzehkirin:

“Divê mirov li ser girîngiya stratejîk a her du ciyan a ji ber hebûna petrolê bisekine. 15 ji % rezervên petrola Iraqê li Kerkûkê ne û 75 ji % ê Sûriyeyê li Dêrazorê ne. Çavkaniyên li Kerkûkê destûrê dide Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê pêdiviyê bi butçeya Bexdayê nebîne ku bi Destûra Bingehîn a 2005’an ji bo wê hatiye terxan kirin. Ji ber vê yekê, mîlîsên alîgirên Îranê piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ya di 2017’an de bilez bajêr dagir kirin.”

Lêkolîner li ser girîngiya Dêrazorê van gotinan dike:

“Petrola Dêrazorê di destê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Bakurêrojhilatê Sûriyeyê de ji bo hevdîtinên bi Şamê re alavake kêrhatî ye. Di heman demê de petrola li herêmê ji bo pêdiviyên enerjiyê yê rêvebiriya xweser jî pêwîst e. Ku ev petrol ji dest derkeve, otonomiya de fakto ya Bakur û Bakurêrojhilatê Sûriyeyê wê bi piranî êdî ne mimkûn be.”

Balanche dibêje, wî li Iraqê gelek agahiyên derbarê reşkirina Kurdan de berhev kiriye û diyar dike, Kurd bi monopolîzekirina butçeya Iraqê, dizîna petrol û gazê û astengkirina jinûveavakirina Mûsilê tên sûcdarkirin.

Herwiha li gorî lêkolîner, “serfiraziya aboriyê ya Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê, rewşa baş a ewlehiyê û qelîteya xizmetên civakî” xizmetê ji vê reşkirinê re dike.

Li Iraq, Sûriye û Kurdistanê belavbûna tesîra Îranê. /Harîte: Balanche, F. (2023)

Dêrazor dikare bê dagirkirin?

Împaratoriyên Fars û Osmanî bi midaxaleyên leşkerî gef li otonomiya Kurdan dixwin. Ev yek wê ji bo Kurdan bibe karesat. Lê qet nebe vê gavê, ji ber nerazîbûna Amerîkayê cîbicîkirina vê gefê zehmete.

Bi ya lêkolînerê Fransî, îhtimal heye senaryoya 2017’an a Kerkûkê li Dêrazorê jî bê dûbarekirin û Îran dikare bi riya rejîma Beşar Esad, Amerikiyan neçar bihêle terka herêmê bikin û pişt re herêm dagir bike. Li gorî Balanche, di rewşeke wiha de Rêvebiriya Xweser wê bikaribe xwe biparêze lê eger Tirkiye wekî êrişa 2019’an desteka leşkerî bide komên Ereban, wê demê Rêvebiriya Rojava wê nikari be li pêşiya wê bisekine.

Balanche gotara xwe bi vê tespîtê bi dawî dike:

“Împaratoriyên Fars û Osmanî bi midaxaleyên leşkerî gef li otonomiya Kurdan dixwin. Ev yek wê ji bo Kurdan bibe karesat. Lê qet nebe vê gavê, ji ber nerazîbûna Amerîkayê cîbicîkirina vê gefê zehmete.”

Infowelat

Foto: Şervanekî QSD’ê. /Foto: Ji gotara Fabrice Balance a di malpera CFRI’ de hate weşandin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …