Iraq dikare PDKI û Komalayê bêçek bike?

Îran ji bo PDKI û Komalayê bêçek bike ultîmatomeke nû da hukumeta Iraqê.

Di Adara 2023’an de Îran û Iraq peymaneke ewlekariyê mor kiribûn ku heta niha detayên wê nehatine eşkerekirin.

Bi vê peymanê, Iraq qebûl kiribû ew ê destûrê nede rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ji ser axa wê êriş bibin ser Îranê.

Îran ji bo PDKI û Komalayê bêçek bike ultîmatomeke nû da hukumeta Iraqê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasser Kaani bi daxuyaniya xwe gefa operasyonê li Iraqê xwar.

Nûnerê Îranî got, divê heta 19’yê Îlonê rêxistinên Kurd bê bêçekirin û Îran wê vê demê dirêj neke.

Di Adara 2023’an de Îran û Iraq peymaneke ewlekariyê mor kiribûn ku heta niha detayên wê nehatine eşkerekirin.

Bi vê peymanê, Iraq qebûl kiribû ew ê destûrê nede rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ji ser axa wê êriş bibin ser Îranê.

Iraq ji bo ev pêk were divê rêxistinên Kurd bêçek bike û ew ji sînorên bi Îranê re dûr bixe.

Lêbelê heta niha hukumeta Iraqê ji bo pêkanîna hukmên vê peymanê gav navêtibû.

Îranê di Hezîranê de gef li Iraqê xwaribû û diyar kiribû, eger Bexda soza xwe pêk neyne ew ê operasyoneke leşkerî li dar bixe.

Hêjayî gotinê ye, Îran par di Îlon û Kanûnê de êrişên bi moşekan biribû ser kampên li Başûr ên rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê.

Îranê îdîa dike PDKI û Komala protestoyên li Rojhilat ên li dijî hukumetê gur û geş dikin.

Protestoyên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber kuştina jina Kurd Mahsa Emînî dest pê kiribûn.

Ji be êrişên Îranê, di çalakiyan de 537 kes hatibûn kuştin û 22,000 hatibûn girtin.

Foto: Komeke pêşmergeyên PDKI. /Jêder: Malpera PDKI

 Kampên PDKI û Komalayê

PDKI (Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê) xwedî 3 kampên li herêma PDK’ê ya Başûrê Kurdistanê ye.

PDKI rêxistina herî mezin a çekdar e û lewma jî Îran û Iraq li bendê ne PDK vê rêxistinê kontrol bike.

PDKI (Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê) xwedî 3 kampên li herêma PDK’ê ya Başûrê Kurdistanê ye.

Rêxistina din a çekdar Komala, li herêma di bin kontrola YNK’ê (Yekitiya Niştimanî Kurdistan) bi cî bûye.

Her du rêxistin li dijî rejîma Îranê şerê rizgariyê dimeşînin û bi riya nuqteyên xwe yên kontrolê, li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bacê berhev dikin.

PDKI rêxistina herî mezin a çekdar e û lewma jî Îran û Iraq li bendê ne PDK vê rêxistinê kontrol bike.

PDK’ê li hember PKK destûrê dide artêşa Tirk li erdên Başûrê Kurdistanê bi cî bibe.

Eger PDK li hemberê rêxistinên rojhilat bi Îranê re hevkariyê bike, îhtimal heye di nava miletê Kurd de bêtir teşhîr bibe û îtîbara xwe bêtir winda bike.

Infowelat

Fotoyê bergê: Ala PDKI 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir. Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya …