15’ê Tebaxê û Medya Haber

Pêngava 15 Tebaxa 1984’an ku bi giştî wekî destpêka şerê rizgariya Kurdistanê tê qebûlkirin, 39 sal li dûv xwe hişt.

Qenalên televîzyonê, rojname û kovar li gorî asta nêzîkbûn/kontrola tevgerê weşanên xwe kirin.

Medya Habera bi Tirkî weşanê dike û bi vî awayî jî xizmetê ji asîmîlasyonê re dike, di weşanên xwe de bi gurme gurm 15’ê Tebaxê pîroz kir!

Pêngava 15 Tebaxa 1984’an ku bi giştî wekî destpêka şerê rizgariya Kurdistanê tê qebûlkirin, 39 sal li dûv xwe hişt.

Aktorê vê pêngavê PKK’ê wekî car îsal jî pêşengiyê ji bo kampanyaya pîrozbahiyê kir.

Pîrozbahiyên birêxistinkirî di nava sînorên xeta fermî ya partiyê de li hundir û derveyî welêt pêk hatin.

Hemû sazî û dezgeyên girêdayî KCK’ê di çarçoveya vê xeta ku bi giranî li ser propagandayê bilind dibe, çalakiyan li dar xistin.

Qadeke din a pîrozbahî û bîranîna salvegerê medyaya Bakur bû.

Qenalên televîzyonê, rojname û kovar li gorî asta nêzîkbûn/kontrola tevgerê weşanên xwe kirin.

Weşan propagandîf bûn 

Yek ji beşdarên bernameyan û nivîskar-lêkolîneran qala terkkirina daxwaza serxwebûnê, pejirandina daxwazên otonomiyê nekirin.

Tu kes li ser xeta niha ya tevgerê ku xetereya entegrasyon û asîmîlasyonê li ser miletê Kurd ferz dike, tiştekî negot û nenivîsî.

Aliyê hevpar ê weşana propagandîf a medyayê li ser pêdivî û serfiraziya hemleya 15’ê Tebaxê bilind bû.

Siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, lêkolîner û hunermendên tevlî bernameyan bûn, xwe bi vê xeta herdem a progandîf bi sînor kirin.

Di bernameyan de guherîna gav bi gav a naveroka pêngavê, jihevxistina ERNK, ARGK, Parlamentoya Kurdistanê ya li derveyî welêt û têkçûna di şerê bajaran/xendekan de  nehatin nîqaşkirin.

Yek ji beşdarên bernameyan û nivîskar-lêkolîneran qala terkkirina daxwaza serxwebûnê, pejirandina daxwazên otonomiyê nekirin.

Tu kes li ser xeta niha ya tevgerê ku xetereya entegrasyon û asîmîlasyonê li ser miletê Kurd ferz dike, tiştekî negot û nenivîsî.

Medya Habera bi Tirkî weşanê dike û bi vî awayî jî xizmetê ji asîmîlasyonê re dike, di weşanên xwe de bi gurme gurm 15’ê Tebaxê pîroz kir!

Vê qenala asîmîlasyonîst di rojên dawî de bi beşdariya bi dehan kesan li ser pêngava 15’ê Tebaxê bernameyan çêkir.

Bernemaya Gundem (Rojev) a Cahît Mervan a Medya Haberê. Kesên tevlî bûn bi tevahî di xeta fermî ya kanalê de axivîn. Ehmed Peldayê akademîsyen jî derneket derveyî xeta fermî. 

Bernameya Cahit Mervan

Cahit Mervanê bi bernameya xwe ya Sêla Sor a Med-TV’yê tê naskirin, bi pirsa “Çima 15’ê Tebaxê mecbûriyeteke dîrokî ye” dest bi bernameyê kir.

Yek ji van, bernameya Gundem (Rojev) a Cahit Mervan bû.

Lêkolîner Ehmed Pelda, nivîskar Sara Aktaş û Cafer Tar tevlî vê bernameyê bûn.

Cahit Mervanê bi bernameya xwe ya Sêla Sor a Med-TV’yê tê naskirin, bi pirsa “Çima 15’ê Tebaxê mecbûriyeteke dîrokî ye” dest bi bernameyê kir.

Cafer Tar û Sara Aktaş wekî ji wan dihat hêvîkirin çavgirtî pesnê hemleya leşkerî ya 15’ê Tebaxê dan û bêyî tu gotineke krîtîk bikin, axaftina xwe bi dawî kirin.

Ez jî di nav de, ji bo gelek kesan hêvî ev bû Ehmed Pelda li gorî sekna xwe ya sivîl-akademîk li ser guherîna tevgerê û xetereya li pêşiya gelê Kurd biaxive.

Pelda propaganda kir 

Pelda çavên xwe ji realîteya heyî ya KCKê re, ji proseya ragihandina xweseriya li bajaran û têkçûna şerê leşkerî ya li Bakur û hilweşandina qada legal a li Bakur girt.

Mixabin Pelda bi tevahî di çarçoveya xeta weşanê ya Medya Haberê û bernameçêker Cahit Mervan de peyivî.

Peldayê ku nexwest li ser realîteya îro ya entegrasyonîst a piraniya rêvebiriya PKK’ê bisekine, wiha axivî:

“Berxwedana PKK’ê ne tenê berxwedaneke leşkerî ye û wekî tevgerên çep ne dogmatîk e. Ev berxwedan li ser dînamîkên civakî bilind dibe û dînamîkên civakî perwerde dike û wan diguherîne….”

Pelda çavên xwe ji realîteya heyî ya KCKê re, ji proseya ragihandina xweseriya li bajaran û têkçûna şerê leşkerî ya li Bakur û hilweşandina qada legal a li Bakur girt û gotinên xwe wiha dom kir:

“Eger PKK civakê esas negirtana dikaribû di carekê de bilindbûna û di carekê de jî biketana. Lê ji ber civakê esas digere û ji ber rêxistinbûna îdeolojîk û herwiha bi riya hêza ji vê digire, hêza wê ji qada leşkerî qat bi qat mezintir e.”

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …