Konfederalîzma Kerkûkê û serdestiya Iraqê

Nivîskarê Ozgur Politikayê Selahattin Erdem di nivîsa xwe ya dawî de nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê red kir.

Erdem, di bin nasnameya-jor a neteweyî ya ‘Iraqîbûnê de Konfederalîzma Demokratîk a Kerkûkê pêşniyaz kir.

Di nivîsê de ziman û ax ji pênaseya netewê hate derxistin û di dewsa wê de “yekitiya zihniyet û çandê” hate pêşniyazkirin.

Rojnameya Ozgur Polîtîkayê weşandina nivîsên zirarê dide berjewendiyên Kurdan berdewam dike.

Rojnameyê hema her hefte cî dide nivîsarên bi Tirkî ku rasterast êrişî bingeha neteweyî dikin.

Piştî gotara Selahattin Erdem ku tê de kesên banga yekitiya neteweyî dikirin hatin sûcdarkirin, rojnameyê gotareke din a nivîskar weşand.

Erdem bi gotara xwe ya bi navê “Meseleya Kerkûkê û çareseriya neteweya demokratîk” xeta xwe ya dij-neteweyê bêtir eşkere kir.

Nivîskarê O.Polîtîkayê got, di dîrokê de Parêzgeha (wilayet) Mûsilê ku hemû bajarên Başûrê Kurdistanê digirt nava xwe, parêzgeheke Kurd bû.

Tevî ku Erdem rastiyên dîrokî qebûl kir, di gotinên xwe yên derbarê Kerkûkê de dîsa vegeriya ser xeta xwe ya çep a li dijî destkeftinên Kurd.

Netewperestiya Ereb, Tirkmen û Kurdan

“Faşîzma AKP-MHP’ê û ajanên wan ên li Kerkûkê ragihandine ‘Kerkûk bajarekî Tirkmen e.’ Li gorî netewperestên Ereb ‘Kerkûk teqez bajarekî Ereb e.’ Digel ku hejmara wan gelek kêm be jî, netewperestên Kurd jî dibêjin ‘Kerkûk bajarekî Kurd e.’

Nivîskar bi van gotinan netewperestiya Tirkmen, Ereb û Kurd kir yek:

“Faşîzma AKP-MHP’ê û ajanên wan ên li Kerkûkê ragihandine ‘Kerkûk bajarekî Tirkmen e.’ Li gorî netewperestên Ereb ‘Kerkûk teqez bajarekî Ereb e.’ Digel ku hejmara wan gelek kêm be jî, netewperestên Kurd jî dibêjin ‘Kerkûk bajarekî Kurd e.’”

Erdem, bi vî awayî nasnameya cografîk a Kerkûkê ya wekî parçeyeke Başûrê Kurdistanê red kir.

Tevlî Kerkûkê, nîvê Başûrê Kurdistanê di bin dagirkirina Iraqê de ye. Kerkûk, piştî Referandûma Serxwebûnê ya di 2017’an de hate dagirkirin./Harîte: New Humanitarian

Bi dûv vê re, nivîskar di îzeha ji bo sebeba pêkhatina meseleya Kerkûkê de, tevlî Ereb û Tirkmenan Kurdan jî bi netewperestiyê sûcdar kir.

Li aliyekî din, Erdem îhtimala vegera PDK’ê ya Kerkûkê bi vê hincetê rexne kir û bi vî awayî jî nebû alîgirê hebûna partiyeke Kurd li vî bajarî:

“PDK bi riya îtîfaqa hêzên ne Kurd in re dixwaze bi tenê ew wekî siyaseta Kurd li Kerkûkê bimîne.”

Neteweyek bê ziman û bê ax

Nivîskar,  ziman û ax ku ji bo Kurdan du stûnên herî girîng ên netewbûnê ne, bêqîmet kir û di dewsa wan de formûlasyoneke îdeolojîk bi cî kir.

Nivîskarê O.Polîtîkayê wekî nivîsa xwe ya beriya vê, dîsa qala “neteweya demokratîk” kir û çareseriya “konfederalîzma demokratîk” pêşniyaz kir.

Erdem gotinên xwe yên herî sosret ên di vê gotarê de bi pênaseya “neteweya demokratîk” kir:

“Ji bo Iraq û Kerkûkê tekane modela çareseriyê neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk e. Ji ber ku neteweya demokratîk ne neteweya ziman, dîn, ax û aboriyê ye, Neteweya demokratîk neteweya yekitiya zihniyet û çandê ye.”

Bi vî awayî, ziman û ax ku ji bo Kurdan du stûnên herî girîng ên netewbûnê ne, bêqîmet kir û di dewsa wan de formûlasyoneke îdeolojîk bi cî kir.

Nivîskar piştî vê êrişa giran, “neteweya demokratîk” di bin banê nasnameya-jor a “Iraqîbûnê” de bi cî kir:

“Neteweya demokratîk, bi awayekî azad xwejiyandina hemû nasnameyên neteweyî ya di bin nasnameya-jor a neteweyî ya ‘Iraqîbûnê de’ û tevlîbûna wan a ji bo yekitiya demokratîk ji xwe re esas digire.”

Û bi riya ferzkirina nasnameya Iraqî ya li hemû Iraqê û Kerkûkê, nivîskarê xwediyê vê gotara nîqaşbar “konfederasyona demokratîk a Kerkûkê” pêşniyaz kir.

Fabrice Balance ji bo Kerkûkê çi gotibû?

Fabrice Balance. /Foto: CFRI
Lêkolînerê Fransî diyar kiribû, heta Kerkûk nebe parçeyeke Kurdistanê wê otonomiya Kurdan di xetereyê de be.
Hêjayî gotinê ye, çend roj berê Fabrice Balance bi gotareke xwe ya di malpera Navenda Fransî ya Lêkolînên Iraqê (CFRI) de hatibû weşandin, di derbarê Kerkûkê de gotinên balkêş kiribûn. Nivîsa di bin sernivîsa “Ji Kerkûkê heta Dêrazorê: Otonomiya Kurdan di xetereyê de ye”, balê kişandibû ser girîngiya bajêr a ji bo Kurdistanê.
Lêkolîner diyar kiribû, “15 ji % rezervên petrola Iraqê li Kerkûkê ne” û “çavkaniyên li Kerkûkê destûrê dide, Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê pêdiviyê bi butçeya Bexdayê nebîne ku bi Destûra Bingehîn a 2005’an ji bo wê hatiye terxan kirin.”
Bi vê kurteanalîzê, Balance tunebûna Kerkûkê ya di nava sînorên Kurdistanê de wekî xetereyeke li hemberê otonomiyê nîşan dabû.

Fotoyê bergê: Peykerê Pêşmergê yê li Kerkûkê. /Jêder: PUKmedia

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …