Hevkariya Amerîka û HSD’ê berdewam e

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Rapora Çavdêriya Giştî ya derbarê Hêzên Hevpeyman ên li Sûriyeyê pêşkêşî Kongreya Amerîkayê kir.

Di raporê de hate diyarkirin li Hesekê û li Dêrezorê HSD û Hêzên Hevpeymanbi hev re operasyonan dikin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Rapora Çavdêriya Giştî ya derbarê Hêzên Hevpeyman ên li Sûriyeyê pêşkêşî Kongreya Amerîkayê kir.

Rapora Çavdêriya Giştî, xebata Hêzên Hevpeyman ên li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê pêk tê.

Di raporê de hate diyarkirin li Hesekê û li Dêrezorê HSD û Hêzên Hevpeyman bi hev re operasyonan dikin.

Yek herêmeke operasyonê ya di vê belgeyê de cî girt Reqa bû.

Hat ragihandin, Hêzên Hevpeyman destekê didin operasyonên HSD’ê yên li dijî DAIŞ’ê.

Rapor da zanîn, Hêzên Hevpeyman wê ligel HSD’ê bi Artêşa Sûriyeya Demokratîk re jî operasyonên hevbeş bidomînin.

HSD piraniya axa parêzgehên Dêrezorê, Reqayê û Hesekêyê kontrol dike.

Çend deverên li parêzgeha Helebê di destê HSD’yê de ne.

Hin aliyên di raporê de derketin pêş ev in:

  • HSD piraniya axa parêzgehên Dêrezorê, Reqayê û Hesekêyê kontrol dike.
Parvekirina polîtîk a ne fermî ya Sûriyeyê. Harîte: Reddit
  • Çend deverên li parêzgeha Helebê di destê HSD’yê de ne.
  • Li derdora baregeha leşkerî ya Tenifê ya nêzîkî sînorê Iraq û Urdunê çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad hene.
  • Hêzên Hevpeyman car caran bi hêzên Rûsyayê û komên çekdar ên nêzîkî Îranê re rû bir û tên.
  • Hêzên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê, kontrola xwe ya li beşeke bakurê Sûriyeyê ji herêma Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, didomînin.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …