Gunay Aslan: Stratejiya KCK’ê û HDP’ê çewt bû

“Divê konsept û stratejî biguhere. Lêbelê helwesta îdeolijîk a çep û sekter û hinekî jî nexweşiya îktîdarê destûr nade ev bê kirin. Ev yek jî encamên xerab ji bo Tevgera Kurd û Kurdan bi xwe re tîne.”

“HDP ku projeya Ocalan bû, ji ber polîtîkayên çewt ên KCK’ê û HDP’ê hîn di destpêkê de bi giranî birîndar bû. Dewlet jî bi wan birînan xwest Tevgera Kurd hilweşîne.

HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) bi kongreyeke dawî li Enqereyê dawî li hebûna xwe anî.

Rojnamevan Gunay Aslan di bernameya xwe ya di Nûpel TV’yê de li ser vê mijarê axivî.

Aslan bi perspektîfeke rexnegirî, rola mîrateya siyasî ya 11 salan a HDP’yê nirxand û got “dîrok wê ji serfiraziyên wê bêtir ji bo xeteyên wê HDP’ê bidarizîne.”

Aslan bi nirxandina HDP’ê dest axaftina xwe kir û bi van gotinan balê kişand ser dûbarekirina stratejiya herdemî ya partiyê:

“Nîqaşên piştî têkçûna di hilbjartinê de hatin kirin, bi tenê bi guherîna kes û kadroyan bi sînorkirî ye. Konsept û stratejî wekî berê dimîne. Siyaseta Kurd eynî wekî berê wê riya xwe bidomîne.”

Aslan got, “divê konsept û stratejî biguhere” û van tespîtên girîng kirin:

“Lêbelê helwesta îdeolijîk a çep û sekter û hinekî jî nexweşiya îktîdarê destûr nade ev bê kirin. Ev yek jî encamên xerab ji bo Tevgera Kurd û Kurdan bi xwe re tîne.”

Stratejiya çewt 

Gunay Aslan piraniya axaftina xwe ji “Proseya Çareseriyê” ya ji bo meseleya Kurde re veqetand û di vê mijarê de HDP û KCK’ê bi tundî rexne kir:

“HDP ku projeya Ocalan bû, ji ber polîtîkayên çewt ên KCK’ê û HDP’ê hîn di destpêkê de bi giranî birîndar bû. Dewlet jî bi wan birînan xwest Tevgera Kurd hilweşîne. Dema vê proseya krîtîk derbas bibe û roja wê were, divê ev mesele bê nîqaşkirin. Tu kes nikare pêşî li vê bigire.”

Aslan li ser berxwedana domdar a Kurdan, guherîna şert û mercên li Kurdistanê û cîhanê sekinî û bi van hevokan Tevgera Kurd rexne kir:

Tevgera Kurd û “wêrekiya demokratîk”

 “Lêbelê sosyolojiya Kurdistanê guherî, cîhan guherî. Di 50 salên dawî de pir pêşveçûnên di asta şoreşê de pêk hatin. Heman stratejiya ku Kurdan pêş ve bir, din ava demê de veguherî stratejiyeke ku Kurdan tune dike. Ji bo ev rastî bê qebûl kirin, wêrekî û şarezahiyeke demokratîk pêwîste.”

“Kurd di meseleya parastin û pêşvebirina mafên xwe yên ku bi berdêlên giran bi dest xistine nikarin serfiraz bibin. Sebeba vê helwesta kevneperest a îdeolojîk a çep û sekter e. Mixavin Tevgera Kurd naxwaze vê rastiyê bi eşkereyî bibîne. A rast, tespîteke wisa qebûl nake.”

“Lêbelê sosyolojiya Kurdistanê guherî, cîhan guherî. Di 50 salên dawî de pir pêşveçûnên di asta şoreşê de pêk hatin. Heman stratejiya ku Kurdan pêş ve bir, din ava demê de veguherî stratejiyeke ku Kurdan tune dike. Ji bo ev rastî bê qebûl kirin, wêrekî û şarezahiyeke demokratîk pêwîste.”

Rojnamevan Aslan sebebên esasî yên rexneyên li stratejiya siyaseta Kurd wiha îzeh kir:

“Ocalan bi navê ‘Neteweya Demokratîk’ nexşeriyekê amade kir. Ocalan dixwest bi vê projeyê hemû derdorên ji aliyê sîstema serdest ve tên înkarkirin li ser bingeha kongreyekê kom bike. Paşê jî wî xwest van derdoran li asta xwecîhî de bike xwedî însîyatîf.”

Li hember Ocalan xebitîn

 “Lêbelê HDP di proseya hilbijartinê de li hemberî vê projeya ku Ocalan bi Erdogan û AKP’ re dimeşandin, strarejiyeke polîtîk pêş xist. HDP û KCK vê bi hev re kirin.”

“Hemû aktorên Kurd ên li derveyî Ocalan, HDP û KCK divê rojekê hesabê vê bidin.”

“Lêbelê HDP di proseya hilbijartinê de li hemberî vê projeya ku Ocalan bi Erdogan û AKP’ re dimeşandin, strarejiyeke polîtîk pêş xist. HDP û KCK vê bi hev re kirin. Ev şaş bû. Wan li dora sekna ‘em ê nehêlin tu bibî serok’ û ‘bi AKP’ê re çareserî nabe’ stratejiyekê meşandin. Ev jî bû sebeb muhefazakarên li Tirkiyeyê ji HDP’ê û siyaseta Kurd xwe dûr bidin û nêzîkî derdorên nîjadperest bibin.”

Gunay Aslan li ser serfiraziya hilbijartinê ya HDP’ê ya 2015’an û stratejiya hilbijartina 2023’an van rexneyan kir:

“HDP’ya li bi 80 wekîl û bi % 13 dengan di hilbijartinê de bi ser ket, di êvara roja hilbijartinê de xwe dûrî derveyî zemîna siyasî hişt. Di daxuyaniya xwe ya di vê êvarê de got ‘milet wezîfeya mixalefetê daye me’ û ‘bila AKP û CHP hukumetê ava bikin. Ev jî sekneke wisa bû xizmetê ji derdorên li dijî proseya çareseriyê re dikir. Firsend, di 7’ê Hezîranê de ji dest çû.’

Îtîfaqa bi çepê Tirk re ya di hilbijartina Gulana 2023’an a li Tirkiyeyê jî bû hedefa Aslan. Rojnemevanê Kurd wiha axivî:

Hin rêxistinên biçûk ên Çepê Tirk ku xebateke wan tune ye û hin ji wan xwedî têkiliyên bi dewletê re ne, ji aliyê HDP’ê û KCK’ê wekî rizgarker hatin pêşwazîkirin. Vê rewşê, herwekî ku bi gelê Tirk û kedkaran re îtîfak hatiye kirin hate nîşandan.

“Hemû aktorên Kurd ên li derveyî Ocalan, HDP û KCK divê rojekê hesabê vê bidin.”

Infowelat

Kî ye Gunay Aslan?

Gunay Aslan. Foto: Nupel
Di sala 1960 da li bajarê Wan ê hat dinê. Di 1981 da dest bi rojnamevaniyê kir. Di rojnamên mîna Cumhuriyet, Hurriyet, Gündem û Özgür Politika, kovarên 2000 e Doğru, Sokak, Halk Gerçeği,Yeni Halk Gerçeği û gelek kovar û rojnamên navnetewî da nûçe, nivîsar û lêkolîn nivisand.
Ji bo Pirtûka xwe ya bi navê 33 Kurşun-Yas Tutan Tarih hat girtin, nêzîkî 2 sala di girtîgehê da ma. Paşê ji ber cezayeke xwe yê din derket derveyî welêt û Almanyayê bi cî bû. Piştî hat Almanya yê di navbera salên 1995 û 1999 da di Med Tv da xebitî. Aslan bi bilî rojnamevaniya xwe, hin ji wan çîrok, lêkolîn û helbest xwedî çend berheman e.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …