Gordyaen Benyamîn Jermahî
Rojhilatê Kurdistanê ji bo tevgerên berxwedanê yên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq ê Sûriyeyê roleke girîng pêk aniye.
Lê digel hemû desteka ku Rojhilatê Kurdistanê daye hemû herêmên Kurdistanê, herêmên din ên Kurdistanê piştgiriya ku dihat hêvikirin nedane serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.
Serhildana Kurdan a li hember dewleta Îranê netewperestiya modern a Kurdan derxist holê. Lêbelê serhildana wan a dawî ji Kurdên li welatê din kêm destekê werdigire.
Kurdistana Îranê ku wekî Rojhilata Kurdistanê an Rojhilat jî tê zanîn, xwedî dîrokeke dirêj a serhildana li hemberê qraliyet û dewletên Pers û Îranê ye.
Di dema modern de ev, bi serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî ya di salên 1880’an de dest pê kiriye. Serhildan di salên 1920’an de bi Şimko Şikak, di salên 1930’an de bi Qadam Xeyr, di 1946’an de bi Komara Kurdistanê ya Qazî Mihemed û bi tevlîbûna Kurdan a şoreşa 1979’an û berxwedana li dijî Komara Îslamî ya di salên destpêkê yên 1980’an de bi berdewam kiriye.
Di demên dawî de, piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî li paytexta Îran Tehranê, Kurd çirûska serhildaneke neteweyî ya di bin rêvebiriya jinê de dan destpêkirin.
Ev parçeya Kurdistanê ji bo tevgerên berxwedanê yên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq ê Sûriyeyê roleke girîng pêk aniye. Ligel vê jî, di sedsala dawî de ji bo penaberên ji zilma Tirkiye û Iraqê reviyane bûne stargehekê.
Bi hezaran Kurdên di dema jenosîda Enfalê de ji rejîma Beas reviyane, xwe li Rojhilatê Kurdistanê girtine. Di heman demê de, bi armanca li dijî dewleta Iraqî şer bikin, hêzên Kurdên Rojhilat bi Kurdên Başûr re tifaqê kirine. Di dema dawî de, gelê Rojhilatê Kurdistanê bi tevahî destekê dan Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 2017’an. Di Şoreşa Rojava de, Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê bi riya beşdariya şerê li dijî DAIŞ’ê piştgiriya xwe nîşan dan. Viyan Peyman, fermandareke YPJ’ê ya li Kobanê di nava Kurdên Îranê de yek ji kesa herî zêde hatiye naskirin ku tevlî hêzên YPG û YPJ’ê bûye.
Lê digel hemû desteka ku Rojhilatê Kurdistanê daye hemû herêmên Kurdistanê, herêmên din ên Kurdistanê piştgiriya ku dihat hêvikirin nedane serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.
Li Rojava (Bakurêrojhilatê Sûriyeyê) û herêma Kurdistanê ya Iraqê, di hefteyên ewil ên serhildanê de bi tenê çend çalakî hatin kirin. Ev jî li gorî gelek Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê hêvî dikirin biçûktir û kêmtesîr bûn.
Hin sebeb hene ku mirov dikare bi wan vê bersiva ne têr îzeh bike. Ev analîz wê li ser çar sebeban bisekine: li Îranê berdestbariya enformasyona kontrolkirî, famkirina global a ji bo Îran û Rojhilatê Kurdistanê, weşana medyaya Kurd ku li ser berjwendiyên partîzaniyê pêk tê û zilma zimanî.
Lı Îranê peydekirina enformasyonê
Li Îranê tu saziyên medyaya azad û serbixwe tune ne. Saziyên sereke yên medyayê di destên hukumetê de ne û ji aliyê wê vê tên kontrolkirin û çarçoveya wan a hiqûqî tê diyarkirin. Heman rewş ji bo medyaya Kurdistanê jî eynî ye.
Li gorî Indeksa Azadiyê ya Çapemeniya Cîhanê ya Rojnemavanên Sînornenas, di warê azadiya çapemeniyê û peydekirina agahiyan de Îran yek ji welatê herî xerab ê cîhanê ye. Rêza Îranê di nava 180 welatên cîhanê de 178. Indeksa Mafên Mijrov a Yekitiya Ewrûpayê Îranê di nava 165 welatan de di rêza 160 de bi cî dike û bi vî awayî, Îranê yek ji welatekî herî zêde ne azad û ji cîhanê îzole bûye nîşan dide.
Li Îranê tu saziyên medyaya azad û serbixwe tune ne. Saziyên sereke yên medyayê di destên hukumetê de ne û ji aliyê wê vê tên kontrolkirin û çarçoveya wan a hiqûqî tê diyarkirin. Heman rewş ji bo medyaya Kurdistanê jî eynî ye. Rojnamegerên serbixwe û aktîvîstên medyayê yên li Kurdistanê, ji bo weşandina enformasyonê û têkiliya wan a bi medya û rêxistinên navneteweyî rastî dozan tên. Hema hema hemû platformên medyaya sosyal hatine qedexekirin an astengkirin. Di dema serhildana dawî de, bikarnîna înternetê ji berê bêtir hate bisînorkirin.
Ji salên 1980’an û vir ve, rejîma Îranê ji aliyê derfetên fîzîkî ve parêzgehên Kurd îzole kiriye. Rejîm ambargoyan dane ser herêmê ku dibe sebeb ji aliyê aboriyê rewş xerabtir bibe. Di encama berxwedana bi dehan salan a li dijî rêvebiriya Tehranê, li Kurdistanê hebûneke mezin a leşkerî ya Îranê pêk were.
Ev faktor, bidestxistina enformasyona xwedî qelîteyeke bilind ji Kurdistana Rojhilat a ji aliyê medyaya navneteweyî, rojnameger û aktîvîstên mafên mirov hema hema bê îmkan dike. Heta ji bo gelek Kurdan, rastiyên derbarê vê herêmê de kêmzêde şolî ne.
Famkirina Navneteweyî ya derbarê Îran û Kurdistanê de
Dîskûrsa heyî ya mafên mirov ên derbarê Îranê de perspektîfa Faris ji xwe re esas digire. Ev yek ji aliyê weşanên medyayê yên mezin ên mixalefetê wekî Iran International, BBC Farisî, VOA Farisî, Independent Farisî û Manoto TV tê destekirin.
Dewleta Îranê ne tenê sebeba kêmasiya enformasyona derbarê Rojhilatê Kurdistanê ya li cîhanê ye. Welatên Rojava, Komara Îslamî di çarçoveya gefên ewlehiyê ku li dijî welatên din pêk tîne, nîqaş dikin. Ev gef, bernameya nukleerê ye û bikaranîna komên girêdayê Îranê ne ku dibin sebeba bêîstiqrariyê. Binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirov, bi taybetî jî yên li dijî kêmarên etnîk zêde balê nakişînin.
Dîskûrsa heyî ya mafên mirov ên derbarê Îranê de perspektîfa Faris ji xwe re esas digire. Ev yek ji aliyê weşanên medyayê yên mezin ên mixalefetê wekî Iran International, BBC Farisî, VOA Farisî, Independent Farisî û Manoto TV tê destekirin.
Weşan piranî ji aliyê welatên wekî Erebistana Siûdî, Brîtanya û Amerîkayê ve tên fînansekirin. Ev weşan ji pozîsyoneke ku kêmaran biyanî û nebaş nîşan dide tê kirin. Bo nimûne, Kurd bi îdiaya ew destekê didin malbata Pehlewî û fikrên monarşîst tên sûcdarkirin.
Aktîvîstên Îranî û rojnamegerên ji bo rêxistinên mafên mirov û weşanên li Rojava xebatê dikin, piranî dibin xwedî helwesteke nêzîkî vê. Ew, mafên kêmaran îhmal dikin û perspektîfeke polîtîk ku wan li derve dihêle pêşniyaz dikin. Dema ev kes li ser kêmarên Îranê nûçe çêdikin, piranî wan bi etnîsîte, ziman an ola wan pênase nakin. Ev jî dibe sebeba famkirineke wiha ku herwekî Îran ne welatekî pirçandî û pirzimanî ye.
Ev yek kêmasiya cidî ya zanîna li ser rewşa Kurdan û kêmarên din ên li Îranê hîn bêtir xurt dike. Bi vî awayî bandora zilma dewletê ya li ser enformasyonê berfireh dibe.
Partîzaniya medyaya Kurd
Dema ev qenal di weşanên xwe de cî didin Kurdistana Rojhilat ew bi giranî nûçeyên çandî û olî an mijarên din ên dewleta Îranê destûrê dide diweşînin.
Wekî mînak, hem Rudaw hem jî Stêrk-TV belgefîlmên derbarê jiyana rojane ya gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê û Xorasanê ya li bakurêrojhilatê Îranê de ku li ser van mijarên ne xetere ne, diweşînin.
Faktora din a dibe sebeba vê rewşê têkiliyên di navbera medyaya Kurd û berjewendiyên partiyên siyasî yên Kurd in.
Partiyên sereke yên Kurd ên li herêmên din ên Kurdistanê ku di nava wan de PDK, YNK û PKK’ê jî hene, bi hukumeta Îranê re xwedî têkiliyên dîrokî û stratejîk in.
Ev qenalên Kurdî ji bo bikaribin li Îranê weşanê bikin sansura dewletê qebûl dikin. Bo nimûne, ofîsa Kurdsata girêdayî YNK’ê li Tehranê heye û Rudawa girêdayî PDK’ê di nava Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwedî çend nûçegîhanên ne fermî ne. Destûr nayê dayîn ku nûçegîhanên wan mijarên siyasî, civakî, aborî, mafên mirovan an meseleyên ku bi gelemperî li dijî polîtîka û berjewendiyên hukumeta Îranê ne nûçeyan çêkin.
Dema ev qenal di weşanên xwe de cî didin Kurdistana Rojhilat ew bi giranî nûçeyên çandî û olî an mijarên din ên dewleta Îranê destûrê dide diweşînin. Wekî mînak, hem Rudaw hem jî Stêrk-TV’ya girêdayî PKK’ê belgefîlmên derbarê jiyana rojane ya gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê û Xorasanê ya li bakurêrojhilatê Îranê de ku li ser van mijarên ne xetere ne, diweşînin.
Weşana bi vî cûreyî problemên polîtîk, civakî, aborî û mafên mirov ên li Rojhilatê Kurdistanê dadixe asteke herî biçûk. Di encama vê de, temaşevanên Kurd ên li parçeyên din ên Kurdistanê û diyasporayê derbarê rewşa li wir kêm tên agahdarkirin. Ev bi îhtimalekê alîkariyê ji asteke kêm a aktîvîzma piştgiriyê re dike.
Zilma zimanî
Li Rojhilatê Kurdistanê piraniya aktîvîst, saziyên medyayê û rêxistinên mafên mirovan Kurdiya Soranî û Farisî diaxivin û dinivîsin. Kêm Kurdên ji herêmên din ên Kurdistanê bi van zimanan dizanin.
Kurd ji damezrandina dewletên modern Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye û vir ve rastî zilma zimanî tên. Di encama vê de, ji bo Kurdên ji herêmên cuda û axêverên zaravayên cuda yên Kurdî dijware bi hev re di nava ragihandinê de bin. Ji bilî vê, zimanekî hevpar ê duyemîn ê Kurdan jî tune ye: ew bi Farisî, Tirkî, Erebî an hejmareke zimanên Ewrûpî diaxivin.
Li Rojhilatê Kurdistanê piraniya aktîvîst, saziyên medyayê û rêxistinên mafên mirovan Kurdiya Soranî û Farisî diaxivin û dinivîsin. Kêm Kurdên ji herêmên din ên Kurdistanê bi van zimanan dizanin. Hemû aktîvîst, rêxistin û medya ne xwedî derfetên weşandina nûçe û naverokê ya bi zimanên din in.
Ev jî dibe zehmetiyek ku Kurdên ji herêmên din, yên li diyasporayê û çavdêrên navneteweyî rewşa li Rojhilatê Kurdistanê bişopînin. Bi berfirehî bikaranîna medyaya sosyal û înternet, bi taybetî jî ji aliyê ciwanan kir ku di vê meseleyê de rewş piçekî baştir bibe.
Encam
Di encama vê de, digel ku li hemberê Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê navendeke dîrokî ya berxwedanê ye, Rojhilatê Kurdistanê hate îhmalkirin û hate jibîrkirin.
Di 20 salên borî de, rewşa li Rojhilatê Kurdistanê ji berê xerabtir bû. Ji xeynî dijwariyên aboriyê yên Îranê li ser Kurdan ferz kir, Kurd di heman demê de rastî hemû formên zilmê, pêşdarazî û bêedaletiyê hatin.
Serhildana ku bi navê Jîna Emînî dest pê kir, di asteke pir mezin de ku mirov bi zehmetî jê bawer dike balê kişand ser Rojhilatê Kurdistanê ku şoreş lê dest pê kir. Nasnameya Kurd a vê şoreşê û slogana wê ya “Jin, Jiyan, Azadî” ji ber faktorên li jor me qal kir û herwiha ji ber bandora medyaya Îranê û aktîvîstên li welatên Rojava ji holê hate rakirin, hate guherandin û wekî nirxeke Îranî hate pêşkêşkirin.
Ligel vê tunekirina ku ji aliyê kesên ne Kurd in ve hate kirin, Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê piştgiriya ku ji bo serfiraziyên din ên Kurd nîşan didan, di heman astê de ji bo Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê û têkoşîna wan nîşan nedan.
Di encama vê de, digel ku li hemberê Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê navendeke dîrokî ya berxwedanê ye, Rojhilatê Kurdistanê hate îhmalkirin û hate jibîrkirin.
Kî ye Gordyaen Benyamîn Jermahî?
Gordyan Benyamîn Jermayî parazvanekî mafên mirov a Kurd e ku li Urmiyeya li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ew endamê rêxistineke mafên mirovan e ku binpêkirinên mafên mirov ên li Rojhilatê Kurdistanê tomar dike. Ji sala 2000’î û vir ve, ew dokumanan pêşkêşî saziyên navneteweyî ku di din ava wan de UNHCR û Forûma Neteweyên Yekbûyî ya Rojhilata Navîn û Afrîka jî hene, dike. Ew di heman demê de damezrînerê platforma Gelê Kurdistan a Instagramê ye ku di warê bilindkirina hişmendiya ji bo meseleyên bi Kurdan re eleqeder xebatê dike. Ew wê platformê ji bo parçeyên cuda yên Kurdistanê û diyasporayê bigihîne hevûdû û ji bo mirovên pêdiviya wan hene fonan berhev bike, bikar tîne.
Ev gotar cara ewil di malpera Kurdishpeace.org de de bi Îngilîzî hatiye weşandin. Sernivîsa orjînal a gotarê “Çima Kurd herêmên Kurdan nikarin destekê bidin serhildana Kurdan a li Îranê?” ye. Gotar ji aliyê Necat Ayaz ve hatiye wergerandin.
Fotoyê bergê: Pêşmergeyên ji Rojhilatê Kurdistanê. /Jêder: PDKI