Kurdistan

Nûçe, dosye û wergerên derbarê her çar parçeyên Kurdistanê de.

Parlamenterên Kurd ji Bexdayê derketin

Ji ber kirîza siyasî û berdewambûna aloziyên di nav Parlamentoya Iraqê de, parlamenterên hemû fraksyonên Kurdistanî Bexda bi cih hiştin û vegeriyan Kurdistanê. Li gor agahiyan, parlamenterên her 4 fraksiyonên Kurdistanî yên Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Nişîtmnaiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê biryara terikandina bajarê Bexdayê dane. …

Bêtir »

Kurdistan dibe xwedî domaîneke fermî li înternetê

  Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo hevbeşên Internêtê, dawîn qonaxa  domaina bi asta bilinda Kurdistanê bi paşnavê “‌.KRD” radigihîne, ku hemû kes, alî û kompaniya ji bo bikaranîna Internêtê li seranserî cîhanî dikarin pêgeha elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin. Domaina fermî ya Kurdistanê …

Bêtir »

Qerebax: Em jî wek Kurdistanê serxwebûnê dixwazin

Berdevekê Komara Qerebaxê David Babayan got, ew jî weke Herêma Kurdistanê serxwebûnê dixwazin. Berdevkê Komara Qerebaxê David Babayan beşdarî bultena Rûdawê bû û got: “Çawa ku Kurdistan dixwaze ji Iraqê cuda bibe û bibe welateke serbixwe em jî hemen tiştê ji bo welatê xwe dixwazin.” Azerbeycan û Ermenistan du roj …

Bêtir »

Baroya Diyarbekirê ji ber “Îstîmlaqkirinê” li Serokwezîrtiyê doz vekir

Baroya Diyarbekirê ji ber biryara ‘îstîmlakirina bilez’ ya navçeya Sûrê li dijî Serokwezîrtî û Wezareta Bajarvaniyê ya Tirkiyê doz vekir. Baro dibêje, mafê mulkiyeta xelkê tê binpêkirin û tê xwestin ku nifûsa Sûrê biguherin. Civata Wezîran beriya hefteyekê derbarê hin taxên navçeya Sûr ya Diyarbekir û navçeya Silopî ya Şirnexê …

Bêtir »

“Ew ê Tirkiye biçe dadgehên navneteweyî”

Hiqûqnas û siyasetmedar Prof. Norman Paech, piştî çavdêrî li bajarên kurdan kir, ew dîmenên ku dîtine wek “hovane” bi nav kirin. Hiqûqnas û siyasetmedarê navdar Norman Paech, dorpêç, qedexeyên derketin, şer û pevçûnên li bajarên kurdan nirxandin. Peach dîmenên wêrankirina bajarên kurdan wek hovîtî bi nav kirin û got ku …

Bêtir »

‘Me naxin nav karê Navsûran’

  Seroka Daîreya Mîrateyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin Nevîn Soyukaya, aşkere kir ku Rêveberiya Qadê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkilî pêvajoya Navsûrê nayêne kirin. Soyukaya diyar kir ku mîrateya çandî ya şênber û neşênber darbeyeke mezin xwariye û got, “Metirsiyên min ên mezin hene.”  Seroka Daîreya Mîrateyên …

Bêtir »

“Divê Tirkiye ligel Kurdan dest bi gotûbêjên aştiyê bike”

Berpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, da zanîn ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş dîtiye û behsa peywendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê kirine. Federica Mogherini, eşkere kir ku wan wek Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Tirkiyê kirine eger dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê divê ligel Kurdan …

Bêtir »

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide federalbûna Sûriyeyê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hikumet ji bo federalîzmê piştgiriyê da Rojava. Daxuyaniya hikumetê wiha ye: Di derbarê paşaroja Sûriye û ji bo berqerarbuna aramî û dirustbûna hevbeşiyekî rasteqîne li navbera pêkhatên cûda cûdayên Sûriye, Herêma Kurdistanê piştevaniyê li bîr …

Bêtir »