UNESCO: Sûr û Hewsel di xetereyê de ne

UNESCO biryar da, avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûrê û Baxçeyên Hewselê yên Amedê li “Lîsteya Mîrata Cîhanî ya di Xetereyê de” bên tomarkirin.

Keleya Amedê û Baxçeyên Hewselê di 2015’an de ji aliyê UNESCO’yê ve ji bo Lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanî hatibûn qebûlkirin.

UNESCO li ser Baxçeyên Hewselê û Keleya Amedê biryarek nû da.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) biryar da, avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûrê û Baxçeyên Hewselê yên Amedê li “Lîsteya Mîrata Cîhanî ya di Xetereyê de” bên tomarkirin.

Navçeya Sûrê û Baxçeyên Hewselê di 2015’an de ji aliyê UNESCO’yê ve ji bo Lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanî hatibûn qebûlkirin.

Biryara nû ya rêxistinê wê 9’ê Îlonê di civîna Navenda Mîratên Çandî ya li Riyada paytexta Siûdiyê bê erêkirin.

Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli tevlî civîna UNESCO’yê bûbûn. Di civîna 5’ê Tîrmeha 2015’an de rêxistinê biryara ji bo Amedê girtibû.

Şaredarî û saziyên sivîl ên li Amedê ji destpêka Şerê Xendekan ve ji bo parastina Sûrê û Baxçeyên Hewselê UNESCO’yê hişyar dikirin.

Desteya Rêveber a Baroya Amedê di Îlona 2015’an de bi serîlêdaneke fermî ji UNESCO’yê parastina her du wargehan kiribû.

Di daxwaznameyê de bi bi dîmenan hatibû ragihandin, keleya dîrokî ya Amedê, tevlî bi dehan mizgeft, dêr, medrese û avahiyên din ên dîrokî bûne hedefa êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk.

Infowelat

Foto: Keleya Amedê û Baxçeyên Hewselê. /Jêder: Twitter

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …