Vekişîna ji Qereçoxê bi kêrî kê hat?

Bûyera Qereçoxê nîşan dide, welatên dagirker nakokiyên di navbera hêzên Kurd de bi kar tînin.

Israra PDK’ê ya ji bo vekişîna HPG’ê ya ji Çiyayê Qereçoxê dawiya dawî hebûna Iraqê wê li herêmê xurtir bike.

Çiyayê Qereçoxê ku HPG jê vekişî, bû navenda aloziyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de.

Pêr, li vê devera li nêzîkî Mexmûrê di navbera her du aliyan de şer derket.

Di şer de 12 Pêşmerge birîndar bûn û paşê yek ji wan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li aliyekî din, 6 leşkerên artêşa Iraqê jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran in.

Şerê dawî bala raya giştî ya Kurdan di carekê de kişand ser vê deverê.

Gerîlayên HPG’ê di 2014’an de hatibûn herêmê û Mexmûrê li dijî DAIŞ’ê parastibûn.

Di salên dawî de PDK’ê bi riya hevkariya Tirkiyeyê û Iraqê ji bo vê deverê vala bike zextan li PKK’ê kir.

HPG’ê çend roj berê bi daxuyaniya fermandarê xwe Murat Karayilan, ligel Mexmûrê terka Qereçoxê jî kir.

Bi dûv vê re, hêzên Pêşmerge û Iraqê di heman demê de ji bo kontrolkirina Çiyayî Qereçoxê ketin nava hereketê.

Ev jî bû sebeba aloziya dawî û şerê çekdarî ya PDK-Iraqê.

Bûyerên dawî careke din nîşan didin, welatên dagirker nakokiyên di navbera hêzên Kurd de bi kar tînin.

Israra PDK’ê ya ji bo vekişîna HPG’ê ya ji Çiyayê Qereçoxê dawiya dawî hebûna Iraqê wê li herêmê xurtir bike.

Dîmenek ji Çiyayê Qereçoxê. /Medyaya Sosyal

Ku der e Qereçox?

Qereçox, tevlî kampa Mexmûrê xwedî ciyekî stratejîk e ku ji Mûsilê 70 km û Hewlêrê jî 60 km dûr e.

Ji vê çiyayî dikare çavdêriyê deştên Mexmûr û Hewlêrê bê kirin.

Qereçox, tevlî kampa Mexmûrê xwedî ciyekî stratejîk e ku ji Mûsilê 70 km û Hewlêrê jî 60 km dûr e.

Ji vê çiyayî dikare çavdêriyê deştên Mexmûr û Hewlêrê bê kirin.

Ji bilî vê, çiyê ji aliyê petrolê zengîn e û li wir çend bîrên petrolê yên ne aktîf jî hene.

Çîyayê Qereçox ku li pişt Kampa Mexmûrê ye (Şehît Rustem Cûdî), ev 9 sal in di destê PKK’ê de bû.

Fotoyê sereke: Leşkerên Iraqê yên hewl didin Qereçox têxin bin kontrola xwe. /Jêder: Medyaya sosyal

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …