Hannibal, Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê

“Di dewsa em li bende demokratîkbûna dewletên kolonyalîst ku xwîna me vexwin jî ew ê têr nebin bisekinin û di vê riyê de hewl bidin, ‘an em riyekê din vekin an jî em riyekê din çêbikin’ û em ber bi paşeroja xwe ve bimeşin. Eger em vê nekin, ‘em ê wekî miletekî serî rakir, di ber xwe da lê ji ber ku pêdiviyên têkoşînê pêk nenanî di dawiyê de winda kir, di dîrokê de ciyê xwe bigirin.”

Nivîskar Ali Engin Yurtsever di gotara xwe ya di malpera Nupel TV de li ser xetereyên li pêşiya têkoşîna Kurd nivîsî.

Di gotara di bin sernivîsa “Hannibal bi biryar bû lê gelo em jî wiha ne?” de rexne li Tevgera Kurd hate kirin.

Nivîskar got, “serhildana di pêşengiya PKK’ê de dest pê kir, çalakiyeke Kurdan a ji bo nivîsandina dîroka xwe bû.”

Yurtsever stratejiya dûbare ya Tevgera Kurd a li Bakurê Kurdistanê anî rojevê û bi van gotinên sergirtî vê yekê ji bo dewleta Tirk wekî serfirazî pênase kir:

“Dema mirov bikaribe rêxistinên serî hildane li ser heman xeta têkoşînê bisînor bike, ev yek wê herdem ji hêza li hember serî hatiye rakirin re xizmetê bike. Ji ber ku astengkirina gaveke pêşdeçûna têkoşînê, ji bo wan serfirazî ye.”

Ali Engin Yurtsever

Nivîskar qala dijwariyên şerê rizgariya neteweyî û astengiyên li hember “Tevgera Azadiya Kurd” jî kir û got, “kesên dixwazin serkeftineke bi lez û bez pêk were divê hay ji vê realîteyê hebin.” Tevlî vê jî, Yurtsever bi van gotinên balkêş qala xetereya dûbarekirina têkoşînê kir:

“Lêbelê, divê pêşiya belavbûna fikra ku rojev xitimî ye û bi dûbareyê didome ya di nava gel de bê girtin. Şerê didome hem di warê leşkerî de hem jî di warê polîtîk de derbasî asteke bilind nabe û ev jî me bi ber bi rewşeke xetere ve dibe.”

Kolan ciyê berxwedanê ye

“Berdevkên partiyekî ku miletekî ewqas dînamîk û xwedî problemên mezin temsîl dikin, divê tevlî milet li kolanan bin. Ji ber ku parlamento demeke dirêje êdî nikare polîtîkayê bimeşîne û çareseriyên polîtîk bibîne. Êriş li kolanan e û wê demê divê berxwedan jî li kolanan pêk be.”

Di gotarê de rexne li siyaseta legal a Kurd jî hate kirin û di dewsa Parlamentoya Tirkiyeyê de pêdiviya berxwedana kolanan hate destnîşankirin.

Yurtsever wiha nivisî:

“Berdevkên partiyekî ku miletekî ewqas dînamîk û xwedî problemên mezin temsîl dikin, divê tevlî milet li kolanan bin. Ji ber ku parlamento demeke dirêje êdî nikare polîtîkayê bimeşîne û çareseriyên polîtîk bibîne. Êriş li kolanan e û wê demê divê berxwedan jî li kolanan pêk be.”

Yurtsever diyar dike, divê siyaseta Kurd li benda demokratîkbûna Tirkiyeyê nesekine û bi polîtîkayên dûbare xeta têkoşînê nexetimîne. Foto: Konferansa Komara Demokratîk a HDP’ê -2023 / Jinnews

Hannibal û xetereya dûbareyê 

“Hannibal fermandarên xwe yên ku digotin ew ê nikaribin artêşê di çiyayên asê re derbas bikin, guhdarî nekir. Ew nebû wekî hin kesên ku gihîşt berpalên çiyê û ji vir vegeriya. Ew di dewsa pratîkeke dûbare de, bû xwedî biryara ji bo paşerojê.”

Di dawiya gotarê de nivîskar qala çîroka fermandarê bi navûdeng ê Kartacayê Hannibal kir û bi vê mînakê bang li pêdiviya guherîna Tevgera Kurd kir:

“Hannibal fermandarên xwe yên ku digotin ew ê nikaribin artêşê di çiyayên asê re derbas bikin, guhdarî nekir. Ew nebû wekî hin kesên ku gihîşt berpalên çiyê û ji vir vegeriya. Ew di dewsa pratîkeke dûbare de, bû xwedî biryara ji bo paşerojê.”

Peykerê Hannibal. Fermandarê Kartacayê bi stratejî û taktîkên serfiraz li dijî Romayê têkoşînê kir. 

Vê gotara balkêş bi van gotinên sergirtî yên ji bo polîtîkaya tewş a Tevgera Kurd a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bi dawî bû:

Di dewsa em li bende demokratîkbûna dewletên kolonyalîst ku xwîna me vexwin jî ew ê têr nebin bisekinin û di vê riyê de hewl bidin, ‘an em riyekê din vekin an jî em riyekê din çêbikin’ û em ber bi paşeroja xwe ve bimeşin. Eger em vê nekin, ‘em ê wekî miletekî serî rakir, di ber xwe da lê ji ber ku pêdiviyên têkoşînê pêk nenanî di dawiyê de winda kir, di dîrokê de ciyê xwe bigirin.” Ew ê ne riyekê em tê de bimeşin ne jî riyekê em bikaribin çêbikin li pêşiya me hebe.”

Infowelat

Fotoyê bergê: Portreya ji mozaîkê ya fermandarê Kartacayê (Carthage) Hannibal. /Jêder. Carthage Magazine 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …